Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partiyê bi heft zimanan civîna koma xwe pêk anî
Rojane

DEM Partiyê bi heft zimanan civîna koma xwe pêk anî

DEM Partiyê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê bi 7 zimanan civîna koma xwe pêk anî. Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan peyamên têkildarî 'şaredariya pir zimanî' û 'zimanê fermî' da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya meclîsê de rojev nirxand. Bakirhan bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê nirxandina xwe bi Kurdî kir.

Bakirhan got, “Îro li cîhanê nêzî 7 hezar ziman hene. Ji van ji sedî 90 ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletan tune bûn. Li Tirkiyeyê beriya 100 salî bi 20 zimanan dihate axaftin. 18 ji wan ji holê rabûn. Nivîskarek dibêje, ‘Zimanê min ê dayikê çermê min e û zimanên din jî kincên min e’. Em jî dibêjin zimanê me yê dayikê ne çermê me ye, ruh û canê me ye.”

Bakirhan nivîskarên kedkarên Kurdî Baba Tahir Uryan, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn, Celadet Elî Bedirxan, Mûsa Anter, Ferhat Kûrtay, Mehmed Ûzûn bi bîr anî.

Bakirhan bal kişand ser polîtîkaya asîmîlasyonê û got, “Ji dema ku Tirkiye ava bûye û vir ve li ser Kurdî zext heye. Zimanên Lazî, Suryanî, çerkezî û gelek zimanên din ji holê hatin rakirin. Tirkiye di nava sed salî de veguherî goristaneke zimanan. Hîn jî li zindanan dinivîsîne ‘Bi Tirkî biaxive, gelekî biaxive’. Lê belê bi berxwedanê zimanê me gihîşt vê astê.”

Bakirhan diyar kir ku piştî darbeya qeyûm êrîşên li ser Kurdî zêde bûn û got, “Gelek rojname, televîzyon, ajans, kovar, radyo, weşanxane û dibistan hatin girtin. Qeyûman destpêkê êrîş birin ser sembolên Kurdî. Kurdî-Der û Enstîtuya Kurd girt. Navê Celadet Elî Bedirxan û Cegerxwîn ji ser tabelayan rakir. Qeyûm dijminê zimanê Kurd e. Erdogan dibêje, ‘Li dijî asîmîlasyonê divê her zarok bi zimanê xwe yê dayikê zanibe’. Dema mijar dibe Kurd hingî dibêjin ‘terorîst’. Hevalên me dema li Meclîsê bi Kurdî diaxivin, weke zimanê nayê zanîn an jî nayê fêhmkirin qeyd dikin. Zimanê me ne zimanekî nayê fêhmkirin e, zimanê me Kurdî ye.

Li her qada jiyanê divê em bi zimanê xwe biaxivin. Divê em zimanê xwe weke hebûna xwe bibînin. Li pêşiya me hilbijartinên xwecihî heye. Piştî ku me şaredariyên xwe ji qeyûman stand em ê careke din şaredariya bi pir zimanî bixin meriyetê. Zimanê me xeta me ya sor e, soza m e ye. Van zaliman çi xera kiribin em ê jê baştir çêbikin.”

Bakirhan axaftina xwe bi vê helbesta Cegerxwîn bi dawî kir:

Ez xum xuma avên çeman
Ez çerx û govend û sema,
Tînim di nav kat û lema,
jîn im, hebûn im, tevger im…”

Piştre jî Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê George Aslan bi Suryanî, Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Salîha Aydenîz bi zaravayê Kirmanckî, Berekat Kar bi Erebî, Zeynep Bayram bi Gurcî û Lazî û Mûrat Mihçi jî bi Ermenî silav da beşdarên civînê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Heyeta Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Nûçeya Pişt re Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Pirsûsê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo, di çarçoveya Mihrîcana Rojên Amara de li Pirsûnê pîrozbahî hate…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 21’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Wê tevahî êş û janên me bibin haveynê rojên azad’

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera Komkujiya Helebceyê ya 16’ê Adara 1988’an de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?