Li bajarên Kurdistanê krîza aboriyê ya giran, kêmaniya derfetên kar û pirsgirêkên li xizmetên cemaweriyê her roj hîn bêhtir bandorê li jiyana civakî dike. Koça ji ber kêmaniya razameniyê, pirsgirêka kalîteyê ya li perwerdeyê û bêkarî; li ser her beşên civakê bi taybetî jî jin û ciwanan pirsgirêkên civakî kûrtir dike.
Pispora Xizmetên Civakî Berfîn Ayyildiz mijar ji ajansa me re nirxand û anî ziman ku gelek sedem hene ku bandorê li avaniya civakî dike, ya sereke jî pirsgirêkên aboriyê ye.
Berfîn Ayyildiz ragihand ku pirsgirêkên aboriyê ne tenê bandorê li şexs an jî malbatê dike, bi bandora li ser avaniya tevahiya civakê re encamekê bi xwe re tîne. Ayyildiz got, “Malbatekee bi pirsgirêkên aboriyê neçar dimîne koç bike. Malbatek bi pirsgirêkên aboriyê neçar dimîne li derve, li kolanan, li taxê karên ne ewle bike an jî kesek ji bo peydakirina pere berê xwe dide rêyên îllegal û rewşên welê rû didin ku bandorê li hev dikin. Mînak, çîrokên tundiyê, girêdana bi madeyê yan jî tehfdana ber bi sûc ve bi vî rengî rû didin.”
Berfîn Ayyildiz anî ziman ku ciwanên ew pê re axivîn gotin, “Çûyîna dibistanê ji bo min çareserî nîne, çûyîna dibistanê tiştekî nade min. Ji ber ku kar wê bi destê min nekeve” û bi vî rengî dewam kir, “Zêdebûna rêjeya terikandina dibistanê tê wateya rasthatina li derdoreke neyînî, tevlîbûna li nava derdoreke neyînî.”
Her wiha işaret bi rewşa jinan jî kir û anî ziman ku dervehiştina jinan a ji qada karkirinê pirsgirêkên civakî û aboriyê kûrtir dike û got, “Dema ku mirov bala xwe bidin ser daneyên par ên TUIK’ê, tê dîtin ku di asta ji sedî 20-25’an de jin ji kar têne dûrxistin. Di vir de hin pirsgirêkên pergalî hene. Jinên ketin nava pêvajoyeke girêdana bi madeyê timî bi travmayên nû re rû bi rû dimînin. Ji bo karibin bedena xwe ji wê girêdana bi madeyê rizgar bike hewl dide. Di heman demê de jinên ku ne di nava kar de bin, di nava girêdaneke aboriyê de ne. Ev girêdana aboriyê jî bivê nevê berê wan dide cihên cuda. Ji ber vê jî mijar dixitime.”
Berfîn Ayyildiz ragihand ku çîroka tundiyê û pêvajoyên girêdana bi madeyê hin caran digihêje hev, lê belê rast nîne ku tundî tenê bi girêdana bi madeyê bê eşkerekirin û got, “Kiryarê tundiyê ne pêwîste ku tenê bi madeyê ve girêdayî be; yanî pêvajoyeke ku bi zîhniyeta wî ve eleqedar e. Lê belê tundî jî girêdana bi madeyê jî gelekî dûrî hev nîne.
Rewşa neyînî ya li nava jiyana mirov tenê bi çîroka girêdana madeyê, bi krîza aboriyê cuda nîne, divê bi rengekî topyekûn bê nirxandin. Yanî derdora mirov, jiyana perwerdeyê, derdora hevalan, rewşa malbatê; ev hemû divê bi rengekî topyekûn bê nirxandin.”
Her wiha destnîşan kir ku rizandina civakî jî tenê bi hincetekê nikare bê vegotin û got, “Sedemeke bi tenê ya rizandina civakê nîne. Bi taybetî hin rewş hene ku tê ferzkirin. Rizandina civakê tê wê wateyê ku baweriya ciwanan lawaz bûye, piştevanî qels bûye, jin di nava civakê de nikare ji xwe re cihekî peyda bike, paşerojek ji zarokan re nikare bê dayin. Ya rast ev hemû sedemên rizandina civakê ye.”
Ji bo çareseriyê jî Berfîn Ayyildiz diyar kir ku divê polîtîkayên perwerdeyê bêne sererastkirin, pêvajoyên tevlîkirina li kar bêne zêdekirin, mirov karibin xwe bi rastî jî ewle bibînin.

