Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Di 2 mehên dawî de 92 kes di êrişên dewleta Tirk de hatin qetilkirin
Rojava

Di 2 mehên dawî de 92 kes di êrişên dewleta Tirk de hatin qetilkirin

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di êrişên dewleta Tirk a dagirkir û çeteyên wê de ji Mijdara 2024ˈan heta niha 92 sivîl şehîd bûn. 43 kes birîndar bûn û 300 kes jî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Çile 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Êrişên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Mijdara 2024ˈan heta niha  li Herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 2 jê rojnamevan 92 kes qetil kirin. Li gorî ajansa nûçeyan a Hawarê (ANHA) Bîlançoya sûcên şer ên artêşa Tirk û çeteyên wê yê ku ji Mijdara 2024’an heta niha wiha ye:

MIJDAR 2024

28ˈê Mijdara 2024ˈan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xirnata yê Efrînê bi obîsan topbaran kirin. Di encamê de şêniyê bi navê Delîl Fewaz Îbo (28) birîndar bûn.

29ˈê Mijdara 2024ˈan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Helîsa yê Efrînê kirin. Di encamê de zaroka bi navê Rosêl Mihemed Xelef (13) û welatiyê bi navê Mihemed Arif Hac Mehmûd (40) şehîd bûn. Hisên Mihemed Hesen Xelef (9) û Murad Mihemed Hac Mehmûd (14) jî birîndar bûn.

30ˈê Mijdarê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên Bênê û Hirbil ên kantona Efrîn-Şehbayê kirin. Di encama êrişê de Ciwan Mihemed Elî (26) birîndar bû.

KANÛNA 2024

-1ˈê Kanûnê zarokên bi navên Xidir Mehlî (2), Zeyneb Murad (3) û welatiyên bi navê Mehlî Mehlî (44) û Kinco Remo (41) dema ji herêma Heyderiyê yê Helebê vedigeriyan gundê xwe (Nîbreyê) di êrişa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûn. Di heman rojê de balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo-Hesekê erebeyek bombebaran kir. Di encamê de şêniyê bi navê Ebdulezîz Selahedîn Şêxo şehîd bû.

-2ˈê Kanûnê li çerxerêya Şîhan a li Helebê di êrişa sûîqastê çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şêniyê bi navê Cemal Mursel û kurê wî Hesen şehîd bûn. Hevjîna wî Ceml û keça wî jî bi giranî birîndar bûn.

-4ˈê Kanûnê balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk li bajarê Dêrikê êrişî cihekî şûştina erebeyan pêk anî. Di êrişê de welatiyên bi navê Ebdullah Elî El Ehmed û Enes Temam Mihemed şehîd bûn.

-5ˈê Kanûnê di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Boxazê yê Minbicê de Zehara Elî El Ceban (23) û birayê wê Ehmed Elî El Ceban şehîd bûn. Di êrişa li ser gundê Faratê yê  heman bajarê de jina bi navê Nedîme El Hisên El Hemûd (45) şehîd bû û jina bi navê Seida El Ferc (45) bi giranî birîndar bûn.

-7ˈê Kanûnê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bajarokê Erîma topbaran kir. Ji ber topbaranê ciwanê bi navê Xalid Ridwan (19) birîndar bû. Jina bi navê Fetûma El Mihemed (23) a ji gundê Cib Mexzûm û Berekat Ebduselam (48) ê ji gundê Cebla Hemar ên Minbicê de birîndar bûn.

-8ˈê Kanûnê dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bi çek komkujiyek li gundê Misterîha yê rojavayê bajarê Eyn Îsayê kir. Di encamê de piranî jin û zarok 12 kes şehîd bûn. Navê şehîdên komkujiyê ev in: Mihemed Îbrahîm El Îdo (70), Mistefa Îbrahîm El Îdo (50), Îsmaîl Mehmûd El Îdo (12), Hesen Mistefa El Îdo (1), Ebdulqadir Mistefa El Îdo (10), Ruqeya Osman El Îdo (45), Kewser Mistefa El Îdo (17), Nûma Mistefa El Îdo (16), Zemzem Mistefa El Îdo (12), Neda Mihemed El Îdo (15), Tirkiya Mihemed El Îdo (30), Ebîr Ehmed El Feneş (22).

-9ˈê Kanûnê balafirên bêmirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker gundên Hermel û Mihermela yên bajarê Zirganê bombebaran kirin. Di encamê de welatiyek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.  Dewleta dagirker li gundê Xerfan ê Minbicê komkujiyek kir. Di komkujiya ku bi balafireke bêmirov û bi çek hate kirin de 10 kes şehîd bûn.

-10ˈê Kanûnê di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê de endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya Qemer El Sûd, Eyşe Ebdulqadir û Îman şehîd bûn.  Di heman rojê de di êrişa li gundê Cada ya Mezin ê li başûrê rojavayê bajarê Kobanê de şêniyê bi navê Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (25), Şehed Mehmûd Şêx Elî (12) şehîd bûn. Umer Mehmûd Şêx Elî (10), Mehmûd Mehmûd Şêx Elî (8) jî birîndar bûn.

-Li medyayên dîjîtal jî dîmena nexweşxaneyeke bajarê Minbicê qetilkirina bi dehan nexweş û birîndaran a ji aliyê çeteyan ve hat weşandin. Lê navên şehîd û birîndaran nehatin bidestxistin.

-Di heman rojê de, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û bi çek gundê Sufiyan ê rojavayê bajarê Girê Spî bombebaran kir û komkujî pêk anî. Di encamê de 8 kes şehîd bûn. Navê şehîdan wiha ne: Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Meihemd El Abdo, Ebdulkerîm El Abdo, Delal Silêman, Nadiya Silêman û zarokên bi navên Casim Silêman û Husam Silêman.

-11ˈê Kanûnê, di êrişa li ser gundê Til Cuma yê bajarê Til Temirê de welatiyek birîndar bû. Di heman rojê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Kobanê ambulansek bombebaran kir. Di encamê de ajokarê ambulansê û birîndarek şehîd bûn. Her wiha welatiyek û hemşîreyek bi giranî birîndaran bûn. Di heman rojê de çeteyên dewleta Tirk li Pira Qereqozaqê erebeyekê sivîlan da. Di encamê de jina bi navê Zahîde Kûsî (60) şehîd bû û neviyê wê Ciwan jî (8) birîndar bû.

-14ˈê Kanûnê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Minbicê welatiyê bi navê Cemal El Şêxanî El Nîvî qetil kir.

-19ˈê Kanûnê, balafira bêmirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Bendava Tişrîn-Sirînê erebeya nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan tê de bûn, bombebaran kir. Di encamê bombebaranê de Cîhan û Nazim şehîd bûn û ajokarê erebeyê Ezîz Hac Bozan jî birîndar bû.

-21ˈê Kanûnê, balafireke bêmirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker rêya Hol-Til Birakê bombebaran kir. Di encamê de endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Basim Şedadê, endama HPCˈê Ebîr El Xilêf û endamê Meclisa Rûspiyan Ehmed El Temî şehîd bûn, her wiha serokê Meclisa Rûspiyan a Til Birakê Bunyan Hesnawî El Cedû bi giranî birîndar bû.

-22ˈê Kanûnê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Cada yê bajarê Kobanê Sewsen Xelef (35) û keça wê Nesîm Xelef (12) şehîd bûn.

-27ˈê Kanûnê komeke çete êrişî Şaredariya Gel a bajarokê Tişrînê yê kantona Reqayê kir û xebatkarê wê Mihemed Muslim qetil kir.

-28ˈê Kanûnê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Bilbilê yê Efrînê serê ciwanê bi navê Dijwar Beto (22) jêkir.

-31ˈê Kanûnê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sînor gundê Qeremoxê yê rojhilatê bajarê Kobanê gulebebaran kir. Di encamê de ciwanê bi navê Mihemed Nesan Seîd birîndar bû.

ÇILEYA 2025

-6ˈê Çileya 2025ˈan, dagirkeran gundê Cedîda yê bakurê bajarê Eyn Îsayê bi obîsan topbaran kirin. Di encamê de şêniyê bi navê Emar Hemed Elî El Hisên (45) bi giranî birîndar bû.

-8ˈê Çileyê balafirê bêmirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker karwanê gel ê ji bo parastinê diçû Bendava Tişrînê bombebaran kir. Di bombebaranê de endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Şihab El Hemed, Azad Ferhan Mihemed Hesan û Zozan Hemo şehîd bûn. Di heman rojê de gundê Girik ê bajarê Kobanê jî hat bombebarankirin. Di encamê de welatiyên bi navên Elî Şaşo û Mistefa Ebdî şehîd bûn. Di heman rojê de balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser xaçerêya gundê Girkê Xeco yê Dêrikê erebeyek  kir hedef. Di encamê de sivîlek şehîd bû û yek jî bi giranî birîndar bû.

-10’ê Çileyê dewleta Tirk a dagirker bi belafira bêmirov û biçek êrîşê gundê Qereçoxê bejhiya Dêrîkê kir û di encamê êrîşê de welatiyê bi navê Ehmed Elî û rêvebira Kongra Star Şahnaz Omer şehîd bûn.

-11’ê Çileyê dewlata Tirk a dagirker li Sirînê malekê bombebaran kir. Di encamê bomberanê de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn, 6 kes jî birîndar bûn. Navê şehîd û birîndaran wiha ye: Îsmaîl Hisên Mistefa (37), Fatma Îsmaîl Mistefa (12) û Ayşe Îsmaîl Mistefa (13) şehîd bûn. Hisên Îsmaîl Mistefa (10), Xilud Îsmaîl Mistefa (8), Îman Îsmaîl Mistefa (5), Ali Îsmaîl Mistefa (2) û Behriye Îsmaîl Mistefa (1) jî birîndar bûn.

SÛCÊN DIN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê agahiyên der barê sûcên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di rêwîtiya koçberkirina xelkê Efrîn-Şehbayê de kirine, ji ANHA’yê re parve kirin.

Li gorî rêxistinê sûcên ku di Kanûna 2024ˈan de li dijî xelkê kantona Efrîn-Şehbayê hatine kirin wiha ne:

-Di nav de 17 jin, 145 kes hatin revandin.

-Di rêwîtiya koçberiya bi darê zorê de, di nav de kesek bi temen ji ber krîza dil û 2 zarok ji ber sermayê şehîd bûn.

-Di nav de 3 jin û zarok, îşkence li 16 kesan hate kirin.

-Li gundê Şêxûrêzê yê bajarê Efrînê 30 darên zeytûnan hatin birîn.

-Piştî dagirkirina Şehbayê (2 Berfanberê 2024), çarenûsa 300 kesan ku piranî ciwan û jin in nayê zanîn.

Li gorî heman rêxistinê, sûcên li Minbic, Kobanê, Zirgan û Eyn Îsayê hatine kirin jî bi vî rengî ne:

-Di nav de zêdetirî 5 jin 16 kes hatin revandin.

-Di nav de 6 zarok û 10 jin 61 kes hatin qetilkirin.

-Li gel van sûcan jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  êrişî qadên xizmetguzarî wekî embarên genim, kargeha şekir, santralên ceyranê û bendava Tişrînê kir. Di qanûnên navneteweyî de ev êriş sûcên şer in.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şewata li Los Angelesê belav dibe: Herî kêm 16 kes mirin
Nûçeya Pişt re ‘Ev pêvajo divê ber bi qebûlkirina mafên Kurdan ve biçe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara 5’emîn a Kovara Hunerê derket

Hejmara pêncemîn a kovara çandî, hunerî û wêjeyî ya Hunerê derket pêşberî xwendekaran.

Ji aliyê Stêrk TV

Dema binçavkirinê ya derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin

Derhênerê hunerê yê fîlmê Bakur Koray Kesîk ku 2'ê Gulanê li Îzmîrê hate binçavkirin, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Edeneyê berdana 2 girtiyan hate astengkirin

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê berdana Mecît Alagoz û Ahmet…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Law ê ku kîtên mirinê ji sedan kesan re şandibû wê ji cînayetê neyê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Skoçyayê giraveke çêkirî ya efsûnî ji dema Neolîtîkê maye hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kujerê rêzeyî ê ku Rûsyayê ji bo şer serbest berdabû, fîrar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?