Piştî ku Goristana Garzanê ya li gundê Oleka Jor a li navenda Bedlîsê di sala 2017’an de hate bombekirin û 267 cenazeyên tê de ji goristanê hatin derxistin û birin Stenbolê, malbatan dest bi têkoşîna ji bo dîtina cenazeyên xwe kirin. Wasiyeta dawî ya Lutfiye Orûç jî ku bi salan li cenazeyên zarokên xwe digeriya bi vî rengî bû; “Çi dibe bila bibe, hestî jî be wan bînin.”
Goristana Garzanê sala 2017’an ji aliyê leşkeran ve ji hewayê hate bombekirin û piştre jî bi kepçeyan hate xerakirin. Cenazeyên 267 gerîlayan ên li goristanê ji gorê hatin derxistin û ew birin Stenbolê. Piştî ku eşkere bû ku cenaze li qadeke li Kilyosê hatiye veşartin, malbat ji bo xizmên xwe peyda bikin bi salan têkoşiyan.
Di vê demê de li gel ku mînak ji bo testa DNA’yê hate dayin jî bi sedan malbat nekarîn cenazeyên xwe peyda bikin.
Lutfiye Orûç jî yek ji wan dayikan bû ku ji bo dîtina cenazeyên zarokên xwe tevahiya jiyana xwe têkoşiya. Lutfiye Orûç piştî bi salan cenazeyên zarokên xwe dît û li Goristana Garzanê veşart, lê belê bi bombekirina goristanê re cenazeyên zarokên xwe cara duyemîn winda kir.
Kurê wê Serhat Orûç anî ziman ku dayika wî heta nefesa xwe ya dawî li cenazeyên zarokKên xwe geriya û got, “Wasiyeta dayika min bû kêlê gora wê.”
JI BO KUR Û KEÇA XWE BI SALAN TÊKOŞIYA
Jiyana Lutfiye Orûç a ku 90 salî jiyana xwe ji dest da bi koçberiya ji neçarî û windahiyan derbas bû. Gundê Girsê yê ser bi Xelatê di sala 1993’an de hate valakirin, ku hingî ji malbata Orûç 6 sivîl hatin kuştin.
Lutfiye Orûç ku demeke kurt li metropolan ma, piştre vegeriya Bedlîsê. Di vê demê de 3 zarokên wê tevlî nava refên gerîla bû ku 2 ji wan mêr, 1 jî jin bû, şehîd bûn. Ji bo karibe cenazeyên zarokên xwe peyda bike, heta kêliya dawî ya jiyana xwe têkoşiya. Di sala 2013’an de cenazeyê kurê xwe Ethem û keça xwe dît. Cenazeyê kurê xwe yê din Sertîp jî nedît.
Cenazeyê kurê mezin ê Lutfiye Orûç, Ethem li Bedlîsê hate dîtin. Cenazeyê keça wê Şadiye û du pismam-dotmamên wê jî li gundekî ser bi navçeya Dihê ya Sêrtê li Goristana Garzanê hate veşartin.
BI BOMBEKIRINA GARZANÊ RE CARA DUYEMÎN BÊ GOR MAN
Piştî ku Goristana Garzanê hate bombekirin û cenazeyên li wir birin devereke cuda, malbatan ji nû ve dest bi têkoşînê kirin.
Lutfiye Orûç jî heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji bo hînbûna aqûbeta cenazeyên zarokên xwe û çêkirina gorekê ji wan re têkoşiya.
Bi pêvajoya çareseriyê re Goristana Garzanê hate avakirin û Lutfiye Orûç cenazeyên zarokên xwe û du xizmên xwe lê veşart. Her roj çû goristanê û dua kir. Lutfiye Orûç anî ziman ku li goristanê “bêhn dihate ber wê” û piştî ku cenazeyên zarokên wê ji goristanê hate derxistin ji çapemeniyê re axivî û got, “Careke bêhn li min hate çikandin.”
Lutfiye Orûç ji bo dîtina cenazeyên zarokên xwe serlêdan kir, lê belê beriya ku encamekê bi dest bixe jiyana xwe ji dest da.
‘DAYIKA MIN LI WIR DILREHET DIBÛ’
Serhat Orûç anî ziman ku bi pêvajoya sala 2013’an re zêdeyî 200 cenaze anîn Garzanê. Orûç diyar kir ku dayika wî her roj diçû goristanê û got, “Di sala 2016’an de piştî ku hatim girtin, min bihîst ku goristan hatiye bombekirin. Piştî ku goristan hate avakirin, hema bibêje her roj min dayika xwe dibir goristanê. Li wê derê bêhn dihate ber wê, dua dikir. Bi zarokên xwe yên ku bi salan lê digeriya sohbet dikir.”
Orûç ragihand ku piştî cenaze ji goristanê hatin derxistin rewşa dayika wê nebaş bû û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Dema dawî hişê wê çûbû. Dayika min dema ku jiyana xwe ji dest da derdora 90 salî bû.”
‘TENÊ HESTÎ MABÛN’
Serhat Orûç diyar kir ku birayê wî Ethem Orûç sala 1991’ê meha Tebaxê li gel 5 hevalên xwe şehîd ket û wê demê cenaze radestî malbatê nehate kirin.
Orûç got, bi demê re li herêmên cuda cenaze hatin derxistin û dema çûn cihê ku cenazeyê birayê wî lê hatiye veşartin, dîtin ku tenê hestî mane. Serhat Orûç got, “Piştî ku pêvajo qediya gelek cenaze hatin derxistin. Em jî çûn cihê ku cenaze lê hatibû veşartin. Tenê hestî mabûn. Li wir 5 hestiyên serî mabû. Hestî jî min mirovan dixwestin cenazeyên xwe bibînin. Ji bo xwedî gorekê bin, dayikan gelekî hewl dan.”
‘EZ Ê WASIYETA DAYIKA XWE BI CIH BÎNIM’
Orûç destnîşan kir ku dayika wî tevahiya jiyana xwe têkoşiya, gundê wê hate şewitandin, sê zarokên xwe winda kir û got, “Heta wî temenî bi îradeyeke mezin, bi têkoşîneke mezin jiyana xwe dewam kir. Dayika min heta wê demê timî li ser piyan ma. Gelek êş kişand. Gundê wê hate şewitandin, 3 zarokên wê di şer de jiyana xwe ji dest da.”
Orûç anî ziman ku xwişk û birayên wî li Goristana Garzanê bûn, dayika wî li gel ku gelek caran ji bo testa DNA’yê mînak da jî nekarî cenazeyan bi dest bixe û got, “Çend caran DNA da, lê belê nekarî cenazeyan bibîne. Wasiyeta dayika min bû; çi dibe bila bibe, hestî jî bin bînin.”
‘TÊKOŞÎNA ME WÊ DEWAM BIKE’
Orûç ragihand ku piştî heft salan ji girtîgehê derket, ji bo bicihanîna wasiyeta dayika xwe têkoşiya û xwest, aqûbeta cenazeyan bê eşkerekirin. Orûç got, “Civaka ku xwedî li cenazeyên xwe dernekeve civak nîne. Ew xwişk û birayên min e. Encama xwe çi didbe bila bibe ez ê serî li her cihî bidim û ji bo wergirtina cenazeyan çi ji destê min bê ez ê bikim.”
Orûç got, divê bê eşkerekirin bê cenaze bi ku ve birine, li ku hatine veşartin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Dema ku ev bûyer qewimî zivistan bû. Divê bê eşkerekirin bê ew cenaze bi ku ve birine û li ku hatine veşartin. Hestî jî bin, em dixwazin gorên me hebin.”
‘DIVÊ CENAZE RADESTÎ MALBATÊN WAN BÊNE KIRIN’
Orûç diyar kir ku ji bo bicihanîna wasiyeta dayika xwe wê têbikoşe û ji bo cenaze radestî malbatan bêne kirin bang kir. Orûç got, “Ez amade me ku çi ji destê min bê, bikim. Çi dibe bila bibe, ji bo bicihanîna vê wasiyetê ez ê hewl bidim. Divê cenaze bêne dayin. Yên li Kilyosê hatine veşartin divê radestî malbatên wan bêne kirin. Divê êşa malbatan neyê girankirin. Divê ev êş bi dawî bibe.”

