Du sal piştî destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û du meh piştî Qanûna Çarçoveyê di meclîsê re derbas bû, desthilatdariyê gavên pêwîst hîn jî neavêtiye û vê yekê Tevgera Azadiyê ya Kurd nerehet kiriye. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Rêveberiya Tevgerê careke din destnîşan kirin ku divê weke sermuzakerevanê pêvajoyê statuya siyasî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were naskirin û bigihije azadiya xwe, ev yek xeta wan a sor e. Lê belê piştî van daxuyaniyan Serşêwirmendê Serokkomar û Serokwekîlê Polîtîkayên Hiqûqê ya Serokkomar Mehmet Uçum têkildarî statuya hiqûqî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tişt îfade kir: “Statuya wî ya hikûmxwarinê jî nayê guhertin, pêvajoya înfazê jî nayê rawestandin. Em bêjin ku Ocalan di Komîsyona Çekdanîn û Siyasîbûnê de weke koordînatorek hate wezîfedarkirin. Ev wezîfedayîn li ser esasê perspektîfa yekbûna bi dewlet û civakê re ji bo rola xwe ya tasfiyekirina terorê bi cih bîne derfetê xebatê dide, ji dervey vê tiştekî din nîne.”
Ji Koma Aştiyê ya 1999’an Koordînatora Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî rojnamevan Yuksel Genç têkildarî daxuyaniya Uçum ji ANF’ê re nirxandin kir û got, “Daxuyaniya Uçum nîşan dide ku mesafeya navbera tevgera Kurd û aliyê desthilatdariyê çiqasê zêde ye. Hin kesên mîna Uçum li ser navê desthilatdariyê diaxivin, têkildarî vê yekê ji berpirsyariyê direvin û gotinên wan ên wiha niyeta baş a siyaseta Kurd jî suîstîmal dike.”
‘DESTHILATDARÎ HEWL DIDE KU STATUYA BIRÊZ OCALAN NEYÊ DÎTIN’
Yuksel Genç bi bîr xist ku ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destpê kirî û vir ve, ji bo paradîgmaya derbasbûna siyaseta demokratîk pêk were Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê weke rêveberê esas ê pêvajoyê were qebûlkirin û bigihije şert û mercên xebat û jiyana azad. Yuksel Genç diyar kir ku Tevgera Kurd ev xet 12’ê Gulana 2025’an di kongreyê de kir biryar û îfade kir ku rêveberên Tifaqa Komarê ya ji AKP û MHP’ê pêk tê, wê demê bi daxuyaniyên xwe îfade kirin ku ew pir girîngî didin vê kongreyê. Yuksel Genç got, “Hetta wê demê Devlet Bahçelî ragihand ku baskekî çûkê temam bû, niha dora baskê duyemîn e û bendewariyên xwe yên têkildarî helwesta desthilatdariyê ya ji bo reforman û îradeya qanûnî û siyasî anîbû ziman. Ji destpêkê ve Tevgera Siyasî ya Kurd statuya Birêz Ocalan û şert û mercên ji bo azadiya wî weke pêdiviyeke çareseriyê pêşkêş dike, lê belê aliyê desthilatdariyê hewl dide ku ev mijar neyê dîtin. Hetta tevî pêvajoyê jî dem bi dem tecrîd jî tê danîn.”
‘DESTHILATDARÎ KAPASÎTEYA BIRÊZ OCALAN A ÇARESERKIRINA KRÎZAN SUÎSTÎMAL DIKE’
Yuksel Genç destnîşan kir ku desthilatdarî ji bo pêşketina pêvajoyê ji berpirsyariyên xwe direve û kapasîteya Birêz Ocalan a çareserkirina krîzan suîstîmal dike û diyar kir ku weke meseleya duyemîn ev pêvajo ji aliyê desthilatdariyê ve weke pêvajoyeke çareseriya şer a otorîter û bi şert û merc tê meşandin.
‘DESHILATDARÎ JI DESTPÊKÊ VE BALA XWA NEDA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK, DA BÊDENGBÛNA ÇEKAN’
Yuksel Genç diyar kir ku daxuyaniyên hin kesên ku li ser navê desthilatê diaxivin, berpirsiyariyê ji ser xwe diavêjin û ji jor ve diaxivin, dibin sedem ku niyeta baş a siyaseta Kurd xirab bê bikaranîn. Genç, destnîşan kir ku daxuyaniyên dawî yên Mehmet Uçum mesafeya di navbera tevgera Kurd û desthilatdariyê de careke din derxistiye holê.
Genç anî ziman ku desthilat di destpêka pêvajoyê de ji bo bicîhanîna sozên ku dabûn û ji bo vekirina rêya siyaseta demokratîk bêvîn û bêxwestek tevdigere. Genç teqez kir ku tenê bêdengbûna çekan ne çareserî ye û divê ji bo derbasbûna siyaseta demokratîk mercên pêwîst werin afirandin.
Genç hişyarî da ku heta mercên Rêber Apo neyên guhertin û rêya siyaseta demokratîk neyê vekirin, pêvajo dikare bikeve astengiyeke mezin. Her wiha diyar kir ku daxuyaniyên desthilatê nîşan didin ku di cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de bêxwestek in.
Genç wiha axivî: “Mafê Hêviyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye û ev biryar ji bo Tirkiyeyê biryareke mecburî ye. Daxuyaniya Mehmet Uçum nîşan dide ku Tirkiye biryarên DMME yên ku ji bo wê girêdayî ne, cîbicî nake. Li vir mesele tenê Birêz Ocalan nîn e. Ev daxuyaniya Uçum helwestek e ku pêvajoyê paşde dibe û provoke dike.”
Genç da zanîn ku desthilatdarî dixwaze pêvajoyê di bin kontrola xwe de bimeşîne û diyar kir ku nêzîkatiya heyî ji çareseriya demokratîk zêdetir bala xwe daye ser bêdengbûna çekan. Genç got: “Helwesta ku desthilatdarî nîşan dide ku ji destpêkê ve ne li ser çareseriya demokratîk, li ser cihekî ku tenê bêdengbûna çekan dixwaze, rawestiyaye. Bi vê nêzîkatiyê çareserî çênabe.”
Yuksel Genç got ku heta destwerdana li ser azadiya derbirîn, fikir û rêxistinbûnê li Tirkiyeyê berdewam bike, bêewlehî jî dê bidome. Genç diyar kir ku tengkirina qada siyaseta demokratîk, ji bo kesên ku çekan datînin baweriya bi siberojê zehmet dike.
Genç got, tevî ku aliyê Kurd berpirsiyariyên pêvajoyê bicîh tîne jî, gav neavêtina desthilatê ya li ser demokratîkbûn û misogeriya hiqûqî bandoreke neyînî li pêvajoyê dike. Genç anî ziman ku dibe ku hin kom ji bo vekirina rêya pêvajoyê vegerin welat, lê di mercên heyî de vegera hêzên gerîla ne rasteqîn e.
Genç paşvekişandina hêzan ji tunelên li Metîna jî bibîr xist û got ku dîsa jî misogeriya demokratîk û hiqûqî nehatiye dabînkirin. Genç wiha axivî: “Di pêvajoyeke ewqas krîtîk de, diyar e ku yek ji aliyan bi berdewamî fedekariyê dike û aliyê din sozên ku dane bi cih neîne. Ev tiştekî ku bê domandin nîn e.”
Genç da xuyakirin ku venebûna rêya siyaseta demokratîk, vegera gerîla ya ji bo Tirkiyeyê jî zehmet dike. Genç, got ku daxuyaniyên desthilatê gumanan diafirînin ka gelo ew bi rastî dixwazin PKK’ê çekan deyne û ji bo siyaseta demokratîk vegere Tirkiyeyê an na. Genç got: “Ku em li daxuyaniyên Uçum binêrin, ew fikar çêdibe ku aliyê desthilatê bi rastî naxwaze PKK çekên xwe deyne û ji bo siyaseta demokratîk vegere Tirkiyeyê.”
‘DESTHILATDARÎ LI HEMBER PÊVAJOYÊ BI AMANCA AVA KIRINA SÎSTEMA XWA YA NÛ YA SIYASÎ NÊZ DIBE!’
Yuksel Genç got, ew difikire ku AKP’ê bi berçavgirtina pozîsyona Tirkiyeyê ya herêmî û cîhanî re pêvajoyê weke beşek ji amanca avakirina sîstemeke nû ya siyasî dinirxîne.
Genç diyar kir ku amanca desthilatê tenê qezenckirina hilbijartinan nîne û wiha domand: “Ez texmîn dikim ku desthilatdarî vê helwesta xwe ne girêdayî hilbijartinê, lê belê wekî beşeke ji pêvajoya avakirina rejîma xwe ya nû, reng, nirx û avaniyên saziyên siberoja ‘Sedsala Nû ya Tirkiyeyê’ dibîne. Yanî ji hilbijartinê zêdetir tişt hene.”
Genç ragihand ku di vê pêvajoyê de rola Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn, pozîsyona wê ya jeopolîtîk û cihê wê di sîstema ewlehiyê ya cîhanî de jî bi bandor in. Genç got ku ew difikire ku desthilatdarî ji bo avakirina sîstema siyasî ya ku bi xwe diyar kiriye dixebite, ku ev ji hesabên hilbijartinê pir mezintir e.

