Şemî, 10 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnamevan Mustafa Balci  Şaban Sevînç hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê komplo hate protestokirin: Azadiya Birêz Ocalan nayê paşxistin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê statuya Rêber Apo were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê komplo hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li  Çewlîgê berteka li dijî GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: ‘Azadiya Rêber Ocalan pêwîstiyeke dîrokî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Komplo bi têkoşînê hate pûçkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Di sala 29’an a komployê de em têkoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Civîna li Amedê: Şaredarî divê di nava piştevaniyê de bin
Rojane

Civîna li Amedê: Şaredarî divê di nava piştevaniyê de bin

Di civîna UCLG-MEWA ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jê re malûvaniyê dike de, bal hate kişandina ser girîngiya piştevaniya di navbera şaredariyan de.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Civîna Lijneya Rêveber û Konseya Hevpar a Teşkîlata Rojhilata Navîn û Herêma Rojavayê Asyayê ya Bajarên Yekbûyî (UCLG-MEWA) li hotêlekê Amedê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin.

Di civînê de ji ewil Şaredarê Bajarê Mezin a Trabzonê Ahmet Metîn Genç axivî û got ku li gel rêveberiyên herêmî hatine gel hev û têdikoşin. Genç, bertek nîşanî êrişên li dijî Filistîn û Lubnanê da û şermezar kir.  

Şaredarê Bajarê El Halîlê yê Filistînê Tayseer Abu Sneneh jî li ser zoomê beşdarî civînê bû û qala komkujiyên li dijî Filistînê û zehmetiyên xelk dikişîne kir. Sneneh, wiha got: “Mirov neçar dimînin ku li derve, di bin bombebaranê de bijîn. Ev zêdetirî saleke li Xezeyê komkujî û qirkirin didome.” Sneneh, ji bo kesên li Filistînê jiyana xwe ji dest dayin xwest deqeyek rêz were girtin. Li ser vê yekê deqeyek rêz hate girtin. Sneneh, piştre got ku destûr nayê dayin biçin derveyî welat lewma tev li civînê nebûye. Sneneh, bi lêv kir ku tevlibûna civînên bi vî rengî ji bo hevkariya rêveberiyên herêmî yên navneteweyî firsendeke.

Sneneh, anî ziman ku xebatên şaredariyan dê bikarin qelîteya jiyana mirovan baştir bikin û wiha pê de çû: “Weke xelkê Filistînê em di şert û mercên zehmet de dijîn. Ji 7’ê cotmehê heta niha tevahiya Xeze û bajarên Filistînê ji qirkirina heyî bibandor dibin. Bajarên me niha veguherîne girtîgehên mezin. Xelk nikare pêdiviyên xwe dabîn bike û çûyîna bajarên din carnan dibe îşkence. Li Xezeyê jiyan nema ye û xelk bi wêraniyeke mezin re rû bi rû ye. Avahî, nexweşxane, mizgeft, rê, binesazî… Ev tevek hatin tunekirin. Şaredariyên li Şeriaya Rojava di sekeratê de ne. Ji ber ku hema hema tiştekî bi navê şaredariyê nema ye. Destûrê nadin şaredarî alîkariyê bidin mirovan. Em nikarin tiştên herî biçûk jî çareser bikin. Lewma divê ev qirkirin û polîtîkayên cezakirinê bi dawî bibin. Ji bo mirov bikarin mafên xwe bi kar bînin û ji xizmetên şaredariyê sûd bigirin, divê ev şer bi dawî bibe. Divê zexta navneteweyî li dagirkeran were kirin. Dixwazin bang li şaredariyên Tirkiyeyê û UCLG MEWA’yê bikim; em li bendê ne ku hûn piştevaniya xwe ya bi Filistînê re zêde bikin. Ez dixwazim ku sekreteriya MEWA’yê planeke çalakiyên lezgîn amade bike. Ji bo pêşketinên şênber, pêdiviya me bi alîkariyê heye.”

Piştî axaftinê, filmê danasîna UCLG-MEWA’yê hate nîşandan.

Şaredarê Laheyê ya Hollandayê Jan Van Zanen de jî li ser zoomê beşdarî civînê bû û got ku niha tevahiya cîhanê di rewşeke zehmet de ye û divê şaredarî bi hev re bin. Zanen, got ku hewcehî bi parastina nirxên hevpar heye û wiha pê de çû: “Divê em şaredariyên cîran bînin gel hev û pirên xurt ava bikin. Girîng e ku em pêşeroja bajaran jinûve biafirînin.”

Sekretera Giştî ya UCLG’ê Emilia Saiz jî anî ziman ku avakirina piran a di navbera welatan de peywira herî girîng e.

Civîn, bi sernavê “Dîplomasiya bajar û komîteya rêveberiya herêmî: Hevkariya navbajaran” domiya. Moderatoriya rûniştinê Koordînatorê Têkiliyên Navneteweyî yê UCLG-MEWA’yê Yehia Îbrahîm kir. Serokê Yekitiya Rêveberiyên Herêmî yê Filistînê Karîm Zubaîdî,  Şaredarê Selçukluyê Ahmet Pekyatirimci, Midûrê Giştî yê Enstîtûya Pêşketina Bajarên Ereb Dr. Anas Almughairy, Şaredarê Guzelyurtê û Serokê Yekitiya Şaredariyên Tirk ên Qibrisê Mahmut Ozçinar, Şaredarê Bajarê Mezin a Ajlounê Hamza Al Zghoul û Hevşaredarê Rezanê Siraç Çelîk weke axêver tê de cih girtin.  

Ji ewil Abdul Karîm Zubaîdî axivî û got ku sûcên şer ên Îsraîlê didomin, xelkê Filistînê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye, ji sedî 70’ê Xezeyê hatiye hilweşandin, milyonek û nîv kes nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin û banga mezinkirina piştevaniyê kir.

Ozçinar jî anî ziman ku divê di polîtîkayên enerjiyê de pêş bikevin, bi hev re çareseriyan peyda bikin û enerjiya kesk bi dest bixin.

Hamza Al Zghoul jî got ku li erdnîgariya ereban cînayetên mezin tên kirin, herêm tên tunekirin û got: “Divê rêveberiyên herêmî qelîteya xizmetan zêde bike. Ev dê rê li ber guherîn û veguherînê veke.”

Hevşaredar Siraç Çelîk jî bal kişand ser texrîbata qeyûman di nava 8 salan de ava kirî. Çelîk, wiha domand: “Ji ber van texrîbatan me zehmetiyên mezin kişandin. Yek ji destkeftiyên herî mezin ên şaredariyên me, pergala hevşaredartiyê ye. Jin û mêr bi awayekî wekhev tê de cih digirin. Di qanûna partiyên siyasî de bingeha qanûnî ya hevserokatiyê hatiye avakirin. Em hewl didin bi têkoşîna xwe ji bo şaredariyên herêmî jî bixin meriyetê. Rêya avakirina rêveberiyên xweser û azad, avakirina serwextbûna hemwelatîbûnê ye. Divê rêveberiyên herêmî bi welatiyan re têkiliyên demokratîk deynin. Hevşaredarên me bi pêşhilbijartinê hatin hilbijartin û ev yek mînak e. Mînakeke demokrasiyê ye.”

Çelîk, da zanîn ku xurtkirina hevkariya di navbera şeredariyan de, ji bo parastina nasnameyên bajaran jî girîng e. Çelîk, diyar kir ku pêşxistina teknolojiyê, zêdebûna nifûsê, guherîna avhewayê û hwd. pirsgirêkên mezin in. Çelîk, wiha bi dawî kir: “Texrîbatên bajaran ên şerê herêmî û pevçûnan rê li ber vekir, mecbûr dike ku rêveberiyên herêmî yên demokratîk bên avakirin. Girîng e ku tora piştevaniyeke berfireh were avakirin.”  

Piştî axaftinan, navbera hate dayin û dê civîn ji çapemeniyê re girtî bidome.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike
Nûçeya Pişt re Cînayeta Narîn Guran: Îdîaname hate qebûlkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê: Rojava encama yekîtiya gelê Kurd e

Rewşenbîr û çalakvanên ji Başûrê Kurdistanê di salvegera 14’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de destnîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Hevrêyê me Îbrahîm Mihemed El Ziêtir di qezaya trafîkê de şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanekî wan 13'ê Gulanê li Kobanê…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Şervanek me li gundewarê Dêrazorê

Li gundewarê Dêrazorê mayîneke ku şaneyên DAÎŞ`ê bi cih kirine, bi erebeyeke leşkerî ya QSD`ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rojnamevan Mustafa Balci  Şaban Sevînç hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Stenbolê komplo hate protestokirin: Azadiya Birêz Ocalan nayê paşxistin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê statuya Rêber Apo were diyarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?