Şemî, 3 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Xizmên windayan li 3 bajaran edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Îbrahîm Gundem hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin mafê tedawiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hiqûqnas Ozbîngol: Pêvajoya aştiyê divê bi mîsogeriyên hiqûqî û demokratîk were pêşvebirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Derya Okatan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayê HPG’ê Delîl Nergis hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Koalîsyonê Başûrê Kurdistanê: Divê mîsogerî yekîtiya neteweyî ya Kurdan be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Şêxil Qasim hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê mafê tenduristiyê yê 3 girtiyên Kurd tê binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 25 Şengaliyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî kuştina jinan ‘Nobeda Hiş, Edalet û Jinê’ ya 10 hefteyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DFG’ê rapora binpêkirinê ya meha Îlonê eşkere kir
Rojane

DFG’ê rapora binpêkirinê ya meha Îlonê eşkere kir

DFG’ê rapora rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Îlonê ragihand. Li gorî raporê; 15 rojnameger hatin binçavkirin û 8 jî hatin girtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Îlonê eşkere kir. DFG’ê diyar kir ku di meha Îlonê de jî zextên li ser çapemeniyê berfireh bûn û 8 rojnameger hatine girtin. DFG’ê da zanîn ku di meha Îlonê de xwegihandina 3 hezar û 491 naverokên medyaya dîjîtal hatiye astengkirin û hesabên saziyên çapemeniyê û rojnamegeran di nav de gelek hesabên medyaya dîjîtal hatine girtin.

DFG’ê diyar kir ku meha Îlonê, li Tirkiyeyê ji aliyê azadiya çapemenî û îfadeyê ve bû meheke ku astengkirina xwegihandinê lê zêde bû û wiha got: “Daneyên xebata me ya çavdêriyê ya mehane nîşan didin ku astengkirina xwegihandinê ji mudaxeleyeke tenê li ser naverokên nûçeyan derketiye; veguheriye mekanîzmayeke berfireh a sansurê ku ji hesabên medyaya dîjîtal ên rojnamevanan heta saziyên nûçeyan, ji rêxistinên pîşeyî heta saziyên civaka sivîl û gelek aktorên ku tevlî nîqaşa giştî dibin li xwe digire.

Ji rojên destpêkê yên mehê ve hesabên medyaya dîjîtal ên rojnameger û saziyên medyayê hatin astengkirin. Li gorî daneyên meha Îlonê, di qada înternet û medyaya dîjîtal de rê li ber xwegihandina 3 hezar û 491 naverokên medyaya dîjîtal hate girtin. Li gel vê xwegihandina 15 nûçeyan hate astengkirin û 4 malperên înternetê hatin girtin.”

DFG’ê bal kişand ser astengkirina hesabên saziyên medyayê û wiha domand: “Di meha Îlonê de hesab an jî malperên saziyên medyayê yên mîna JINNEWS, Ajansa Mezopotamyayê, Ajansa Welat, Evrensel, Kisa Dalga û T24 bi astengiyên xwegihandinê û mudaxeleya platforman re rû bi rû man. Li gel vê yekê, gelek hesabên şexsî yên Xyê yên rojnamegeran bi hincetên wekî ‘ewlehiya neteweyî û parastina aramiya cemaweriyê’ li Tirkiyeyê hatin girtin.

Bi taybetî serdema di navbera 24 û 30’î Îlonê de ji aliyê zêdebûna astengiyan ve balê dikişîne. Di raporê de cih girt ku di 24’ê Îlonê de herî kêm 250 hesabên X’yê hatine astengkirin; di 26’ê Îlonê de 80 hesabên din ku saziyên çapemeniyê, rojnameger, akademîsyen û navên di qada aborî-fînansê de dixebitin di nav de ne, hatine astengkirin. Di 28’ê Îlonê de herî kêm 55 hesabên X’yê hatin astengkirin, di 30’î Îlonê de jî projeya EngelliWebê ya Komeleya Azadiya Îfadeyê tespît kir ku herî kêm 147 hesabên din ên X’yê ku der barê krîza fonê de parvekirin kirine, hatine astengkirin.”

DFG’ê di berdewamiya rapora xwe de ev tişt gotin: “Ev zêdebûn nîşan dide ku astengkirina xwegihandinê bi mijar an nûçeyeke tenê ve sînordar nemaye. Di meha Îlonê de hesab û naverokên ku der barê kuştina Narîn Guran, krîza fonê, nûçeyên têkildarî kesên di nav raya giştî de tên nasîn, êrîşa li dibistaneke Manîsayê, mafên LGBTÎ+, geşedanên siyasî, geşedanên beriya Civîna Bilind a NATO’yê û gelek bûyerên civakî de parvekirin kirine, bûn armanca astengkirinê. Di raporê de hate tomarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guran de 99 hesabên X’yê; piştî êrîşa li ser dibistana li Tûrgûtlûya Manîsayê jî 92 hesabên X’yê hatine astengkirin.

Di 18’ê Îlonê de bi temamî rê li ber xwegihandina malpera Medya Radarê hate girtin, li ser îtîrazê ev biryar hate betalkirin. Di 30’î Îlonê de jî ji bo malpera înternetê ya T24’ê û hesabê wê yê X’yê yê bi milyonek û 900 hezar şopîner biryara girtinê hate dayîn.

Ev rewş nîşan dide ku êdî nabe astengkirina xwegihandinê tenê wekî amûreke ku belavbûna naverokekê sînordar dike were nirxandin. Astengkirina nûçeyekê, girtina hesabê rojnamegerek, girtina hesabê medyaya dîjîtal ê saziyeke medyayê yan jî girtina malpera nûçeyan bi temamî, her çend rêbazên cuda bin jî heman encamê diafirînin; rêyên gihîştina civakê ya bi nûçeyê re û gihandina nûçeya rojnamevan a ji civakê re tên tengkirin.

Aliyekî din ê girîng ê ku di daneyên meha Îlonê de balê dikişîne ew e ku astengkirina xwegihandinê tenê bi biryarên îdarî û darazî yên li Tirkiyeyê ve sînordar nemaye. Piştî biryarên têkildar, gelek hesab ji aliyê X’yê ve li Tirkiyeyê hatin astengkirin. Instagramê jî hesabê Tirkî yê Ajansa Mezopotamyayê bi hinceta ‘qaîdeyên civakê’ girtiye; rê nedaye îtîraz û daxwaza ji nû ve nirxandinê. Hesabê Tirkî yê Instagramê yê JINNEWS’ê jî bi heman awayî hate rawestandin. Her wiha hesabê Instagramê yê Ajansa Welat yê bi navê ‘ajansawelat1’ ku bi du zaraveyên Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî) parvekirinan dikir, ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahdariyê (BTK) ve hat astengkirin.

Daneyên meha Îlonê nîşan didin ku hincetên ji bo astengkirinê tên bikaranîn jî di çarçoveyeke gelekî berfireh de cih digirin. Naverok û hesabên medyayê bi hincetên cuda yên wekî ‘ewlehiya neteweyî û parastina aramiya giştî’, ‘dezenformasyon’, ‘provakasyon’, ‘aramiya civakî’, ‘rêgirtina li ber pêkanîna sûc’, ‘nepeniya jiyana taybet’, ‘mafên kesayetiyê’ û ‘qaîdeyên civakê’ hatin girtin.

Daneyên Îlona 2026’an nîşan didin ku li Tirkiyeyê astengkirina xwegihandinê di qada azadiya çapemeniyê de veguheriye amûreke sereke ya zextê. Pêkanînên ku ji hesabên şexsî yên rojnamevanan heta malperên saziyên nûçeyan, ji hesabên medyaya dîjîtal heta hin naverokên nûçeyan dirêj dibin, rasterast bandorê li ser mafê nûçegirtinê yê civakê dikin.

Wekî DFG’ê em destnîşan dikin; Astengkirina qada ku rojnamegerek nûçeya xwe lê diweşîne, ne tenê mudaxeleya li ser azadiya îfadeyê ya rojnamegeran e, di heman demê de mudaxeleya li ser mafê agahdarkirina civakê ye jî. Bi taybetî astengkirina komî ya hesabên medyaya dîjîtal ên rojnamegeran, girtina hesabên saziyên nûçeyan û bi temamî girtina malperên nûçeyan divê ji aliyê azadiya çapemeniyê ve wekî sernavekî cuda yê çavdêriyê bêne destgirtin.

Di Îlona 2026’an de zextên li ser rojnamevanan tenê bi astengkirina naverokên nûçeyan ve sînordar neman; veguherîn şêwazekî mudaxeleyê yê pirqatî ku bi binçavkirin, girtin, geflêxwarin, astengkirina di dema şopandina nûçeyan de û girtina hesabên medyaya dîjîtal hevûdu temam dikin.

Di meha Îlonê de 15 rojnameger hatin binçavkirin û 8 rojnameger hatin girtin. Bi ser mala 4 rojnamegeran de hate girtin, gef li 3 rojnamegeran hate xwarin, di 5 bûyeran de rê li ber şopandina nûçeyan a rojnamegeran hate girtin û mudaxeleya nebaş li 2 rojnamegeran hate kirin. Di heman serdemê de di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de der barê 2 rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin, der barê 10 rojnamegeran de jî doz hate vekirin. Di 25 dosyayên ku darizandina wan didome de 80 rojnameger hene. Heta 4’ê Cotmeha 2026’an hejmara rojnamegerên girtî 29 e.”

DFGê rapora xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di meha Îlonê de beşeke girîng a mudaxeleyên li dijî rojnamegeran, rasterast li ser nûçeyên wan an jî parvekirinên wan ên medyaya dîjîtal pêk hat. Rojnameger Oya Lale Arslan bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal û weşanên YouTubeyê hate binçavkirin û girtin. Rojnamevan Selahattîn Gunday ji ber dîmenên ku di çarçoveya lêpirsîna Kaşîf Kozînoglû de kiribû nûçe hate girtin, piştre der barê wî de biryara duyem a girtinê hate dayîn. Rojnamevan Tugba Tekerek ji ber nûçeya ku ji Kaos GLyê re amade kiribû hate girtin; Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Bolû Gundemê Huseyîn Aykan jî ji ber nûçeyeke ku weşandibû hate girtin.

Di meha Îlonê de mudaxeleyên ku rojnameger di dema şopandina nûçeyan de rû bi rû man jî gihişt asteke berbiçav. Di meha Îlonê de di 5 bûyeran de rê li ber şopandina nûçeyan a rojnamegeran hate girtin, gef li 3 rojnamegeran hate xwarin û mudaxileya nebaş li 2 rojnamegeran hate kirin.

Yek ji êrîşên ku rojnameger pê re rû bi rû man jî bendên darazê bûn. Di meha Îlonê de der barê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, lêpirsîna 10 rojnamegeran jî veguherî dozê. Di dema ku darizandina 80 rojnamegeran di 25 dosyayan de berdewam dikir, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Nûçegihana ETHA’yê Zuleyha Muldur hate birîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîlayê HPG’ê Delîl Nergis hate bîranîn
Nûçeya Pişt re Şîrketên Tirkiyeyê li Behdînanê qirkirina daran bi lez kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Leyla Îmret têkildarî hevdîtinên li Elmanyayê axivî

Hevnûnera Elmanyayê ya DEM Partiyê Leyla Îmret da zanîn ku rayedarên Elmanî ku hefteya borî…

Ji aliyê Stêrk TV

Turkoglû: Divê jin di 25’ê Mijdarê de li dijî desthilatdariyê bibin yek deng

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku divê di 25’ê Mijdarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Xizmên windayan li 3 bajaran edalet xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Îbrahîm Gundem hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Wanê girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin mafê tedawiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hiqûqnas Ozbîngol: Pêvajoya aştiyê divê bi mîsogeriyên hiqûqî û demokratîk were pêşvebirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?