Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Daxwaza ‘Ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’ mezin dibe
Rojane

Daxwaza ‘Ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’ mezin dibe

Kampanyaya ‘’Ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’’ ya Platforma Aşitî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) her ku diçe mezintir dibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Tê payîn ku piştgiriya navneteweyî ya ji bo kampanyaya ‘’Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’’ ya EFFP’ê û hejmara kesên ku dixwazin biçin Îmraliyê bi lez zêde bibin. Koma Çepgir AP, Partiya Çepgiran a Ewropayê, Enternasyonalên Pêşvexwaz û rêxistina ARCI ku rixistina serekE ya 5 hezar navendên çandî yên li Îtalyayê piştevaniya xwe ya ji bo kampanyayê ragihandin.

Koordînasyona EFFP’ê Dr. Latîfe Akyuz û siyasetmedar Tûncay Yilmaz têkildarîmijarê ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivîn.

Akademîsyena Aşitiyê Dr. Latîfe Akyuzê got: ‘’Em banga Birêz Ocalan weke mudaxeleyeke ku di serdemeke gelekî dîrokî û krîtîk de hatiye kirin, dinirxînin û diyar kir ku PKK’ê ya ku diket berê wê bi cih aniye lê belê dewletê hê jî pêngaveke hêvîdêr neavêtiye. Latîfe Akyuz bi van gotinan qala armanca kampayayê kir: ‘’Pêvajoyeke ji pêvajoyên din cudatir û ya ku me hê navê wê lê nekiriye, heye. Pêşeketina vê pêvajoyê girêdayî xwedîlêderketina aşitîxwaz, demokrasîxwaz  û edaletxwaz û aktîvîstan e. Pêvajo dikare bes bi vî rengî pêş bikeve. Entellektuel û akademîsyenên li sirgunê jî dizanin ku ji bo ku dewlet pêngavan biavêje divê raya giştî ya navneteweyî berê xwe bide vê yekê, avêtina pêngavan gelekî girîng e û bi vê kampanyayê jî van yekan armanc dikin.’’

AZADÎ NEHATIYE DABÎNKIRIN

Latîfe Akyuz bi bîr xist ku bang ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin û wiha pêde çû: ‘’Şert û mercên azad tune ku Birêz Ocalan eşkere bike ku çima ev bang kiriye û qala perspektîfa vê bangê bike. Heya ku ev şert û mercên azad neyên dabînkirin ne pêkan e ku pêvajo bi awayekî serkeftî pêş bikeve. Ji ber wê yekê divê em têkildarî vê yekê raya giştî ava bikin.’’

Ji raya giştî ya navneteweyî re

Latîfe Akyuz destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd bi taybetî jî di raya giştî ya navneteweyî de xwedî lê hatiye derketin û ev yek anîn ziman: ‘’Ji bo ku dewlet jîli hemberî vê bangê pêngavan biavêje, pêvajo veguhere aşitiyeke mayînde ya rastîn divê Birêz Ocalan bi awayekî azad fikrên xwe li gel însanan parve bike. Kampanya zêdetir têkildarî raya giştî ya navneteweyî ye. Armanca me ew e ku em xwe bigihînin her kesî. Gelek rewşenbîrên ku dixwazin Birêz Ocalan ziyaret bikin hene û armanca me ya sereke ew e ku em van hemûyan birêxistin bikin. Tekane rêya pêşketina vê pêvajoyê ev e. Nayê qebûlkirin ku din şert û mercên tecrîdê de pêvajo pêş bikeve yan jî dewlet li benda vê yekê be.’’

EM DIXWAZIN BI HEV RE NÎQAŞ BIKIN

Latîfe Akyuz bal kişand ser rexneyên li ser neşefafbûna pêvajoyê û got: ‘’Rexneyên weke ‘Em agahiyên rast wernagirin, em nizanin bê ka li pişt deriyan çi hatiye axaftin’ hene. A rastî ew rewşa neşefafbûnê ji aliyê dewletê ve tê afirandin. Tecrîd hê jî berdewam dike. Weke şexsî jî ez dixwazim guhdar bikim bê ka Birêz Ocalan têkildarî vê mijarê çi difikire, ez dixwazim li gel biaxivim û pirsan jê bikim. Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin û fikrên wî hîn bibin û nîqaş bikin. Divê ev şert ûmerc werin dabînkirin yan na ne pêkan e ku ev pêvajo bi awayekî din pêş bikeve. Ger wisa nebe wê bi spekulasyonan pêş bikeve.’’

WERIN EM PERSPEKTÎFA AŞITIYÊ XURT BIKIN

Siyasetmedar Tûncay Yilmaz jî bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd ev 26 sal in di bin tecrîdê de tê girtin û bi taybetî jî ev 5 salên dawîn in di bin tecrîda mutleq de ye û got: ‘’Dema ku dest bi axaftinê dike dikare ji bo gelê Kurd, gelên din û gelên li Rojhilata Navîn pêşiya pêvajoyeke hêvîdêr veke. Xwedî potansiyeke bi vî rengî ye. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî erênî encam bibe divê şert û mercên Birêz Ocalan werin sereraskirin. Weke dîasporayê em armac dikin ku bi vê kampanyayê dorpêça tecrîdê bişkînin. Bo nimûne metna perspektîfê ya 25 rûpelî ya di demên dawî de derketî holê heye. Tê gotin ku ev metin di çarçoveyeke berfirehtir de hatiye amadekirin. Em dixwazin bi Birêz Ocalan re ku bi xwe nivîsandiye, li ser vê yekê nîqaş bikin pêre biaxivin.’’

KAMPANYA WÊ MEZIN BIBE

Tûncay Yilmaz da zanîn ku ji dema ragihandina kampanyayê heya niha gelek hêzên ked, aşitî, demokrasiyê û hêzên çepgir-sosyalîst ên Ewropayê piştevaniyeke mezin hatiye û ev yek anîn ziman: ‘’Koma Çepgiran a Parlamentoya Ewropayê û Koma Partiya Çepgiran a Ewropayê qebûl kirin ku bibin pêkhateyeke kampanyayê. Enternasyonalên Pêşvexwaz ku nûnertiya gelek tevgerên mafparêz, hawirparêz, demokratîk, sosyalîst, çepgir, partî,sendîka û rêxistinên civakiyên li seranserê cîhanê dike û Yekîtiya Komeleyên Neteweyî Civakî û Çandî (ARCI) ku rêxistina sereke ya 5 hezar navendên çandî yên li Îtalyayê ye û derdorên li Efrîqaya Başûr piştevaniya xwe ya ji bo kampanyayê ragihandin. Enternasyonalên Pêşvexwaz ku gelek tevgerên ked û çepgir yên ji Emerîkaya Latîn heya Asyaya Başûr tîne li ba hev û pêkhateyên wê banga xwedîlêderketina vê kampanyayê kirin. Sendîkayeke ji Îngilistanê, Koma Xebatan a Kurd a Parlamentoya Ewropayê û partiyên çepgir-sosyalîst jî wê tevlî vê kampanyayê bibin. Her wiha li seranser cîhanê jî em li benda gelek bersivan in. Bi qasî ku diyar bibin, em ê bi raya giştî re parve bikin.’’

WÊ SERLÊDAN ZÊDE BIBIN

Tûncay Yilmaz diyar kir ku divê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê ji herêm û welêt re aşitiyê bîne, di şert û mercên azad de were nîqaşkirin û got: ‘’Dibe ku hemû kesên piştgiriyê didin kampanyaya berbehs nekarin biçin Tirkiyeyê serdana Ocalan bikin.  Bi hiqûqî jî ev ne pêkan e lê belê bi rastî jî em dixwazin deriyên Îmraliyê vebin û tecrîd bi dawî bibe û tevlîbûna pêvajoyê ya di asta navneteweyî de pêk were. Wê kesên ku bi Bolyozxane, Wezareta Edaletê û dozgeriyên herêmî re bikevin têkiliyê û tevlî kampanyayê bibin, çêbibin. Rojnamevanên ji çapemeniya navneteweyî perspektîf û rêya çareseriyê ya Ocalan mereq dikin. Birêz Ocalan îradeyeke bihêz ku dikare zemîna ‘şer û pevçûnan’’ veguherîne zemîna ‘aşitî û demokrasiyê.’ Hemû kes dixwaze bi vê îradeyê re hevdîtinê bike.  Em ê ji bo vekirina deriyan ya ji destê me tê bikin.’’

NAVNÎŞANÊN SERLÊDANÊ

Navnîşanên serlêdanên ku wê ji Wezareta Edaletê re werin kirin ev in:

https://forumforpeace.eu/visitocalan

https://www.instagram.com/adalet_bakanlik/

https://www.facebook.com/adaletbakanlik

https://x.com/yilmaztunc

https://www.tiktok.com/discover/adalet-bakanlığı

[email protected]

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partî û MHP’ê cejna hev pîroz kirin: Cihê çareseriyê meclis e
Nûçeya Pişt re AKP’ê bi wesîleya cejnê serdana DEM Partiyê kir: Berpirsyarî ya desthilatdariyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Zurîchê çalakiya fîlmên Kurd destpê kir

Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê çalakiya fîlmên Kurd destpê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Prof. Bromberger: ‘Jin Jiyan Azadî’, serhildaneke li hemberî pergala baviksalar e

Prof. Christian Bromberger diyar kir ku felsefeya ‘’Jin Jiyan Azadî’’ li hemberî pergala baviksalarî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Lubnanê bîlanço giran dibe

Artêşa Îsraîlê banliyoyên başûr ên Beyrûdê tevahiya şevê bi rengekî giran bombe kir. Di nava…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?