Duşem, 24 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Gelê Kurdistanê di her şert û mercî de xwedî li şehîdên xwe derketiye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran wê pêkanînê li keştiyên li gorî rêgehê tevnegerin, ferz bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êşa me giran e, lê em bi hêvî ne û serbilind in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîn derbarê êrîşa li ser karkerên Kurd hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di taziyeya Parka Koşuyoluyê de xemgînî û têkoşîn di nava hev de bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî sererastkirina yasaya Rizgarbûyên Êzidî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arkaş: Ger îro li Îmraliyê hatibe danîn, ev bi saya ciwanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel bi dirûşmeyan çû qada bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dewleta Tirk mafê hêviyê binpê dike
Rojane

Dewleta Tirk mafê hêviyê binpê dike

Mafê hêviyê yek ji mafên sereke ye ji bo girtiyên ku cezayê muebetê li wan hatiye birîn. Lê belê dewelata Tirk a dagirker mafê hêviyê naparêze û li dijî zagonên mafê mirovan derdikeve.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Adar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Cezayên darvekirinê yên li gorî zagonên cezayên berê hatine dayin, li gorî hin biryarên qanûnî hatin nûjenkirin. Di encama vê de bi cezayê mubeta giran re, di çarçoveya xala 302’yan ji zagona ”3713” û zagona ”5237’an de, girtiyê cezayê muebeta giran lê hatiye birîn wê heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bimîne. Lê hin caran li gorî biryarên qanûnî û li gorî rewşa girtiyan “Mafê hêviyê” jê re tê dayîn. Her wiha ev mafê hêviyê ji bo girtiyên ku temenê wan 70 saliyê derbas bûye û yên ku zêdetirî 20 salan di girtîgehê de mane tê pêkanîn.

DEM JI BO MAFÊ HÊVIYÊ HEYE GELO?

Lê belê divê ev dem ewqas dirêj nebin ku “Mafê hêviyê” yê girtiyan ji holê rake. Gelek caran ev mafê hêviyê li gorî zagonên dewletan ango welatan tên guhertin. Mînak Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di biryara xwe ya Vinter/Qraltiyên Yekbûyî de qala 25 salan dike. Her wiha dadgeh di vê biryarê de dibînin ku herî dereng divê piştî 25 salan bi awayekî pratîkî mafê hêvîyê pêk were. 

LI TIRKIYEYÊ MAFÊ HÊVIYÊ 

Madeya 16/4 a Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê, xala 47’emîn ji zagona ”3713’yan a Qanûna Cezayê ya Tirk a madeya 5237, Madeya 25’emîn û 107/16’emîn a Qanûna Têkildarî Pêkanîna Cezayî û Tedbîrên Ewlehiyê ya madeya 5275’an ferz dikin ku cezayên li jor hatine vegotin li kêleka cezayên herî li ser wan girtîyan bê navber û heta mirinê didomin.

Li gorî zagonên navneteweyî û xala 3’yan a peymana DMME’yê ev maf li zindanên Tirkiyeyê cih nagirin û nayên pêkanîn. Her wiha yê ku heta niha mafên Rêber Abdullah Ocalan binpê  dike, nebûna mafê hêviyê ya li zindanên Tirkiyeyê ye û bi van gavan Tirkiye li dijî xala 3’yan a peymana DMME’yê derdikeve. 

DMME TÊKILDARÎ MAFÊ HÊVOYÊ JI BO RÊBER APO ÇAWA BIRYAR DA

Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî li Naîrobiyê hate dîlgirtin, her wiha piştre bi rêya îstixbaratên navdewletî derbasî Girava Îmraliyê kirin. Di 31’ê Gulana 1999’an de dadgeha Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Di wir de di 29’ê Hezîrana 1999’an de biryara cezayê darvekirinê li Rêber Abdullah Ocalan hate birîn, di wê demê de li hemû bajarên Kurdistanê û li seraserê cîhanê gelê Kurd û dostên wan çalakî û serhildanên gel ên girseyî lidar xistin. Ev zexta gel û îradeya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku DMME biryara darvekirinê betal bibe û biryara cezayê muebeta heta hetayê li Rêber Apo hate birîn.

DIVÊ DEWLETA TIRK MAFÊ HÊVIYÊ ÇAWA PÊK BÎNE

Li gorî van agahiyên ku me li jor dan, pêwîst e derheqê hemû girtiyan de mafê hêviyê hebe. Ji ber mafê hemû girtiyan heye ku piştî 25 salan azad bibin.

Divê mekanîzmayeke ku cezayê zindanê yê muebed û girankirî li gorî standartên peymanên navdewletî vedibêjin ev biryar bikevin meriyetê û ev rêgez esas bên girtin;

– Ji bo girtî bikare daxwaza ku cezayê wî/wê careke din li ber çavan derbas bike, divê dema girtina wî ji 25 salan zêdetir nebe,

– Di dema nirxandinê de hewce ye guherîn û geşedanên balkêş ên têkildarî jiyana girtî, di nirxandinê de li ber çavan bên girtin. Bi pêkanîna cezayê ji bo rehabîlîtasyonê ye û divê li ber çavan were girtin bê ka domandina vî cezayî rewa ye an na,

– Hewce ye ev nirxandin bi awayekî objektîf û li gorî qeydên ji berê ve hatine diyarkirin bê kirin, 

– Divê sererastkirinên têkildarî esasên ku wê di nirxandinê de li ber çavan bên girtin, gelek zelal û eşkere bin, 

– Ji bo girtî temînatên prosedûrî yên têkildarî pêvajoyê bên dayîn, 

– Girtî divê têkildarî pêvajoyê bê agahdakirin, 

– Heke piştî nirxandina yekemîn biryara redkirinê were dayin, divê bi awayekî piratîkî li ber çavan were derbaskirin û ev pêvajo bidome, 

– Hewce ye venêrîna darazî ya biryara ji hêla mekanîzmayê ve hatiye dayin pêkan be û mafê xwegihandina vê rêyê bidin girtiyan. 

GELO ÇIMA DEWLETA TIRK MAFÊ HÊVIYÊ JI BO RÊBER APO PÊK NAÎNE

Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku naxwaze Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, li dijî hemû qanûnên mafên mirovan derdikeve. Her kes dizane ku mafê hêviyê ji bo Rêber Apo derdikeve. Ji ber ku Rêber Apo ev 27 sal in li  Zindana Îmraliyê tê rehîngirtin. Di heman demê de temenê Rêber Apo gihiştiye 78 saliyê, ev jî li gorî mafên mirovan sûcekî mezin e û li gorî zagonên navneteweyî yên têkildarî mafê hêviyê, divê ev maf li ser Rêber Apo were pêkanîn.

LI GORÎ DMME’YÊ

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dibêje ku mafê hêviyê mafekî bingehîn e û divê girtî ji vî mafî bê par nemînin. 

-Her mirov, sûcekî çi qasî giran kiribe jî, xwediyê mafê guhertinê ye,

-Divê hêviya azadiyê ji wan neyê standin,

-Nehiştina vî mafî weke êşkenceyê tê dîtin.

Di pratîkê de tê çi wateyê?

Mafê hêviyê, ji bo kesên ku cezayê girtîgeha heta hetayê lê hatî birîn û ji mafê azadiya rewa bê par in, rêbazeka hiqûqî ye. Li gorî vê:

-Piştî 25 salan rewşa girtiyan tê nirxandin,

-Komîsyonên taybet vê nirxandinê dikin,

-Derfeta azadiya rawa tê dayîn.

REWŞA LI TIRKIYEYÊ

Li Tirkiyeyê: 

-Heta sala 2002’yan qanûnên ku mafê hêviyê pêk tînin tune bûn,

-Di 2002’yan de cezayê darvekirinê hat rakirin,

-Li şûna wê cezayê girtîgeha heta hetayê ya girankirî hat danîn,

-Niha girtiyên ku bi sûcên terorê hatine cezakirin ji vî mafî bê par in.

BIRIYARÊN DMME’YÊ YÊN LI SER TIRKIYEYÊ

DMME’yê derbarê Abdullah Ocalan de biryar daye ku:

-Girtina bêyî hêviya azadiyê ya heta dawiya jiyanê li dijî mafên mirovan e,

-Ev yek binpêkirina xala 3’yan a peymana mafên mirovan e,

-Tirkiye van biryaran pêk naîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Leyla Guven ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name şand

Siyasetmedar Leyla Guven ku dîl tê girtin, ji bo 16 nûnertiyên sefaretxaneyên Enqereyê name şand…

Ji aliyê Stêrk TV

Fransayê banga îstifayê li raportora Fîlîstînê ya li Neteweyên Yekbûyî kir

Fransayê bi navê endamê daîmî yê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bang li Raportora Taybet…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bogotayê çalakvan daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

Bi wesîleya 2’yemîn salvegera pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Gelê Kurdistanê di her şert û mercî de xwedî li şehîdên xwe derketiye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îran wê pêkanînê li keştiyên li gorî rêgehê tevnegerin, ferz bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Êşa me giran e, lê em bi hêvî ne û serbilind in’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?