În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev
Çand û Hûner

Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

Wênevan Sarya Melek Demîr di pêşangeha xwe de ya bi navê "Fîncanek Ax" jiyan, berxwedana jinan û hişê civakî bi bêhna xakê re kir yek. Sarya Melek Demîr got, "Min hewl da di navbera hûnandina jiyanê ya jinê û berhemdariya xakê de têkiliyekê biafirîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Wênevan Sarya Melek Demîr di pêşangeha xwe de ya bi navê “Fîncanek Axê” ku bi teknîka boyaxkirina qehweyê ya li ser kaxizê amade kir, nexşên jinê, çanda Kurd û wêneyên ji jiyanê pêşkêş dike. Di pêşangehê de yekbûna jinê bi xwezaya axê re bi rêya hunerê tê vegotin.

Wênevan Sarya Melek Demîr ku sala 2016’an bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de ji pîşeyê xwe hate dûrxistin, berê xwe da karên hunerê. Sarya Melek Demîr pêvajoya hilberînê û çîroka li pêşangeha ‘Fîncanek Axê’ ji ANF’ê re vegot.

Sarya Melek Demîr anî ziman ku pêvajoya bi serê wê de hat ew hîn bêhtir nêzî hunerê kir, hilberîn di heman demê de encamek ji lêgerînê ye û got, “Ez ji Kirşehîrê me. Malbata me ji Kurdên sirgûnkirî ye. Min mamostetî dikir, lê belê bi KHK ji pîşeyê xwe hatim dûrxistin. Ew pêvajo ji bo me hemûyan giran derbas bû. Ji bo debara xwe em neçar man ku li qadên cuda bixebitin. Lê belê di nava vê pêvajoyê de têkiliya min a bi wêne re bêhtir xurt bû. Ji xwe ji zarokatiyê ve bala min li ser wêne bû, lê lêgerînên min, hestên min û bûyerên hatin serê min kir ku hilberînim. Bi bicihbûna li Amedê min xwest nasname û çanda xwe hîn bibim. Piştî ku li Amedê bi cih bûm ketim nava lêgerîna jinûve peydakirina çand û nasnameya xwe. Ji xwe ew cih bû ku diçim û dihatim, lê belê piştî ku lê bi cih bûm ev lêpirsîn hîn kûrtir bû. Pêşangehê jî bi vî rengî destpê kir. Destpêkê bi bandora ji kincên herêmî yên jinên Kurd û wêneyên kevn min hin kar kir. Piştre jî pê hesiyam ku ev yek veguheriye pêşangehekê.”

KELECANA PÊŞANGEHA DESTPÊKÊ YA ŞEXSÎ

Sarya Melek Demîr diyar kir ku kelecana vekirina pêşangeha destpêkê ya şexsî ji bo wê xwedî wateyeke cuda bû û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Min nomrla pêşkêşî dikir û ne miroveke welê bûm ku gelekî kelecanî dibûm. Lê belê hesta min ku di vê pêşangehê de hîs kir cuda bû. Ji ber ku li vê derê ne tenê tablo hene; jiyana me, êşên me, lêgerîn û hêviyên me jî hene. Ez sekna mirovan a li pêşberî berheman dişopînim. Ji ber ku carna tenê bi nêrînekê jî ji we re qala gelek tiştan dike. Pêvajoya amadekariyê du salan dewam kir. Gelek astengî derkretin pêşiya min. Meha Gulanê neçar mam ku pêşangehê çar caran taloq bikim. Roja vekirinê zîpikê lê kir, bahoz rabû. Li gel vê jî serdana mirovan a li pêşangehê westandina mirovan dide jibîrkirin. Ji ber ku tişta we çêkir dema gihîşt civakê hingî bi wate dibe.”

‘MIN JIN Û AX JI HEV CUDA NEDÎT’

Sarya Melek Demîr bal kişand ser wateya navê ‘Fîncanek Axê’ û ragihand ku di pêşangehê de wê hewl da qala têkiliya navbera jinê û axê bike. Sarya Melek Demîr got, “Di karên min de fîgura jinê gelekî serwer e, ji ber ku jiyanê bi rêya jinê dinirxînim. Çawa ku jiyan li xakê şîn dibe, jin jî jiyanê mezin dike, ava dike. Ji mîteolojiyê heta bi roja Îro jin û ax her tim bi hev re hatine bîranîn. ji Gaia heta bi Îştarê, ji Demeterê heta bi Kîbeleyê hemû vegotin li ser vê yekê hatine avakirin. Reng û bêhan qehweyê axê tîne bîra min. Ji ber vê min giranî da ser karê monokroma bi qehweyê. Min xwest reng, bêhna axê û têkiliya jinê ya bi jiyanê re li heman cihî bigihîne hev. Ya rast min hewl da fîncanek qehweyê û fîncanek axê di heman hişî de bigihînim hev.”

‘POTANSIYELA HUNERÎ YA AMEDÊ GELEKÎ MEZIN E’

Sarya Melek Demîr destnîşan kir ku ji ber wateyeke taybet wê pêşangeya xwe li hewşa Dêra Keldanî vekir û diyar kir ku dewlemendiya çandî ya Amedê qadeke xurt pêşkêşî hunerê dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’
Nûçeya Pişt re Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wezîrê Rewşên Awarte û Karesatan ê hikûmeta demkî serdana Parêzgarê Hesekê kir

Wezîrê Rewşên Awarte û Karesatan ê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina hemahengiya xizmetguzarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji KJK’ê peyama 8’ê Adarê ya ji bo jinên Efgan

KJK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek ji Yekîtiya Jinên Şoreşger…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana Tişrînê: Konvoyeke din a gel berê xwe da qada berxwedanê

Nobeda berxwedanê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina Bendava Tişrînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?