Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Coşa 8’ê Adarê: Jin bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ li qadan e
Jin

Coşa 8’ê Adarê: Jin bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ li qadan e

Jin bi wesîleya 8'ê Adarê li gelek bajaran hatin cem hev û peyama ku ew ê dest ji têkoşînê bernedin dan. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo mohra xwe li li çalakiyan xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Jinan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di serî de li Xarpêt, Colemêrg, Dîlok, Wan, Riha, Konyayê û gelek bajaran hatin cem hev. Hat diyarkirin ku di çalakiyan de bi banga Rêber Apo deriyekî ji aştiyê re hat vekirin û wiha hat gotin, “Ev derî têkoşîna me hemûyan a ji bo azadî û edaletê ye. Ev 8’ê Adarê wê deriyê azadî, edalet, wekhevî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji me re veke.”

XARPÊT

8’ê Adarê li navçeya Dep  ya Xarpêtê bi coş hat pîrozkirin. Li salona ku şahî lê hat lidarxistin pankartên “Em li dijî komkujiya jinan serî hildidin, em ji bo azadiyê dimeşin” û “Em neqediyan, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” hatin daliqandin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Şaredara Depê Songul Duzgun di şahiyêm de axivî, diyar kir ku 8’ê Adarê ne tenê cejna jinan e û anî ziman ku azadî wê bi destê jinan pêk were. Songul Duzgun got, “Em li her derê, li kargeh, li qadan, li şaredariyan, li kolanan, li malan ji bo parastina nasnameya xwe, têkoşîna xwe didomînin. Em ê bi paradîgmaya xwe ya li dijî vê sîstemê û pergala baviksalarî jiyanê xweştir bikin. Em ê şer û xizaniyê ji holê rakin. Hûn jin wê aştî û biharê bînin. Ger jin azad bibe civak jî azad dibe. Heta jin mafên xwe negirin li vê dinyayê edalet pêk nayê. Em dizanin ku jin wê têkoşîna xwe mezin bikin û mafên xwe bi dest bixin, edalet û aştiyê bînin vî welatî. Bijî têkoşîna me ya jinan. Bijî hevgirtina jinên me. bîjî 8’ê Adar’ê.”

COLEMÊRG

Bi pêşengiya TJA’yê li Colemêrgê li salona dawetê şahiyek hat lidarxistin. Gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Koma Aryen derket ser dikê û bi staranên xwe beşdaran coşand. Hevseroka DEM Pariyê ya Bajêr Humeyra Armut 8’ê Adarê pîroz kir. Humeyra Armut got, 8’ê Adarê roja berxwedanê ye, 8’ê Adarê roja têkoşînê ye, 8’ê Adarê roja bihevrebûna jinanê ye. Ji bo vê jî em ê dîroka xwe û berxwedana xwe biparêzin.

Parlamentera Partiya DEM’ê ya Colemêrgê Oznur Bartîn bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê. Oznur Bartin anî ziman ku weke 8’ê Adarê û 21’ê Adarê rojên dîrokî derbas dikin û got, “Birêz Ocalan bi bangawaziyeke dîrokî îmze avêt. Piştî peyama dîrokî divê em jî bi hêztir xwe bi rêxistin bikin. “Jin û dayikên ku tu carî dest ji aştî û azadiyê bernedin, wê vê pêvajoya aştiyê hîn bêhtir bi rûmet bikin.”

Piştî axaftinan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê hat xwendin. Piştî peyam hat xwendin jinan bi stranên Koma Aryen govend gerandin.

WAN

Şaxa KESK’ê ya Wanê têkildarî 8’ê Adarê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Çi bi serê Rojîn Kabaîş de hat?”, “Komkujiya jinê siyasî ye” hatin vekirin. Fîgen Çolakoglu diyar kir ku ew ê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin, banga mezinkirina têkoşînê kir.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin, jîyan, azadî” bi dawî bû.

DÎLOK

Platforma Jinên Demokratîk a Dîlokê li Parka Kirkayakê ya navçeya Mezmaxorê 8’ê Adarê pîroz kir. Di çalakiyê de pankarta “Em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya li dijî her cure tundî û zilmê bernedin” hate vekirin, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Şahî bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.

RIHA

Platforma Jinan a Bajarê Rihayê ji Parka Novada heta Qada Topçu meşiyan. Jin bi cilûbergên xwe yên neteweyî û rengîn beşdarî meşê bûn, pankartên “Bi israr serhildan û azadî”, “Em ê bi têkoşîna xwe jiyanê azad bikin” û “Bijî hevgirtina jinan”, “Ji qirkirina jinê re na” û “Peymana Stenbolê bixin meriyetê” hatin vekirin. Di tevahiya meşê de jinan bê navber dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Ji şer re na, aştî niha” berz kirin.

Berdevka Demê ya Platformê Gul Fehîme Bînîcî di daxuyaniya çapemeniyê ya li qadê da axivî û bal kişand ser geşedanên dîrokî yên 8’ê Adarê û bal kişand ser girîngiya rojê.
MÊRSÎN

Li Mêrsînê bi pêşengiya Sendîkaya Tum Emekliler Şaxa Mêrsînêçalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Em ê berdêla krîzê nedin, Em ne kole ne, em jin in, em di îsyanê de ne” hate vekirin û bê navber dirêşm hatin berzkirin.

Sidiqa Gunduz daxuyaniya çapemeniyê xwend û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

SÊRT

Li Sêrtê jinan bi cil û bergên xwe yên gelerî 8’ê Adarê pîroz kirin û  bê navber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî 8’ê Adarê” berz kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Rahşan Erslan, Hevseroka DBP’ê Naze Bulga û Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş a ku qeyûm tayînî şûna wê kirin, axaftinên kurt kirin. Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Saritaş bal kişand ser girîngiya banga Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk”.

Dengbêj Halîde derket ser dikê.

AGIRÎ

Şaxa ÎHD’ê ya Agirî bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da. Rêvebera ÎHD’ê Rûken Înan di daxuyaniya li Kolana Cumhuriyetê hat dayin de axivî, hevdîtinên aştiyê bi bîr xist û anî ziman ku jin di 8’ê Adara îsal de daxwaza xwe ya aştiyê bilind kirin.

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

ÎDIR

Bi pêşengiya TJA’yê li Îdirê ji bo 8’ê Adarê meş û şahî hat lidarxistin. Di şahiyê de koma muzîkê ya Koma Sorjian derketin ser dikê.

Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Navendî ya Îdirê Fatma Kaya bal kişand ser perspektîfa Rêber Apo ya ji bo aştiyê û diyar kir ku Rêber Apo hêviyek mezin di civakê de afirandiye.

KONYA

Platforma Jinan a Konyayê di çarçoveya çalakiya 8’ê Adarê de ji Egîtîm Sena Konyayê heta Parka Gedavetê meşiyan. Di çalakiyê de pankarta “Em hebûn, em hene, em ê hebin” hate vekirin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Qetilkirina jinan polîtîk ye” hatin berzkirin.

Di daxuyaniyê de peyamên berfirehkirina têkoşînê hatin dayîn.

HATAY

Li Hatayê Platforma Jinan a Îskenderûnê li ber edliyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em berxwedanê bi rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” vekirin. Jinan gelek caran dirûşmeyên “Ji şer re na, aştî niha” û “Bijî hevgirtina jinan” berz kirin.

Endama Platformê Belgîn Ayraci diyar kir ku newekheviya zayendî roj bi roj zêde dibe û banga mezinkirina têkoşînê kir.

ÇEWLÎG

Li Çewlîgê jî jin li ber Mizgefta Uluyê li hev civiyan û heta xaçerêya PTT’ê meşiyan. Di meşê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Endama Platforma Jinan a Çewlîgê Ceyhan Bariş Ogur bertek nîşanî “sala malbatê” ya ji hêla desthilatê ve hatiye îlankirin da û got, “Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî sînorên serdest ên mêr û mêtingeriya kapîtalîst bi gotina ‘Em jin in, ne malbat in’ têkoşîna xwe ya ked û azadiyê mezin bikin.”

MELETÎ

Platforma Jinên Demokratîk a Meletî 8’ê Adarê li xaçerêya Jorîn a Emeksîzê bi coş pîroz kir. Di pîrozbahiyê de pankartên “Jin wê hem bihar û hem jî aştiyê bîne” û “Jin jiyan azadî” hatin hilgirtin, jinan bi stranên Kurdî demeke dirêj govend gerandin û gelek caran dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin.

SEMSÛR

Platforma Jinan a Semsûrê ji avahiya Platforma Şaxên KESK’ê heta Qada Demokrasiyê meşiyan. Di meşê de pankarta ”Jin dimeşin, têkoşîna me mezin dibe” û dowîzên “Bijî hevgirtina jinan”, “Aştî niha” hatin hilgirtin. Di meşê de bênavber dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya got, “Mixabin jinên HDK’ê yên ji bo Civaka Demokratîk têdikoşin hatin girtin. TJA ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşe bi tundiya polîsan re rû bi rû ye. Di fitrata me de berxwedan heye.  JI bo ji şer re bêjin na me bingehek ava kir. Jin xwedî li banga 27’ê Sibatê ya birêz Abdullah Ocalan derketin. Aştî wê bi pêşengiya jinan pêk were.”

ENQERE

Jinan bi pêşengiya Platforma Jinan a Enqereyê li ber Metroya Kolejê kom bûn û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Em bêdeng nabin, natirsin, guh nadin”, “Jin jiyan azadî” û “Dema jin tên qetilkirin polîs li ku bûn” berz kirin û ber Guvenparkê ve meşiyan. Polîsên ku deriyê Pira Mîthatpaşa girt, êrîşî jinan kir. Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Neylan Solmaz di êrîşa polîsan de ji ber derba ji serê xwe xwar ji ser hişê xwe çû. Tevî hemû astengiyên polîsan jî jinan li ber Pira Mîthatpaşa daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Berdevka Jinan a DEM Partiyê ya Enqereyê Nebahat Çalpan û ya Tirkî jî ji aliyê endama KESK’ê Zelal Angay ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê 23 sal in desthilatdariya siyasî êrîşî destkeftiyên jinan dike, ev tişt hatin gotin: “Em ê li dijî şerên desthilatdariya mêr pêşengiya avakirina aştiya bi rûmet û mayînde bikin. Silav ji dayikên aştiyê yên pêşengên aştiyê ne û dayikên Şemiyê yên ku berxwedana xwe didomînin. Ji Şoreşa Jinan a Rojava re silav. Em ji bo li dijî şer aştiyê biparêzin li vir in.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Edeneyê 8’ê Adarê: Em bi têkoşîna azadiyê aştiyê bi rêxistin dikin
Nûçeya Pişt re Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ji bo jinên girtî yên nexweş çalakî hatin lidar xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yuksel Genç: Gel dixwaze bibîne bê Komîsyona Meclîsê wê çi bike

Koordînatora Navenda Lêkolîna Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç ragihand ku gel bi xurtî dixwaze…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên 8’ê Adarê didome

Jinên ku li gelek bajarên Kurditan û Tirkiyeyê xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên ESP û SGDF’ê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên ESP û SGDF’ê li dijî tecrîdê li girtîgehên Ewlehiya Bilind dest bi greva birçîbûnê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?