În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > DAÎŞ li başûrê Sûriyeyê vedigere
Rojava

DAÎŞ li başûrê Sûriyeyê vedigere

Vegera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê ji aliyê rayedaran ve ji nedîtî ve tê. Hinek ji wan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên nû ve têne parastin. Ev rewş bilindbûna bi nepenî ya rêxistinê ya sala 2014’an tîne bîra mirovan. Gel bi fikar e ku tundî jinûve rû bide.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi fikara ku çeteyên DAÎŞ’ê jinûve dikarin vegerin, bal li ser çola Sûriyeyê ye. Her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY) jî hişyariyan dide. Dema dawî li Tejaneya Yermûkê ya Derayê ku li başûrê Sûriyeyê ye, nûçe belav bûn ku çeteyên DAÎŞ’ê jinûve bi bandor dibin.

Ev vegera endamên DAÎŞ’ê piştî Kanûna 2024’an destpê kir ku rejîma Beşar Esad hate hilweşandin. Wê demê ji Girtîgehên Sednayayê bi sedan kes hatin berdan ku bi sedan DAÎŞ’î lê dihatin ragirtin.

Beriya ku hêzên Esad sala 2017’an kontrolê bi dest bixin, Tejaneya Yermûkê ya li Derayê ya li başûrê Sûriyeyê keleha dawî ya DAÎŞ’ê bû. Ev tejane îro jî şahidiyê jinûve rabûna çeteyên DAÎŞ’ê re dike. Lê belê vê carê hesab ji wan nayê pirsîn, her wiha hin ji wan ji aliyê hezên leşkerî yên rêveberiya Şamê ya demkî ve têne parastin.

Li gorî qenala ‘Daraa 24’ a herêmî, gelek endamên DAÎŞ’ê hatin berdan, ku dema herêm di bin kontrola rêxistinê de bûn dixebitîn û sala 2018’an hatin girtin. Her wiha hate ragihandin ku hin milîtanên bi salan xwe veşartibûn jî vegeriyan gundên xwe.

Bajarokê Tasilê yê li rojavayê Derayê nêzî du salan di bin kontrola DAÎŞ’ê de bû. Niha jî herî kêm 8 endamên DAÎŞ’ê li vî bajarokî vegeriyan ku di nava rêxistinê de bi roleke aktîf rabû bûn. Gelê xwecihî dibêje, wan nekarî hovîtiya rêxistinê ji bîr bikin. Şêniyekî bajarok bûyerên sala 2016’an bi bîr xist û got, “Kurên me hati kuştin, cesedên wan bi qadê ve hatin daliqandin. Îro hin ji va kesan bêteredût jinûve dikevin nava me. Hin ji wan ji aliyê hêza ewlekariyê ya li Tasilê û Servîsa Ewlekariya Giştî ya li herêma rojava ve têne parastin. Hinek ji wan bi têkiliya xwe ya bi servîsên ewlekariyê pesnê xwe didin, dibêjin hevalên wan li nava servîsê dixebitin, yan jî ji aliyê dewletê ve têne parastin.”

Li gorî Daraa 24 meha Tîrmehê şêniyên Tasilê ji bo derxistina çeteyên DAÎŞ’ê yên berê ji bajarok, li ber hêzên ewlekariyê çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin. Çalakiya şermezarkirinê piştî wê bûyerê rû da ku di navbera şêniyên herêmê û hin ji endamên DAÎŞ’ê yên vegeriyan de pevçûn qewimî.

Hişyarî hate dayin ku vegera çeteyên DAÎŞ’ê gefeke yekser li aştiya civakî ya li herêmê dixe û hate gotin, “Şêniyên herêmê yên ku zarokên xwe winda kirin an jî rastî binpêkirinên giran ên rêxistinê hatin, êdî li kiryarên berê rast tên û ne xwedî derfetê hesabpirsînê ne.”

Aktîvîstên xwecihî destnîşan dikin ku eger pêvajoyeke adîl û zelal neyê meşandin, dibe ku yên vegeriyane zemîneke nû ya şer amade bikin. Sûîqestên dema dawî yên li bejahiya rojavayê Derayê xwedî şopa rêbazên DAÎŞ’ê ne.

Vegera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê ji aliyê rayedaran ve ji nedîtî ve tê. Hinek ji wan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên nû ve têne parastin. Ev rewş bilindbûna bi nepenî ya rêxistinê ya sala 2014’an tîne bîra mirovan. Gel bi fikar e ku tundî jinûve rû bide.

Aktîvîstên xwecihî dibêjin vegera bi vî rengî li gelek gundan bûye, ev yek tesadufî nîne û destnîşan dikin ku rayedar vê pêvajoyê ji nedîtî ve tên.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê New York Times: Li gel sozên reformê jî li Sûriyeyê otorîterî dewam dike
Nûçeya Pişt re Li Nepalê çalakiyên şermezarkirinê: 19 mirî, Wezîrê Karên Hundir îstifa kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Têkildarî Ayhan Bayar ê 30 sal in girtî ye, biryara berdanê

Têkildarî Ayhan Bayar ê ku tehliyeya wî bi awayekî kêfî salek û 6 mehan hatibû…

Ji aliyê Stêrk TV

Encamnameya Konferansa Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê hat eşkerekirin

Di encamnameya Konferansa Meclisa Jinan a DEM Partiyê de peyama, "Şerê li Herêma Federal a…

Ji aliyê Stêrk TV

Di beşekî mezin ê Ewropayê de hişyariya germahiya zêde

Herêmên rojava û başûr ên Ewropayê, di dawiya vê hefteyê de û rojên pêş di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?