Bi germbûna hewayê re çiyayên Kurdistanê rengîn bûn. Bi bandora baranê çiya şîn bûn û li deştê jî kulîlkên darên bihîvê bişkivîn. Kulîlkên ji rengê mor, spî û pembe jî hem gund, hem jî çiya rengîn kirin. Van kulîlkan xemla xwe dan Dersim, Bedlîs û Colemêrgê jî. Nêrgiz jî li deştê şîn bûn.
Navçeyên Pasûr, Hênê, Licê û Farqînê yên Amedê bi kulîlkên cihêreng û darên bihîvê xemilîn.

