Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partiyê bersiv da Bahçelî: Pêvajo dereng bikeve wê rîsk mezin bibe
Rojane

DEM Partiyê bersiv da Bahçelî: Pêvajo dereng bikeve wê rîsk mezin bibe

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan nerazîbûn nîşanî derengxistina sererastkirinên qanûnî yên têkildarî pêvajoyê da û got, "Pêwîstî bi lezê heye, ne bi tirsê. Eger dem baş neyê bikaranîn dibe ku rîsk rû bide."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Adar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Ayşegul Dogan nerazîbûn nîşanî gotina “Pêwîstî bi lezandinê nîne” ya lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî da û destnîşan kir ku dem krîtîk e. Ayşegul Dogan got, “Ji aliyekî ve pêwîstiya me bi lezê heye. Ne bi tirsê. Bûyer û rîskên li herêmê nîşanî me da bê çima pêwîstiya me bi lezandinê heye. Eger dem baş neyê bikaranîn dibe ku rîsk rû bidin. Beralîkirina wan jî dibe ku her tim ne hêsan be. Dibe ku provokasyon rû bidin. Em zanin ku hinek hene dixwazin sabote bikin. Wê demê ya ku divê bê kirin hiştina ji demê re nîne, yan jî bikarneanîna demê nîne. Divê em bi qîmetê demê zanibin û li gorî wê gavê biavêjin û plansaziyê bikin. Ji ber vê jî pêwîstî bi lezandinê heye. Ji xwe demeke dirêj e disekine.”

Ayşegul Dogan diyar kir ku li qadên Newrozê peyamên girîng hatinê dayin û axaftin xwe wiha domand: “Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya berxwedana li dijî zilmê ye. Daxwaza li qadên Newrozê jî ew bû; Aştî, azadî, demokrasî û wekhevî bû. Pîrozbahiyên Newrozê di salên 1990î de komkujiyên ji ber Newrozê tînê bîra me. Bi saya berxwedanê li wê demê ya li dijî înkarê em hatin van rojan û bi girseyî Newroz tên pîrozkirin.”

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku peyama Rêber Apo ya ji bo çareseriya demokratîk jî di Newrozê de deng vedaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civak jî daxwaza rabûna astengiyên li pêşya siyaseta demokratîk dike. Her wiha mîsogeriya maf û azadiyê dike. Newroz ne tenê mîrateya dîrokê ye di heman demê demê de avakirina pêşerojeke nû ye. Herî zede jî daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan di Newrozê de hat kirin. Gel dibêje divê êdî birêz Ocalan azad bibe. Divê li ser vê yekê xebat jî bên kirin.”

Ayşegul Dogan nerazîbûn nîşanî binçavkirin û girtinên ji ber pîrozbahiyê Newrozê da û wiha axivî: “Herî kêm 28 kes hatinê girtin. Li Muşê pankarta li ser “Azadî û Demokrasî” dinivisî hat desteser kirin. Her wiha dîsa li Kocaeliyê tîşorto kesk, sor û zer ji aliyê polîsan vê hat destêser kirin. Gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Li cil û bergên neteweyî bûn sedema astengiyan. Ew binpêkirinên mafan ne li gor rihê Newroz û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in. Bi hinceta endamê Rêxistinê ciwanek ji ber stranên bi Kurdî hat girtin. Kîjan rêxistin? PKKê xwe fesîh kir. Em qala endamên rêxistinê dê çawa tevlî siyaseta demokratîk bibin dikin lê ew çi dikin. Di demeke ku heviya aştiyê bilind bûye de ew heşmendî ji aştiyê ditirse. Dewlet bi Abdullah Ocalan re müzakere dike lê li qadan posterê Abdullah Ocalan qedexe ye. Newroz referandumek bû. Gelê Kurd daxwazên xwe anîn ziman. Êdî ji bo aştiyeke mayindê divê gavên şenber ên qanûnî bên avetin. Em weke DEM Partî bang li rêyedaran dikin ku li dijî van binpêkirinên di Newrozê de lêpirsînek bê destpêkirin û kî van binpêkirinan dike bê cezakirin. Her wiha Serokkomar digot Newroz dê bibe Cejneke fermî lê hê jî ew yek nekiriyê. Em careke din bang dikin ku Newroz bibe Cejna gelan.”

Ayşegul Dogan anî ziman ku derxistina qanûnan mijara civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya wan bû ye û wiha pê de çû: “Divê demildest qanûn bên derxistin. Heke pêvajoya derxistina qanûnan bê dirêj kirin û dem were windakirin xetereya provakasyonan jî derdikeve. Endamên rêxistinê ku çek berdanê heke sererastkirineke qanûnî tune be dê çawa vegerin. Em dibêjin demildest qanûneke demkî ji bo vê yekê bên derxistin. Hemû kesên çek berdanê divê ji bo wan qanûn bê derxistin. Rapora hevpar êdî temam bû. Me xwest di meha Remazanê de qanûn derbikevin lê digotin meha Remazanê jî derbas bibe û piştî cejne gotin. Niha Remazan û Cejn jî qedya. Divê êdî dest bi xebatên derxistina qanûnan bê kirin. Lê tiştên ku dikarin beyî derxistina qanûnan jî bikin. Girtiyên nexweş divê demildest bên berdan. Girtiyê nexweş Mehmet Edip Taşar jiyana xwe ji dest da. Ji bo vê em bi hersin. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan û li gor rihê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gav bên avetin.”

Ayşegul Dogan diyar kir ku divê şert û mercên xebatê yên Rêber Apo bê guherandin û ev tişt gotin: “Birêz Ocalan muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê ye. Divê karibe bi hemû kesan re bikeve tekiliyê û dan û standinan bike. Birêz Ocalan ne tenê serokê PKKê ye di heman demê de Serokê bi milyonan kesan e. Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan bên başkirin. Şandeya me jî sibe dê biçe Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin bike. Ev hevdîtin ji aliyê nevaroke ve jî girîng e. Peyama di Newrozê de derketinê, çerçoveya qanûnî. Ew hemû mijarên girîng in.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin hate wergirtin
Nûçeya Pişt re Di Newroza Milazgirê de banga ji bo ‘mafê hêviyê’ û azadiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Rojava xebatên çand û hûnerê îsal jî zêde bûn

Hevseroka TEV-ÇAND’ê Sûmeye Mihemed diyar kir ku sala 2023'an ji bo xebatên çand û hunerê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 10’Ê GULANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Nedîm Oruç hat girtin

Rojnamevan Nedîm Oruç ê ku dema li navçeya Cizîrê nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?