Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayikên Şemiyê ji bo Mahmut Dogan edalet xwest
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Mahmut Dogan edalet xwest

Dayikên Şemiyê diyar kirin ku faîlên Mahmut Dogan ê di bin çavan de hatî windakirin, tên parastin û daxwaza edaletê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê ku li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û kuştin dipirsin û dixwazin kiryarên wan bên darizandin, di hefteya 1079’an de berdewam kir. Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên kesên di binçavan de hatine windakirin kom bûn û ji bo Mahmut Dogan ê ku piştî binçavkirinê li Amedê hat qetilkirin edalet xwestin. Metna daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Endama Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Sebla Arcanê ve hat xwendin.

Sebla Arcanê diyar kir ku malbata Dogan ku 32 sal in li edaletê digerin, dengê Qada Galatasarayê ne û got: “Mahmut Dogan (37) li Amedê dijiya û ajovanê taksiyê bû. Bavê çar zarokan bû. Di 27’ê Mijdara 1993’yan de, dora nîvro bi taksiya xwe ji mala xwe derket. Dema ku ew êvarê venegeriya malê, malbata wî bi Qereqola Polîsan a Rezanê ya nêzîkî mala wan re têkilî danî. Qereqolê malbatê ber bi Midûriyeta Polîsan ve şand. Polîsan ji wan re gotin ku Mahmut Dogan di bin çavavn de ye û heke bixwazin dikarin xwarinê ji wî re bînin. Piştî demeke kurt malbatê xwarin anî, lê ji wan re hat gotin, ‘Li vir kesek bi vî navî tune ye.'”

DOSYE HAT GIRTIN

Sebla Arcanê anî ziman ku malbatê ji bo fêrbûna çarenûsa Dogan careke din serî li Qereqola Polîsan a Rezanê daye û piştî 3 rojan qereqolê gazî malbatê kiriye û ji wan re gotiye, “Wesayîta ku we wekî diyar kiriye hatiye dizîn li li Qereqola Polîsan a Ovabag a Çinarê ye. Hûn dikarin biçin wê ji wir bînin.” Sebla Acanê bilêv kir ku li ser vê malbatê gotiğe “Me ji bo wesayîtê gilî nekiriye, me ji bo dîtina Mahmut Dogan serlêdan kiriye.” Sebla Arcanê got: “Lêbelê, tu encam bi dest neketiye. Wesayîta Mahmût hat dîtin, lê tu agahî jê nehat girtin. Di dawiya lêgerîna 63 rojan de, di 24’ê Çileya 1994’an de, cenazeyê Mahmut Dogan û Abdulselam Kizmaz ê windabûyî li Şikeftên Reçellik ên li gundê Bellitaş ê Çinarê hatin dîtin. Piştre malbatê giliyê sûc li Serdozgeriya Komarê ya Amedê kir. Dozgeriyê doz bi hinceta ku li nêzî cihê bûyerê teqînek çêbûye û di encamê de gelek kes mirine, girt.

Sebla Arcanê bi bîr xist ku 10 kesên ku wekî “Koma Karacadag” a rêxistinê dihatin nasîn, piştî operasyonên li dijî Hizbullahê di salên 2000’î de li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê hatine darizandin û got: “Yek ji bersûcan, Tahsîn Kara, diyar kir ku ew bi xwe di navbera salên 1992 û 1994’an de beşdarî kuştina 11 kesan bûye û ajovanê taksiyê yê bi navê Mahmut û Abdulselam Kizmaz di nav wan de bûn. Ev daxuyanî di tomarên dadgehê de cih girtin. Tahsîn Kara ku bi cezayê muebetê yê girankirî re rû bi rû bû, ji bo diyarkirina tenduristiya wî ya derûnî sewqî Nexweşxaneya Nexweşiyên Derûnî û Demarî ya Xarpêtê hat kirin. Dosyeya delîlan bi awayekî li nexweşxaneyê winda bû. Bi vê yekê re, dadgehê tenê 12 sal û nîv cezayê girtîgehê da Kara. Ev bûyer di medyaya sereke de bi sernavê ‘Dosyaya windabûyî îmamê Hizbullahê xilas kir’ hat ragihandin.”

Sebla Arcanê tekez kir ku serlêdanên malbatê yên der barê windabûna Dogan de bêencam mane û got: “32 sal in, kesên ku Mahmut Dogan winda kirine bi bêcezatiyê tên parastin. 32 sal in, dewlet erka xwe ya eşkerekirina vî sûcî û cezakirina sûcdarên wê bi awayekî dadperwerane pêk neaniye. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê tu carî dev ji daxwaza edaletê ji bo Mahmut Dogan û hemû windahiyên xwe bernedin û ji her kesî re bibîr bixin ku divê dewlet di çarçoveya normên qanûnî yên gerdûnî de tevbigere.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hesekê meşa ji Rêber Apo re azadî
Nûçeya Pişt re Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin

Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast li Umman’ê destpê kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta Parlamenter a Îngilistan û YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye

Heyeta Parlamenter a Îngilistan û Yekîtiya Ewropayê (YE) piştî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê derbasî bakur…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?