Navenda Mafên Mirovan a Îranê eşkere kir ku 27’ê Gulana 2026’an li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê du xwişkên bi navên Humeyra (50) û Şewkar Emînpur ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û ew birine cihek nediyar.
Hat gotin, di dema binçavkirina her du xwişkan de bêyî ku belgeyek fermî yan jî yasayî were nîşandan, bi ser mala her du xwişkan de hatiye girtin. Hêzên rejîmê li nava malê dest bi lêgerînê kirine û hin kelûpelên wan yên taybet desteser kirine.
Hat diyarkirin ku heta niha saziyên ewlehiyê yên rejîmê têkildarî sedemê binçavkirinê û cihê ragirtina her du xwişkan bi malbatê re parvenekirine.

