Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 30’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Civîna hevşaredaran: Xizmetên şaredariyê têne astengkirin
Kurdistan

Civîna hevşaredaran: Xizmetên şaredariyê têne astengkirin

Beriya civîna hevşaredaran a li Amedê Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî daxuyanî da û diyar kir ku hikumet bi biryarên 'tedbîrên teserûfê' xizmetên şaredariyan asteng dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevşaredarên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê civiyan. Civîn, li Navenda Çand û Kongreyan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Cîgirê Hevserokê ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî beriya civînê daxuyanî da.

Tîryakî bal kişand ser encama hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê û wiha got: “Gel, siyaseta qeyûman qebûl nekir. Dema me şaredarî bi dest xistin, me dît ku ne tenê îradeya gel, her wiha îro û pêşeroja gel, çavkaniyên gel jî hatine dizîn. Ne tenê salek, du sal, 10 salan jî tevahiya dahatên şaredariyê bên dayîn jî deynên şaredariyan xelas nabin. Şaredariyên me bi temamî hatine talankirin. Hema hema tevahiya neguhêzbarên şaredariyan hatine firotin. Tenê ji bo ku şaredariyên me nekarin bixebitin û ji bo berê gel û şaredariyan bidin hev, di demekî kin beriya hilbijartinê bi hezaran kes girtine şaredariyan. Pir kêmek wesayîtên şaredariyan hebûn û ev jî pêşkeşî saziyên cuda hatine kirin, xebatkarên şaredariyên li saziyên cuda hatine peywirdarkirin lê mûçeyê wan şaredarî dide. Wesayîtên heyî jê sexbêra wan nehatiye kirin, nehatine çêkirin û veguherîne xurdeyan. Zîhniyeta qeyûmparêz, şaredarî talan kirine. Ne tenê îro, sibêya vî gelî jî dizîne.”

Tîryakî, da zanîn ku walî û qeymeqaman şaredarî talan kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî van texrîbatan jî em ê pirsgirêkên bajarên me qezenc kirine çareser bikin. Piştrast bin ku em ê hemû pirsgirêkên we çareser bikikn. Hema bes bila îktîdar nebe astengî, em ê çareser bikin. Dizanim ku Wezîrê Xizîne û Darayî ji bo çendek milyar dolaran, ji bo dîtina kredî û pereyê germ welat bi welat digere. Hewl dide ji bo welat çavkaniyan peyda bike. Heke ev îktîdara siyasî nebe asteng, em ê binesaziya bajarên xwe bi metro û pergala birey nû bikin, pirsgirêka ava paqij çareser bikin, bajarên xwedî plan ava bikin, hemû pirsgirêkên navçe û bajaran çareser bikin. Hevaşerdarên me bênavber dixebitin. Li welat û derveyî welat hevdîtinan dikin. Hewl didin krediyên bi taksîtên domdirêj peyda bikin. Yek ji rojeva herî girîng a hemû hevalên me ev e. Haya me ji pirsgirêkên bajar, navçe û bajarokên me heye. Em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Em dikarin ji bo hemû şaredariyên me çavkaniyan peyda bikin. Bes bila îktîdar nebe astengî û projeyên me asteng neke. Bila ji bo serlêdan û çavkaniyên em peyda dikin bibe kefîl.”

Têkildarî tevdîrên teserûfê jî Tîryakî ev tişt anî ziman: “Bêguman em piştgiriyê didin teserûfên di cemaweriyê de. Pirsgirêk ew e ku dema ev biryarên tevdîrê dayîn, bêyî ku rewşa rêveberiyên herêmî bifikirin dane. Heke ev biryar bikevin meriyetê – me di nava du mehan de bi awayekî şênber dît – dê şaredarî nekarin tu xizmetan bikin. Dê saziyên cemaweriyê nekarin di nava 3 salan de tu avahiyên xizmetê bikirin, kirê bikin, ava bikin û nekarin erd jî bikirin. Yek ji biryaran jî ev bû. Bi hinceta vê biryarê, destûrê nadin ku şaredariyên me tu înşaetan çêbikin. Em projeyên xwe amade dikin û ji wezaretê re dişînin lê bi hinceta tevdîrên teserûfê tên astengkirin. Dê di nava 3 salan de tu kes nekare tu wesayîtan bikire. Di nava van wesayîtan de tevdîrên ewqas giştî girtine ku dê şaredarî nekarin wesayîtên bi awayekî lezgîn hewce dikin jî bikirin. Wesayîtên veguhestinê yên bi rêya wergirtina xizmetê hatine girtin, heta ku peyman nebe şaredarî nikarin kirê jî bikin. Bawer bikin ku li gorî me kirêkirina wesayîtan rast nîne. Divê her wesayît aydê şaredariyê be. Lê şaredarî xistine rewşekî wisa ku heta wesayîtan kirê nekin nikarin bixebitin.”

Bi domdarî Tîryakî diyar kir ku burokratên şaredariyê tenê êdî dema diçin malê û tên şaredariyê dikarin wesayîta şaredariyê bi kar bînin û wiha bi dawî kir: “Di vê mijarê de pirsgirêk tune ye. Partiya me ne partiya dildarên wesayîtên meqamê ye. Daxwazeke wiha ya tu hevalên me nîne. Mesele ne wesayîta meqamê ye. Em ê di mijara wesayîta meqamê de tişta dikeve ser milê me bikin. Tenê di nava pêvajoya du mehan de bi qasî ku di serdema qeyûman de nehatiye kirin, lêçûnên sotemeniyê kêm bûne. Dê rojname-kovar neyên girtîn û xebatên çandî-hunerî bên bisînorkirin. Lê pêdiviya gelê me bi bêhnstandinê heye. Di bin avên tevdîrên teserûfê de tiştekî rast nîne ku xebatên çandî-hunerî bên astengkirin.

Di demên pêş de em ê têkildarî tevdîrên teserûfê ku nahêlin şaredarî xizmetê bikin, bi wezaretan re hevdîtinan bikin. Em ê hewl bidin pirsgirêkên heyî çareser bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Rewşa tenduristiya Ecevît Pîroglû xirab e, jiyana wî di xeteriyê de ye’
Nûçeya Pişt re Gelê Kantona Firatê Şehîd Armanc û Şehîd Îsmaîl oxir kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê dayikek û 3 zarokên wê hatin qetilkirin

Li Stenbolê zilamê bi navê Velîcan Alici hevjîna xwe Fîkriye Alici û 3 zarokên wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkeran li Efrînê 2 kesên din revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 2 kes revandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Bendava Tişrîn keleha berxwedanê û xeta parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Bendava Tişrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sembola sekna berxwedanê, têkoşîna gel û şerê gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?