Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Çinara ku baweriya bi paşerojê mezin kir: Jêhat Bagok
Kurdistan

Çinara ku baweriya bi paşerojê mezin kir: Jêhat Bagok

Şehîd dema dikevin nava axê winda nabin; her yek ji wan vediguherin çinarekê. Bi dengê bê, li serê çiyê, di kenê zarokan de jinûve geş dibin. Jêhat Bagok jî bû kokek bi vî rengî; li nava xaka azadiyê bû çinarek ku baweriya bi paşerojê mezin kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Gelek heye ku bi sedan sal in nasnameya wê hatiye înkarkirin, zimanê wê hatiye qedexekirin, nebûna wê ji nedîtî ve hatiye… Hewl hatiye dayin ku li ser xaka xwe bibe biyanî, dengê hatiye bêdengkirin, tinebûn li ser çanda wê hatiye ferzkirin. Lê belê vî gelî her carê serî hilda, rabû ser xwe, li ber zilmê rabû, di demên herî tarî de hêvî di dilê xwe de vehewand. Ji bo gelê Kurd azadî ne tenê armanceke siyasî ye, navê hebûn, nasname, rûmet û paşerojê ye.

Mîna her gelî gelê Kurd jî xwedî wan pêşengan e ku destan nivîsandin, rêya wê ronî kirin. Vê têkoşînê bi rastiya gel ê berxwedêr bi pêşengiya Rêber Apo pêşengên xwe yên herî bedew û wêrek afirand. Ne tenê li ber siya çekan, di îradeya gel de, di wêrekiya ciwanan de, di berxwedana jinan de mezin kirin. Her şehîdek rawestgeheke mezin a vê rêwîtiyê, nîşaneyek û mîrateyek e.

Yek ji navên herî rûmet ên vê mîrateyê Jêhat Bagok e.

JIYANEK WEKE NAVÊ XWE

Jêhat bi Kurdî tê wateya jêhatîbûn, kedkarî, dilxwaziyê. Di navê wî de cewhera têkoşîna wî veşartî bû. Ji ber ku wî di her kêliya jiyana xwe de wateya navê xwe rakir. Westiya jî be nesekinî, li pêşberî zehmetiyan negot bes e. Li ser rêya gel, ji bo rojên azad ên paşerojê bi bawerî û biryardariyê meşiya.

Bagok… Navê çiyayekî li Mêrdînê ye ku bi berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsî, di hişê gel de veguherî efsaneyekê. Jêhat navê vî çiyayî rakir û bû sembolek. Weke çiyayan serbilind, weke Bagokê bêdeng lê bi heybet, weke Bagokê asê.

Jiyana wî ne tenê rêwîtiyeke şexsî bû; her gava wî diyarî têkoşîna azadiyê ya gelê wî hatibû kirin. Her kesên ku ew nas dikirin biryardariya di çavên wî de, hêviya di nêrînên wî de û dilsoziya di dilê wî de dîtibûn.

Em li wêneyên li ber destê xwe dinihêrin…

Li nava kevirên sar ên dîwarê şikeftekê rûnişt, li ser rûyê wî kenekî germ heye. Ew şikeft bi keda wan hate avakirin. Bi her lêdana çakûçê wan şikeftan têkoşîna gel hîn bilind kirin.

Ew kenê piştî westandinê bû hêvî û li birîna gel hate kirin. Ji ber ku Jêhat zanî bû: Di nava her şert û mercî de dikeniya, li ber tarîtiyê radibû.

Di wêneyekî de em wî li ber pirtûkan dibînin. Di nava destên wî de yên ku dide rûpelên pirtûkan, feraseteke ber bi azadiyê veşartî ye. Ji bo wî têkoşîn ne tenê berxwedaneke çekdarî ya li ser çiyê bû; di heman demê de rêyek diviyabû bi zanistî, hişmendî û fikir bê mezinkirin. Ji ber ku baş zanîbû, rizgariya gel ne tenê bi fedakariyê dibe, di heman demê de bi hişmendî û têgihiştinê dibe.

Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd rêwîtiyeke ku bi nifşan dewam dike. Ev rêwîtî bi berdêlan, bi fedakarî û şehîdan hatiye diyarkirin. Û her navekî vê rêwîtiyê destanek e ku li dîrokê hatiye neqiqandin. Têkoşîna ji bo nasnameya gel, rûmeta gel, azadiya gel ne tenê siyasî ye, di heman demê de berxwedaneke çandî û mirovî ye.

Jêhat Bagok yek ji şopdarên herî şênber ên vê rêwîtiyê ye. Ew ne tenê şexsek e, ew weke nûnerê biryardarî û hêviya gelekî tevgeriya. Piştî ku şehîd ket jî ne tenê navek li pişt xwe hişt. Navê wî bû sembola berxwedanê, nîşaneya dilxwaziyê û mîrateya li dilê gel hate neqişandin.

Şehîd dema dikevin nava axê winda nabin; ew reh berdidin dilê gelan. Her yek ji wan vediguherin çinarekê. Bi dengê bê, li serê çiyê, di kenê zarokan de jinûve geş dibin. Jêhat Bagok jî bû kokek bi vî rengî; li nava xaka azadiyê bû çinarek ku baweriya bi paşerojê mezin kir. Jêhat Bagok bû kokek bi vî rengî; li xaka azadiyê ya gel veguherî çinarek ku baweriya ji bo paşerojê jmezin kir.

Ya ku li pişt wî ma ne tenê wêneyek bû; armancek, biryardariyek, temenekî baweriyekê bû. Di her ken û nêrîna wî de hezkirina ji gel dihate dîtin. Û ev hezkirin di ser her tiştî re bû, hêza herî mezin bû.

Navê wî di hişê gelekî de, di hevokên destana berxwedanê de, di dilê armanca azadiyê de tê bîranîn. Ji ber ku ew sembola fikir, gel û berxwedanê bû.

GOTINA DAWÎ

Em zanin ku Jêhat Bagok nemir e.

Ew di nava bayê li serê çiyê de ye,

Di baweriya di dilê gel de ye,

Di her gava ber bi azadiyê de ye.

Bîranîna wî ji bo me berpirsyariyek e,

Wasiyetek e ku ji me re hatiye hiştin,

Meşaleyek e ku rêya me ronî dike.

Jêhat Bagok ne tenê navek e;

Di dîroka berxwedanê ya gelekî de destanek e ku nemir bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevserokê GOÇ-DER’ê Mûrat Sari: Divê astengiya pergala cerdevaniyê bê rakirin
Nûçeya Pişt re Heyeta Jinan a Rojava bi jinên Suryanî re civiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

Navên 30 gerîlayên azadiyê yên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ayşe Bîngol: Divê Komîteya Wezîran pêvajoyeke kontrolê ya bi bandor bide destpêkirin

Parêzer Ayşe Bîngol destnîşan kir ku di mijara 'mafê hêviyê' de divê Komîteya Wezîran pêvajoya…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya 2 şehîdên ewlekariya hundirîn hate eşkerekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 2 endamên xwe eşkere kir ku di şerê li dijî DAÎŞ'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?