Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) li hemberî êrîşên nîjadperest ên li ser karkerên Kurd daxuyaniyeke nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Em dibînin ku di rojên dawîn de karkerên çandiniyê yên demsalî yên Kurd bi êrîş û gefan re rû bi rû mane. Nabe ku ev êrîş weke nelihevkirina di navbera çend karkeran de werin nîşandan. Ger Kurdbûn, ziman û herêmên însanan werin hedefgirtin, ev yek bi awayekî eşkere nîjadperestî û cudakarî ye.’’
FEDA û DAKB’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman:
‘’Roja îroyîn tişta ku divê were kirin, xurtkirina xwişk-biratî, jiyana hevpar û pêşeroja her du gelan e. Weke Elewî divê em alîgirên aşitiyê bin. Em ê destûrê nedin ku di navbera gelê Kurd û gelê Tirk de tovên nefretê werin belavkirin. Em ê piştevaniyê bidin hemû alîgirên aşitiyê. Em ê bi hev re li dijî nîjadperestî, cudakarî û siyaseta nefretê bisekinin. Ji bo xwişk-biratiya gelê Kurd, gelê Tirk û hemû gelên din; ji bo jiyaneke demokratîk, wekhev û aşitiyane werin em dengê xwe bilind bikin.
Li dijî nîjadperestiyê em li rex hevûdu bisekinin!’’

