Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dema ku Tirkiye tengav dibe Elmanya êrîşî Kurdan dike
Rojane

Dema ku Tirkiye tengav dibe Elmanya êrîşî Kurdan dike

Mehmet Demîr da zanîn ku Elmanya qedexeya PKK’ê didomîne û xwe weke hêza ku Kurdistan dagirkirî, dibîne û got ku di girtina biryara qedexeyê de têkiliyên dîrokî yên Tirk-Elmanan roleke mezin lîst.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Elmanyayê di sala 1993’yan de Tevgera Azadiya Kurd qedexe kir. Destpêkê jê re gotin ‘’qedexeya PKK’ê’’; lê belê ji ber ku li Elmanyayê PKK nebû, piştre hikûmeta Elmanyayê ev yek weke ‘’qedexeya çalakiyên PKK’ê’’ guherand.  Piştî biryara qedexeyê bi dehan komele, federasyon, ajabsên nûçeyan, rojnameyên rojane û kovarên mehane yên Kurdî hatin girtin. Yek ji şahid, bertawan, mexdûr û dozdarê qedexeya PKK’ê Mehmet Demîr li ser mijarên weke biryara qedexeyê, konjuktûra wê û bandorên wê yên roja me ji ANF’ê re axivî.

Birêz Sayın Mehmet Demîr hûn yej ji wan kesan in ku we rasteras şahidiya wê serdemê kiriye. Dema ku di  26’ê Mijdara 1993’yan de qedexeya PKK’ê hat, Elmanyayê weke eger çi nîşan da? Rê û rêbazên çawa hatin sepandin?

Erê, ji aliyê wextî ve gelekî sosret bû. Dema ku qedexeya PKK’ê di sala 1993’yan de kete meriyetê, ev yek ji aliyê wextî ve ne tasaduf bû. Çimkî 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK’ê bû. Biryara qedexeyê jî di 26’ê Mijdara 1993’yan de hate girtin.  Qedexe li gel konjuktûreke çawa hate pêkanîn? Em niha jê re dibêjin qedexe lê belê di rastiyê de tiştekî ku emjê re bibêjin qedexe tune bû. Heya bidawîbûna  doza Dusselfordê rewşeke ku em weke ‘’qedexekirina PKK’ê’’ tune bû. Di sala 1993’yan de  dema ku dengdana yekem agirbesta ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di asta navneteweyî de hate bihîstin, hin kesan dest bi liv û tevgerê kirin.  Çimkî vê agirbesta yekem di asta navneteweyî de di qada siyasî û derdorên diplomatîk de û li ser tevgerên civakî bandoreke sosret û mayînde ava kir.  Ji ber wê yekê jî weke pêngava yekem, ji bo bidawîkirina wê konjuktûrê hemû aliyên weke NATO û asta têkiliyên navneteweyî ya mekanîzmayên netewedewletên dagirker pêkve xwestin ku bandorên vê agirbesta yekem ji  holê rakin.  Ya duyem jî dewleta Elmanyayê  ji bo ku xwe ji mekanîzmaya hiqûqî ya bi doza Dusselfordê dayî destpêkirin, xilas bike tiştekî bi vî rengî kir.  Helbet sedema esas û sereke çi bû?  Rewşa  têkiliyên dîrokî yên Elmanya-Tirkiyeyê yek ji hêmana diyarker bû.  

Elmanyayê rêyeke bi vî rengî dişopand. Dema ku em li sepanên ku ev duhefteyên dawî ne, derketine holê dinêrin jî em dibînin ku di nava rewşeke wiha de ne. Li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li Kobanê û Rojava li Berlînê li hemberî desthilatdariya AKP-MHP’ê serlêdana sûc hate kirin. Piştî vê yekê li hin bajarên Elmanyayê yên cuda operasyonên lêgerînên malan û serdegirtinê pêk hatin. Herî dawiyê di 21’ê Mijdarê de  li Berlînê aktîvîstekî welatparêz ê Kurd hate binçavkirin. Li Bremenê jî heman tişt hate kirin. Li Magdeburgê jî du welatparêz hatin binçavkirin. Dema ku di konjuktûrê de bandorên Tevgera Azadiya Kurd ji aliyê gelek derdoran ve hate qebûlkirin û asta piştgirêyê zêde bû, Elmanya bi awayekî tund demildest alikariyê dide dewleteke weke dewleta Tirk a faşîst, dagirker û qirker. Dema ku dewleta Tirk tengav dibe, ji bo parastina mantalîteya faşîst û vê yekê di pratîkê de bisepîne, bi xwe vê yekê dike. Yanî, ger were bîra we di pêvajoya qedexeya yekem de jî wê demê desthilatdariya Çîller-Agar- Gureş hebû. Tansû Çîller di meha Tîrmehê de seredana Elmanyayê kiribû ku tejane egera wê seredanê qedexekirina PKK’ê bû. Di wê pêvajoyê de, yanî di Adara 1993’yan de agirbesta yekem bi rastî jî gelekî deng vedabû. Û Elmanya di wê pêvajoyê de ji bo ku vê yekê tune bike, xwe gihand hawara Tirkiyeyê.  Yanî divê ez bi eşkereyî bilêv bikim ku Elmanya di warê îdeolojîk de li hemberî Tevgera Azadiya Kurd helwesteke dijminane nîşan dide.  Ji ber wê yekê jî Elmanya bi awayekî eşkere israr dike ku li hemberî gelê Kurd bi rêbazên qirêj vê qedexeyê bidomîne. 

Di pêvajoya qedexeyê de bi mînak Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Bavyerayê Beckstein xwedî roleke bibandor bû.  Piştre dibêje ku ‘’Ez Tirkekî Bavyerayî me.’’ Dîsa wê heyamê paşdeşandina Kurdan bo Tirkiyeyê  û radestkirina Kurdan bo Tirkiyeyê heye ku wî bi xwe pêşengtiya vê yekê dikir. Hûn dikarin bi kurtasî qala wan rojan bikin?

Bi min divê ev mijar bi awayekî berfireh were lêkolînkirin. Ma ne ecêb e? Di Pêvajoya Çareseriyê ya 2015’an de di navbera Tirkiye û Rêbertî de di xala aşitî û lihevkirinê de pêvajoya ku wê ev yek pêk werin yan na, hatibû destpêkirin. Di wê heyamê de Angela Merkel a Serokwezîra wê demê wiha gotibû: ‘’Dibe ku PKK û Dewleta Tirk pirsgirêkên di navbera xwe de çareser kiribin. Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku wê pirsgirêkên di navbera me û PKK’ê de bi dawî bibin. Wê ji aliyê me ve berdewam bike.’’ Divê serdemê de gelek saziyên Kurdan hatin girtin. 

Di wê serdemê de encameke wiha derkete holê. Pêşiyê gotin ‘’qedexekirina PKK’ê’’; lê belê dîtin ku li Elmanyayê buroyeke fermî û nûnertiyeke PKK’ê tune ye. Çi kirin? Demildest qedexeya li ser 29 komeleyan rakirin û jê re  gotin; ‘’qedexekirina çalakiyên PKK’ê.’’ Vê yekê heya bidawîbûna doza Dusselfordê berdewam kir.  Encama doza Dusselfordê ku di dîroka Elmanyayê de buhatirîn doz e, bû biryareke bêexlaq, neheq, bêhiqûqî ya qedexekirina PKK’ê.  Vê yekê bandoreke çawa li civaka Kurd kir? Helbet serî li rêbazên gelek xirab dan.  Gelek welatiyên Kurd bi serêşî û pirsgirêkên mezin re rû bi rû hiştin. Ev yek di warê prosedûrên fermî de kir. Gef li xwendek û esnafên Kurd xwarin ku xwe ji Tevgerê dûr bigirin.  Mafê Kurdan ê fêrbûna zimanê dayikê asteng kirin. Encamên van polîtîka û pratîkên Elmanyayê yekê çawa bûn? Ew bi xwe jî vê yekê baş dizanin; di pêvajoya qedexeyê de, yanî di sala 1993’yan de hejmara mirovên azadîxwaz û demokrasîxwaz her ku diçû zêdetir dibû.  Tiştekî gelekî xwezayî bû ku van mirovan xwe nêzî PKK’ê dît ku niha ji 10 milyonî zêdetir însan dibêje; ‘’Îradeya min e’’, ‘’PKK gel eî gel li vir e.’’ 

‘ELMANYA XWE WEKE HÊZA KU KURDISTAN DAGIRKIRÎ DIBÎNE’

Dema ku dîtin ku nikarin van qedexeyan bidomînin, yasayake sosret ya bi navê 129b derxistin. Ev yasa rasterast girêdayî Wezareta Edaletê ye. Heya ku Wezareta Edaletê destûrê nede, kes nikare derheqêkesî de lêpirsînê bide destpêkirin.  Di pêvajoyeke wiha de yasaya bi navê 129b pêş xistin û xwestin dengê Tevgera Azadiyê qut bikin, bandora wê ya di nava gelan, civakan û însana de kêm bikin.  Bi hincetên derwîn û bêcih derheqê welatiyên Kurd de doza dide vekirin. Wekî ku dewleta dagirker ne Tirkiye ye, ew bi xwe ye tev digere!

‘LI GEL BIRYARA QEDEXEKIRINA PKK’Ê LI HEMBERÎ  KURDAN SERÎ LI POLŞTÎKAYA BÊCEZATIYÊ DA’

Piştî biryara qedexekirina PKK’ê hin welatiyên Kurd ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin.  Di bûyera qetilkirina Halîm Dener de kujer çi qasî hate darizandin? Dîsa di sala 1994’an de 4 welatiyên Kurd  li Berlînê hatin qetilkirin. Derqehê vm yekê de darizandineke çawa hate sepandin?  Yanî bi giştî jê re dibêjin ‘’qedexekirina PKK’ê’’ lê belê welatiyên Kurd ên hatine kuştin û qetilkirin hene. Di pêvajoya darizandinê de rêyeke çawa hate şopandin û nêrîn û çavdêriyên we yên têkildarî vê yekê çi ne?

Belê ew jî rewşeke gelekî sosret û rast e. Li hemû welatan, tewl li welatên dagirker jî li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî, bo nimûne li hemberî desteserkirina şaredariyan bi rojan û hefteyan e xzwepêşandan hene. 

Polîsan dewleta Elmanyayê bi awayekî eşkere Halîm Dener qetil kir. Ne tenê ew. Li Elmanyayê 19 şehîdên me hene. Eser Altinok bi gefên dijwar re rû bi rû bû û dema li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Berpirsiyarê vê yekê dewleta Elmanyayê ye.  Di protestoyên komployona navneteweyî de polîsan rasterast gule bi kar anîn. 4 ciwanên Kurd, Sema Alp, Mustafa Kûrt, Ahmet Acar û Sînan Karakûş li heman cihî hatin qetilkirin.

Li girtîgehên Elmanyayê, bo mînak li Gîrtîgeha Kleveyê ciwanekî Kurd ê ji Rojava bi tundiya polîsan û bi destê gardîyanan hate qetilkirin. Bûyerên êşkencekirinê jî hene. Di lêpirsînên têkildarî van bûyeran de cezayên cidî nehatin birîn.  Weke din hemû sûcên edlî yên şexsî  yên ji aliyê welatiyên Kurd ve tên kirin, PKK weke hincet tê nîşandan. 

Baş e  di encama vê yekê de çi çêbû?  Ma gelê Kurd bi paş de gav avêt? Niha dibêjin ku; ‘’Di navbera 14 hezar û 15 hezaran de PKK’yî hene.’’ Ev jî tê wê wateyê ku ev qedexe, qedexeyeke wisa neheq e ku tu kes vê yekê qebûl neke yan jî bi paş de gav naavêje. Bi deh hezaran welatiyên me cezayên pereyî  û cezayên cuda hatin birîn. Gelek welatiyên Kurd bi yasaya bi navê 129b hatin darizandin. Nêzîkî 80 aktîvîst, welatparêz û demokratên Kurd hatin cezakirin. Elmanya bi awayekî eşkere aliyekî siyaseta qirkirinê ya li Kurdistanê ye. 

Elmanya hemû aliyên dewleta Tirk a faşîst û dagirker dipejirîne.  Helbet weke beriya niha, em ê ji niha û şûnde jî li hemberî vê yekê li ber xwe bidin û em ê tu caran rûmeta xwe teslîm nekin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dêrazorê pergala êşkenceya Îmraliyê hate protestokirin
Nûçeya Pişt re Qirkirina siyasî: Ji binçavkiriyan 10 kes anîn Enqereyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevserokatiya giştî ya DEM Partiyê: Sala nû li gelên me pîroz be

Hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi daxuyaniyek sala nû li…

Ji aliyê Stêrk TV

Koreya Bakur fuzeya hîpersonîk a nû ceriband

Koreya Bakur ragihand ku li herêma Pasîfîkê fuzeyeke nû ya hîpersonîk a ji bo 'jêvegerandina…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê di êrîşa Îsraîlê de 5 leşker mirin

Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê de ya li ser sînorê Sûriye-Lubnanê de 5 leşker…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?