Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Taziye û bîranîna ku ji bo gerîllayên HPG û YJA-STAR’ê li Amedê ji bo sê rojan hate lidarxistin, bi dawî bû. Di bernameya ku li Koşuyoluyê hate lidarxistin û bi hezaran kes tevlî bûn de, ji xeynî şînê, peyamên têkoşîn û piştevaniyê derketin pêş.
Fatma Arşîmet ku li girtîgehê tê girtin, nekarî tevlî taziyeya ku ji bo kurê wê yê şehîd Şerwan Partîzan hate lidarxistin, bibe. Dayikên aştiyê sersaxiyan qebûl kirin. Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz got, “Ger ew nebiyan, navê Kurd jî tunebûya.”
Bila tu kes nemîne bendê ku em Newala Qeseba ji bîr bikin û dev ji çîroka Egîd berdin. Bila kes nefikire ku berdêla aştiyê bîra me ye. Bila tu pêvajo û hesab nemîne bendê ku dev ji destkeftiyên xwe yên têkoşînê berdin. Nivîa Huseyîn Salîh Durmuş.

