Serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partîk) Gulistan Kiliç Koçyîgît bûyerên di rojevê de li Meclîsê di civîna çapemeniyê de nirxand.
Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê qanûna çarçoveyê de destnîşan kir ku ew di merhaleyeke dîrokî de ne û wiha got: “Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em di arefeya zemîna hiqûqî de ne. Ew qanûna çarçoveyê destpêkeke û ji bo çareseriyê dikare bandoreke mezin bike. Divê ew qanûn hemû kesan bigirin nava xwe û hiqûqa kesên vegerin tev li siyasetê bibin divê ava bike. Divê qanûneke bi aqilê hevpar were meclisê. Em bang li partiyên siyasî jî dikin ku xwe di nîqaşên rojane de teng nekin. Divê hemû kes vê firsenda dîrokî baş bikar bîne û destê xwe bike bin kevir. Divê ji bo pêkanîna qanûn jî meclis berpirsyariyê bigire. Desteyeke şopandinê ku bikare pêvajoyê bi rê ve bibe divê bê avakirin. Piştî qanûn divê di qanûnên pêşiya demokrasiyê asteng in weke qanûna terorê, bêne guherandin. Weke DEM Partî em ê helwesta xwe ya pêşxistina pêvajoyê bidomînin. Firsendeke dîrokî li pêşiya Tirkiyeyê ye. Ji bo baş bikaranîna vê firsendê hewcehî bi werekî û dev ji berdana ezber û hişmendiya kevn heye. Eger em qala Tirkiyeyeke nû bikin pêdivî bi ziman û sereratkirineke nû heye.”
Li ser pirsa rojnamegeran Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku heyeta wan a Îmraliyê dan û standinên partiyên siyasî re têkildarî qanûna çarçoveyî didomîne û da zanîn ku hêj dîroka qanûna çarçoveyê ne diyar e lê beriya meclis bikeve batlaneyê wê derbikeve.
Gulistan Kiliç Koçyîgît got, vê hefteyê jî liv û tevgera li ser qanûna çarçoveyê wê berdewam bike, ji bo qanûna çarçoveyî muzakereya wan didome û wiha got: “Bendewariya me ew ê ku qanûneke ku endamên rêxistinê vegerin tev li siyaseta demokratîk bibin, yên Ewropa bikaribin vegerin û yên di girtîgehan de derbikevin, heye. Lê li ser pêşnûmeyê heta niha tiştek şênber tune ye.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser rojevên din ê meclisê û ev tişt anî ziman: “Torbeyên qanûnên nû tên meclisê. Desthilat van tobayên ku bersiv nade pêdiviyên civakê ji ber ku hejmara wan di parlamentoyê de zêde ye derbas dike. Li ser bertekên me û muxalîfan ji bo xwendekaran gaveke bi vî rengî ku xwendekarên zanîngehê ji efûyê sûd bigirin jî cih girt. Ew gaveke erênî ye. Lê hê jî di vê qanûna torbayê de xwendekar bi endamtiyên rêxistinê tên sûcdarkirin û mafê wan ê perwerdehiyê tê binpêkirin. Xwendekar ji ber ku xwepêşandanên mafê wan e, dikin têne sûcdarkirin. AKP’ê dema hat ser desthilatiyê digot em ê YOK’ê rakin. Lê piştî bûn desthilat YOK bêhtir bi xurt bû û navendî bû. Ji ber vê rewşa perwerdehiyê xwendekar dev jî perwerdehiyê berdidin. Ji ber xizaniyê neçarî karkirinê dibin lê di van qanûnan de ji bo çareserkirina pirsgirêka xwendekaran tiştek cih nagire. Em ê jî li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin. Weke DEM Partî em ê di Civata Giştî de jî mafê perwerdehiyê, azadiya fikir û ramanê û xweseriya zanîngehan biparêzin.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku bi qanûnên torbe zarok weke sûcdar tên pênasekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKPê ji bo zarokan ceza bike qanûnan derdixe. Em jî dipirsin hûn 24 sal in desthilatin wê tu polîtikayeke ku zarokan ji sûcan biparêze nedayî pêş xwe. Pergal sûcdarên ku xebatkarên kamuyê ne diparêze. Sûcdarên polîtikayên desthilatê ne zarok in. Li meclisê komîsyoneke ku sûcên zarokan lêkolîn bike hat avakirin. Li gorî xebatên wê komîsyonê sedema sûcên zarokan ne ceza ye lê xizanî ye. Wezareta Civakî û Malbatê divê ji bo parastina zarokan ji sûc û xizaniyê polîtîkayan pêş bixe. Lê şûna ku vê bikin zarokan ceza dikin. Em hemû jî ji bo parastina zarokan berpirsyar in. Em li dijî van sepanan e ku zarokan ceza dikin. Em ê di Lîjneya Giştî de jî li dijî vê yekê derbikevin. Hinek kes ji ber ku hevalên me yên parlamenter li dijî sucdadr kirina zarokan derketinê êşên xwe weke hincet nişan didin û dikin hedef. Weke DEM Partî em ê heta dawî li dijî vê yekê der bikevin.”

