Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Coşa Newrozê li Agiriyê: Sema Yuce hate bîranîn, dayika wê agir vêxist
Kurdistan

Coşa Newrozê li Agiriyê: Sema Yuce hate bîranîn, dayika wê agir vêxist

Şahiya Newrozê li Agiriyê jî bi tevlîbûneke zêde û bi coş hate lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Bazara Kevn a Kayê ya li navenda Agiriyê pîrozbahiya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hate lidarxistin. Bi hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Beriya pîrozbahî dest pê bike welatiyan li ber stranan govend gerand. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dayika yek ji cangoriya Newrozê Sema Yuce, Zennure Yuce, Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmud Dîndar û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan tevlî pîrozbahiyê bûn.

Ciwanan li qada Newrozê û li ser dikê posterên mezin ên Rêber Apo û Salih Muslim hildan. Her wiha wêneyên Rahşan Demîrel, Sema Yuce û Kemal Kurkut jî hatine hildan. Stranbêj Devrîm Çelîk û Aylîn Demîrkaya derketin ser dikê û strîn û gel li ber stranan wan govend gerand.

Parlamenter Necla Demîr pêşî axivî û wiha got: “Bi hezaran milet hatine çûyînê û bi hezaran Dehak jî hatine û çûne. Lê gelê Kurd li dijî hemû Dehakan jî li ser axa xwe jiyan kiriye û jiyan dikin. Ev jî bi xêre zanebûn, têkoşîn û berxwedanê bûye. Axa Kurdistanê axeke dewlemend e lewma hemû dewlet her tim êrişî axa Kurdistanê dikin. Gelê Kurd bi ruhê xwe yê berxwedêr û bi rêbertiya xwe hatiye roja îro ku li qadên azad Newrozê pîroz dike.”

Piştî axaftina Demîr, Dêya Sema Yuceyê, Zennure Yucey û siyasetmedaran agirê Newrozê vêxistin. Dûre ciwanan li dora agir govend gerand.

Parlamenter Mahmut Dîndar jî axivî û bi bîr xist ku ev bi rojane gelê Kurd li qadan e û got: “Gel dibêje divê pêşiyê Serokê me azad bibe encax wisa ev pêvajo bi aramî pêş bikeve û serbikeve. Em jî li warê Ehmedê Xanî bang dikin ku em jî li pey paradîgmaya Abdullah Ocalan in û divê Rêberê me azad bibe ku axa me bibe baxçeyê gul û gulistanan. Ev sed sal e bi hezaran ciwanên me şehîd ketine. Heke îro li vê qadê em bikaribin biaxivin ev bi xêra şehîdên me ne. Em di şexsê Salih Muslim da hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Dema em dibêjin Newroz; Rahşan Demîrel, Mazlum Dogan, Zekiye Alkan… tên bîra me. Bi agirê ku wan bi bedena xwe xistî, agirê Newrozê bilind û geş dibe. Her wiha dema em dibêjin Newroz; Kemal Kurkut tê bîra me ku ew bi awayekî bêehlaqî hate qetilkirin. Em ê li ser xeta şehîdên Newrozê bimeşin û em ê xeta wan bi ser bixînin.”

Paşê jî Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan axivî û ev yek anî ziman: “Em Newroza tevahî hevrêyên xwe yên di girtîgehan de, yên ku li Rojava têkoşînê didin û Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin. Ev Newroz newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekîtiya gelê Kurd e. Gelê Kurd û dostên Kurdan li dijî eriş û polîtîkayên şerên taybet xwedî li Abdullah Ocalan û pêvajoya aştî û civaka demokratîk xwedî derketin. Heke di van sir û seqeman jî gelê Kurd li qadên Newrozê be, wateyeke vê yekê heye. Wateyê wê ew e ku gelê Kurd azadiya Rêberê xwe, azadiya siyasetmedarên xwe, azadiya nasnameya xwe dixwaze.”

Pîrozbahî li ber stranan û gerandina govendê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AGIRÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qowanciyan şahiya Newrozê
Nûçeya Pişt re Li Kerboranê agirê Newrozê hate vêxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi balafira bêmirov êrîşî Moskowê hate kirin: 5 kes mirin

Di êrîşa bi balafira bêmirov a li ser herêma Moskow a Rûsyayê de, 5 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo gerîlayê HPG’ê Adem Goz mewlûd hate dayin

Ji bo gerîlayê HPG'ê Adem Goz ku li Dersimê sala 2021'ê di şer de şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Têkildarî windahiyan hevrûbûneke rasteqîn şert e’

Birayê Serdar Taniş ê li Silopiyayê beriya 24 salan hate windakirin û piştre agahî jê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?