Pêncşem, 9 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li nexweşiyên girtiyên diçin doktor teşhîsa ‘psîkolojîk’ tê kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozturk: Bi feraseta ‘min kir û bû’ mesele çareser nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê ‘Denîz ê Mirî’ hat astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtî Haci Aslan piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gever wekî ‘Bajarê Jinan’ hate îlankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Zîlan Tek piştî 7 salan konê sersaxiyê hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ne hêsan e ku Kurd weke berê bêne fedakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê wê Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê di 6 mehan de 9 jin hatin darvekirin, bi dehan jin jî hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin wê ji bo aştiyê li ber Meclîsê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di Hezîranê de 29 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sempozyuma Silêmaniyê de nûnertiya jinan a di pêvajoya entegrasyonê de hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Darvekirina rewşenbîrên Sûriyeyî û Lubnanî: Trajediyeke Osmanî
Rojava

Darvekirina rewşenbîrên Sûriyeyî û Lubnanî: Trajediyeke Osmanî

Di sala 1916'an de Osmaniyan rewşenbîrên Sûriyeyî û Lubnanî darve kirin. Zextên Cemal Paşa li Şam û Beyrûdê 21 rewşenbîr kir hedef, neteweperestiya Ereb sor kir û bû sedem ku 'Roja Şehîdan' bê afirandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Gulan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di nava rewşa kaotîk a Şerê Cîhanê yê Yekemîn de polîtîkayên hişk ên ku dewleta Osmanî li wîlayetên Sûriyeyê dimeşand, bû sedem ku bi rêk û pêk êrîş li rewşenbîrên neteweperest ên Ereb bêne kirin. Di salên 1915 û 1916’an de bi taybetî di 6’ê Gulana 1916’an de darvekirinên komî yên li Şam û Beyrûdê hatin kirin, şopên kûr li ser dîroka Sûriye û Lubnanê hişt. Ev darvekirin bi serkêşiya Fermandarê Artêşa 4’emîn a Osmanî û Waliyê Sûriyeyê Cemal Paşa ve bi sûcdariya ‘xayîntiya welêt’ û ‘cihêkariyê’ hate kirin. Pêşengên tevgera hişyarbûna Ereb (Nahda) bûn hedef.

PIŞTPERDEYA DÎROKÎ

Dewleta Osmanî dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an li herêmên cuda yên împaratoriyê bi tevgerên neteweperest re rû bi rû mabû. Li wîlayetên Ereb bi taybetî li Sûriye, Lubnan û Fîlîstînê bi tevgera Nahda re hişyarbûneke çandî û siyasî destpê kiribû. Bi vê tevgerê re armanc ew bû ku nasnameya Ereb bi rêya perwerde, çapemenî û wêjeya Erebî bê xurtkirin. Lê belê sala 1908’an piştî ku Civata Îttîhat û Terakkî (ÎTC) bû desthilatdar, polîtîkayên ‘Tirkkirinê’ yên Osmaniyan acizî xiste nav Ereban.

Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekemîn re (1914) dewleta Osmanî li dijî Dewletên Îtîlafê (Îngilistan, Fransa, Rûsya) li kêleka Elmanyayê sekinî. Zor û zehmetiyên aboriyê, xela û seferberiya şer rageşiya li wîlayetên Sûriyeyê zêde kir. Heman demê hin rewşenbîrên Ereb li hemberî rêveberiya Osmanî civatên veşartî yên bi daxwaza reform an jî serxwebûnê ava kirin. Rêxistinên weke El Fetat, El Ahd û Civata Reformê ya Lubnanê, hewl didan ji Osmanî xweseriyê yan jî bi piştgiriya Îngiliz/Fransayê serxwebûnê bi dest bixin. Rêveberiya Osmanî jî ev kar di dema şer de weke ‘xiyanet’ dît û polîtîkayeke zextê ya hişk da ber xwe.

Li Sûriyeyê afirînerê vê polîtîkayê Cemal Paşa bû ku sala 1915’an weke Fermandarê Artêşa 4’emîn hate tayînkirin. Cemal Paşa ku jê re ‘Haci Paşa’ jî dihate gotin, li herêmê rewşa awarte ragihand û dixwest dengên muxalîf bitepisîne. Heman salê Fransiyan xwe ji Konsolosxaneya Beyrûdê vekişandin û belgelyên li pey xwe hiştin, ketin destê meqamên Osmaniyan. Di van belgeyan de nivîsên hin rewşenbîrên Ereb ên bi Fransiyan re hebûn. Ev yek jî ji bo Cemal Paşa bû bingeha biryarên darvekirinê.

RÊVEÇÛNA BÛYERÊ: DARVEKIRINÊN 1915-1916

Sala 1915 ew dem bû ku Cemal Paşa polîtîkayên zextê yên li Sûriyeyê giran kir. 1915 di heman demê de ew sal bû ku Ermen û Suryan hatin qirkirin. Lewma komkujiyên ku Cemal Paşa li Sûriye û Lubnanê kir, ji polîtîkaya giştî ya dewleta Osmanî ya wê demê ne cudatir b3u.

Belgeyên ku ji Konsolosxaneya Fransayê hatin bidestxistin, nîşan didan ku li Şam, Beyrûd û Lubnanê gelek rewşbîran li hemberî Osmaniyan kar dikirin. Di belgeyan de hin rewşenbîran li ser liv û tevgera artêşa Osmanî agahî didan Fransiyan û îdîa dikirin ku ji bo serxwebûnê li piştgiriyê digerin. Cemal Paşa ev belge ji xwe re kir hincet û dest bi operasyoneke binçavkirinê ya berfireh kir.

Di 21’ê Tebaxa 1915’an de li Qada Burc a li Beyrûdê darvekirina komî ya destpêkê pêk anî. Piraniya wan Lubnanî 11 kes hatin darvekirin. Di nava kesên hatin darvekirinê de rojnamevan, oldar û lîderên alîgirê reformê jî hebûn. Vê bûyerê tirs li herêmê belav kir û nîşan da ku Osmanî toleransê nîşanî muxalîfan, dilxwazên azadiyê û komên ji nasname û baweriyên cuda nade.

NASNAMEYA REWŞENBÎRÊN HATIN QETILKIRIN

Di nava kesên hatin darvekirin de gelek entelektuel, kesayetên elît ên olî û siyasî yên Sûriye û Lubnanê hebûn. Çend ji wan bi vî rengî ne:

Şukru el-Aselî (1868-1916): Doktorekî ji Şamê bû. Ev kesayetê ku endamê Meclîsa Osmanî bû bi fikrê xwe yê neteweperestiya Ereb dihate naskirin û endamê Civata El Fetat bû. Nivîsên wî yên ji bo Fransiyan bû hinceta darvekirinê.

Abdulhamid el-Zehravî (1855-1916): Alim, rojnamevanekî ji Şamê bû. Yek ji pêşengên tevgera Nahda bû. Bİ nivîsên xwe yên reformê yên li hemberî Osmanî dihate naskirin. Dilsozê Civata El Ahd bû.

Refîk Rîzk Sallum (1883-1916): Ev kesayetê ku nivîskar û rojnamevanekî Lubnanî bû tevkarÎ li tevgera Nahda kir û li hemberî Osmaniyan nivîsên muxalîf nivîsî.

Emîr Arslan (1868-1916): Lîder û nivîskarê Durzî yê Lubnanî. Hate îdîakirin ku li hemberî rêveberiya Osmanî bi Fransiyan re hevkarî kir.

Petro Paûlî (1866-1916): Oldarê Marûnî yê Lubnanî û perwerdekar bû. Endamê Civata Reformê ya Lubnanê bû û bi têkilîdanîna bi Fransiyan re dihate sûcdarkirin.

Salîm el-Cezayirî (1870-1916): Dîroknasekî SÛriyeyî, yek ji fîgurên girîng ên tevgera Nahda bû. Li hemberî Osmaniyan fikrê reformîst parast.

Abdulvehhab el-Îngilizî (1878-1916): Bazirganekî ji Şamê, endamê El Fetatê bû. Bi îdîaya ku têkilî bi Îngilîzan re danî hate darvekirin.

Cemal el-Hamali (1875-1916): Parêzerekî ji Şamê, endamê Civata El Ahd bû. Bi karên xwe yên alîgiriya serxwebûnê dihate naskirin.

Şefîk el-Mûayyad (1865-1916): Siyasetmedarê ji Şamê û burokratê Osmanî bû. Ji ber fikrên xwe yên reformîst bû hedef.

Ev kesayet di jiyana siyasî û entelektuel a wê demê de bi rolên girîng rabû bûn. Piraniya wan di nava tevgera Nahda de bûn, hewl dabûn bi rêya perwerde û çapemeniya Erebî nasnameya Ereb xurt bikin.

6’Ê GULANA 1916: ROJA ŞEHÎDAN

Kêliya bilind a van polîtîkayên zordariyê di 6’ê Gulana 1916’an de bû ku li Qada Mercê ya li Şamê û Qada Burc a li Beyrûdê bi hevdemî darvekirin hate kirin. Di vê demê de 21 kes hatin darvekirin û ev bûyer li Sûriye û Lubnanê weke ‘Roja Şehîdan’ hate bîranîn. Darvekirin bi fermana Cemal Paşa ji aliyê dadgehên leşkerî (Dîvan-i Harb) ve di encama darizandineke kurt û ne zelal de hate kirin.

Di darizandinê de bi giranî mafê parastinê ji bersûcan re nehate dayin û sûcdarî jî hemû li ser belgeyên Fransiyan hate kirin. Darvekirin li qadên li pêşberî gel hate kirin û bi vî rengî xwestin, tirsê bixin nava dilê gel. Li qadên li Şam û Beyrûdê girseyên gel li darvekirinan temaşe kirin. Vê bûyerê hêrsa li nava civaka Ereb a li hemberî Osmaniyan her wiha hestên neteweperestiyê sor kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Nazim, Cîhan û Egîdan re bêjin em bi ser ketin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji ber dagirkeriya Tirk 7.819 xwendekar li kampan perwerdeyê dibînin

Zarokên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ji cih û warê xwe bibin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Tirkiye di gendeliyê de ji nav 180 welatan di rêza 115’an de ye

Li gorî rapora Rêxistina Şefafîyê ya Navneteweyî Tirkiye bi 34 pûanan di nav wan welatên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji gerîla çalakiyên 15’ê Tebaxê: 6 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di 2 teqînên Şamê de kesek hat kuştin û 31 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di navbera Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Haxî Zîka de protokol hate îmzekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Leşkerên Tirk careke din agir berdan gundên Til Temirê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şamê di teqînê de 18 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?