Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Dewlet divê êdî bersivê bide banga aştiyê ya Ocalan’
Rojane

‘Dewlet divê êdî bersivê bide banga aştiyê ya Ocalan’

Gianni Tognoni ile Marion Böker diyar kirin ku banga dîrokî ya Rêber Apo pir girîng e û gotin, “Dewleta Tirk divê bersivekê bide banga aştiyê ya Ocalan.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Banga dîrokî ya Rêber Apo li cîhanê deng veda. Dostên gelê Kurd jî bi peyama dîrokî re ji bo serdemeke nû bi kelecan in. Hêzên demokratîk û çep ên Ewropayê û rêxistinên maf-hiqûqê jî geşedanan pir ji nêz ve dişopînin. Li her çar aliyên cîhanê her kes piştgiriyê dide înîsiyatîfa dîrokî ya ku Rêber Apo pêş xistî.

Serokê Dadgeha Gelan a Daîmî ya Îtalyayê Gianni Tognoni û yek ji nûnerên Mafên Jinan a Elmanya ya NY’ê û Seroka İnternational Alliance of Women Marion Böker jî diyar kirin ku ji bo demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd, Rêber Apo bi pêngaveke pir mezin derket holê. Ji Medya Haberê Erem Kansoy pirs ji Tognoni û Boker kirin û wan jî bersiva pirsan dan. Tognoni û Boker destnîşan kirin ku di pêvajoyeke wiha krîtîk de kûrbûna pêvajoyê, girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

VEGERA TIRKIYEYÊ YA LI MAFÊN MIROVAN, WÊ ŞANSÊ WÎ YÊ JI BO ENDAMTIYA YE’YÊ ZÊDE BIKE

Marian Boker diyar kir ku peyama Rêber Apo bandoreke mezin afirandiye û wiha pêde çû: “Ev tê wê wateyê ku Kurd êdî weke şaredar bên ser wezîfeyê jî, bikevin parlamentoyê jî, daxwaza wan a xwerêvebirinê û xebatên wan ên siyasî êdî weke ‘teror’ nayê dîtin û nayên cezakirin. Ev rewş wê bi temamî ji holê rabe û bi dawî bibe. Bi vî rengî dewleta Tirk wê li ser esasê berjewendî û daxwazên Kurd û Tirkan hîn bi rehettir hevkariyê bike. Li gorî min, ev wê ne tenê li Tirkiyeyê rê li ber aştiyê veke, di heman demê de wê zextê li hikûmeta Tirk bike ku êdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurdan nekuje.

Divê Ocalan ji girtîgehê were derxistin û weke lîderê gelê Kurd divê bi gel û nûnerên xwe re baxive. Ji bo vê yekê divê qadeke azad hebe. Ez hêvî dikim ku dê were berdan. Ji ber ku Konseya Ewropayê jî di nav de, gelek saziyan ev daxwaz kir. Şert û mercên cezakirinê, ewqasî dirêj û xirab bû ku êdî divê hikûmeta Tirk wî berde. Dewleta Tirk divê li seranserî Tirkiyeyê dawî li her cure cudakariya xirab a li hemberî Kurdan bîne. Di heman demê de divê vê li welatên cîran; Iraq, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Îran û ji bo Kurdên li herêmên din ên cîhanê dijîn jî pêk bîne. Her wiha vegera Tirkiyeyê ya li mafên aştî û mafên mirovan, şansê wî yê ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropa (YE) zêde bike.”

BANG PIR ZELAL E

Gianni Tognoni destnîşan kir ku divê dewleta Tirk bersiva banga dîrokî ya Rêber Apo bide û ev tişt diyar kir: “Bang pir zelal e. Lê belê ev bang di heman demê de daxwaza xetekê dike. Yanî bang pir girîng e, lê divê aliyê din jî ji bo avakirina şert û mercên demokratîk amade bin. Helbet hingî ku Ocalan girtî be, ev pêvajo bi encam nabe.

Berdana Ocalan, ne tenê ji bo Tirkiye û Rojava, ji bo hemû herêma Rojhilata Navîn jî girîng e. Şûna ku pevçûn weke quralekê bên qebûlkirin, divê aştî weke çarçove û perspektîfekê were pêşkêşkirin. Ocalan ev bang kiriye. Divê êdî dewlet bersivekê bide.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsan çalakiyeke nû ya sîber pêk anîn
Nûçeya Pişt re PKK: Ji îro pê ve em agirbestê îlan dikin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kongreya DYE’yê qanûna ‘Parastina Kurdan’ di rojevê de ye

Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi rojeva parastina mafên Kurdên li Rojava li hev…

Ji aliyê Stêrk TV

Gaziyên Rojava çûn serdana taziyeya şehîd Sîpan

Gaziyan serdana konê sersaxiyê yê şehîd Sîpan Heznî kirin û diyar kirin ku wan soza…

Ji aliyê Stêrk TV

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê bang kir: Heta şaredariya xwe vegerînin em li qadan bin

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û got, "Heta ku şaredariya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?