Dayikên / Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, her hefte li Qada Galatasaray a li Beyoglû ya Stenbolê tên ba hev. Gelek parêzvanên mafan tevlî çalakiyê bûn. Di hefteya 1110’an a çalakiyê de, wêneyên windayan û qurnefîl hatin hildan.
Di çalakiyê de aqûbeta bavê 4 zarokan Hasan Gulunay hate pirsîn ku 20’ê Tîrmeha 1992’yan dema ji mal diçû cihê kar ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştre hate windakirin.

