Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Denîz Poyraz li Îzmîrê hat bibîranîn: Bi cînayetên siyasî re hevrû werin
Rojane

Denîz Poyraz li Îzmîrê hat bibîranîn: Bi cînayetên siyasî re hevrû werin

Denîz Poyraz di salvegera qetilkirna xwe de li Îzmîrê bi meşê û panelê hat bibîranîn û banga hevrûbûna cînayetên siyasî û bidawîkirina polîtîkayên bêcezatiyê hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 2 dq.
Parvekirin

Denîz Poyraz a ku 17’ê Hezîrana 2021’an di êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin, di 4’emîn salvegera şehadeta xwe de bi meş û panelê hat bibîranîn.

Panela “Denîz Poyraz û Hevrûbûna Cinayetên Siyasî” li Navenda Çandê ya Turkan Saylan hat lidarxistin û bal kişand ser siyaseta tundiyê û bêcezatiyê.

Malbata Deniz Poyraz, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî panelê bûn. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya û parêzer Turkan Aslan axivîn.

Parêzer Turkan Aslan diyar kir ku pêvajoya lêpirsînê bi bandor nehat meşandin. Turkan Aslan destnîşan kir ku têkiliya kujeran bi paramilîteran re heye û bi bîr xist ku partiyên desthilatdar ên ku HDP’ê hedef girtin bingeha êrîşê amade kirin. Turkan Aslan bal kişand ser girîngiya banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de kir û got, “Divê hemû beşên civakê xwedî li vê bangê derkevin.”

Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya jî bi bîr xist ku êrîşên bi vî rengî ji aliyê hêzên tarî ve hatine veşartin. Adalet Kaya diyar kir ku hevrûbûna bi komkujiyên siyasî re wê rê li ber ronîkirina bûyerên din ên tarî veke.

Piştî panelê, li ber navenda çandê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Soza me ji bo Denîz wê aştî be” û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin’ hatin berzkirin. 

Hevseroka DEM Partiyê Fulya Erdogan êrîş bi tundî şermezar kir û anî ziman ku êrîş sûîqestek plankirî û siyasî ye. Fulya Erdogan wiha axivî: “Em ê xeyalên Denîz pêk bînin. Em di şexsê Denîz Poyraz de hemû mexdûrên tundiya siyasî bi bîr tînin; em diyar dikin ku em ê bi gelê xwe re siyaseta demokratîk biparêzin, edaletê ava bikin û heqîqetê bişopînin.”

Piştî daxuyaniyê, girse bi berzkirina dirûşmeyan heta Qada Gundogduyê meşiyan û qurnefîl avêtin deryayê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÎZMÎR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakiya ji bo Hatîce Onaran: ‘Ger sûc be em hemû jî sûc dikin’
Nûçeya Pişt re Trump gef li Îranê xwar: Divê bê şert teslîm bibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê azadiya Rêber Apo û yekîtiya demokratîk a gelê Kurd bê pêkanîn’

Gerîla û fermandarên ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê yên li çiyayên Kurdistanê bûn, ji bo azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê nexweş Çam ê hat berdan: Bila hemû Kurd bibin yek

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de, ji girtîgehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi hezaran kes li Qamişloyê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Li bajarê Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?