Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Cejna Qurbanê berê xwe dan ser goristanê û ji wir jî çûn Saziya Malbatên Şehîdan, Cejna Qurbanê pîroz kirin.
Gel piştî nimêja cejnê berê xwe da goristanê û ji wir derbazî Saziya Malbatên Şehîdan bûn. Piştî gel cejna hev pîroz kir, deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Doza Azadiyê hate girtin û li ser rojê Mela Elî Sipêrtî axivî.
Mela Elî Sipêrtî di destpêka axaftina xwe de Cejna Qurbanê li Rêber Apo, gelê Kurd, şervanên azadiyê û tevahî gelê amade pîroz kir û wiha got: “Cejna Qurbanê tureya Îbrahîm Xelîle. Cejin xwe ragirtin, berxwedan û îstixrarê ye. Di baweriyê de berxwedan heye. Em bi boneya vê cejnê ji ber ku cejin wesîleya azadî û aştiyê ye hêvî dikin bibe wesîleya lihevhatinê. Em bang li tevahî dagirker, xayîn û xwefiroşan dikin ku li xwe vegerin, berê xwe bidin rêya rast, berê xwe bidin rêya H.Z. Mihemmed û rêya Rêber Apo û gotinê wan pêk bînin.”

