Merve Asya Ozgur ku di fîlmê “Ew jî tiştek e” ya Pelîn Esmer de lîstikvana sereke ye û bi karaktera “Aliye” radibe, li ser têkiliya navbera huner û aştiyê ji me re axivî.
Di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku dema mirov bala xwe didin ser rabirdûya mirov, dibîne ku “her tişt” yanî “tişta” bi navê dîrok bi serê xwe ji yekparebûna çîrokan pêk tê û got, “Ji qadên hunerê yên heyî, salon, dik û pêşangehan wêdetir, ku hîn ziman jî tine bû, mirovan karîbûn çîrok û derdê xwe vebêjin. Çi li ber êgir bi deng û tevgerê, çi jî li ser dîwar û xakê bi xêzkirina nexşan.
Me karîbû bûyerên têkildarî xwe; tirs, êş, kenê xwe bi ‘yên din’ re parve bikin. û ev hemû vegotin jî ‘çîroka hevpar’ a me hemûyan e. Dibe ku bi van hevpariyan em dikarin hevdu bibînin û fêhm bikin.”
Merve Asya Ozgur destnîşan kir ku ev yek rêyekê pêşkêşî te dike ku tu mirovên naşibe xwe bi nêteke baş fêhm bike.
‘ŞER DÛRKETIN Û DIJBERIYÊ BI XWE RE TÎNE’
Di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ev yek di nava atmosfera şer de, ji b fêhmkirina hev a mirovan yekane rê ye, ji ber ku şer bi xwe re dûrketinê û dijberiyê tîne.
Lîstikvan Merve Asya Ozgur ji bo dûrketina ji hesta nefretê ya bi salan jî bal kişand ser girîngiya azadiya hunerî û got, “Eger hûn merc û atmosfereke azad bide hunermendan, ew ê jî wêribe ku ji mirovan re qala hin tiştan bike. Ev rê tenê bi vî rengî dikare bê firehkirin. Bêguman ev pêvajoyek e ku gelek dem jê re divê, bi carekê naguhere. Civak jî welê ye, aştî jî welê ye, di nava rojekê de ava nabe; meseleyeke mezin e ku dem, pêvajo, ked, biryardarî, qanihkirin û lihevkirinê jê re divê.”
Merve Asya Ozgur destnîşan kir ku divê hunermend jî polîtîze bibin û ev tespît kir, “Ji ber ku fikrekî îdealîzekirî yê têkildarî hunermendan heye; haya van mirovan her tim ji her tiştî heye, gelekî entelektuel e, çavên wan timî ji bo aştiyê vekirî ye, rojeva civakê dişopîne. Yên ku huner bi giranî di destê wan de ye ji xwe bûrjûvazî ye. Di nava mercên bi fonên wan ên ku bi bankayan re afirandine, li gel sansur û astengiyên aboriyê hewl tê dayin ku hin tişt bêne hilberandin.”
‘AZADIYA HUNERMENDÊN KURD WÊ GELEK TIŞTAN LI HUNERMENDÊN TIRK ZÊDE BIKE’
Li ser zext û astengiyên li hemberî hunermendên Kurd Merve Asya Ozgur nirxandineke bi vî rengî kir:
“Civak avaniyeke yekpare nîne. Di nava xwe de hezar dewlemendî heye, di nava van çandên ku dewlemendiyê diafirîne de hezar ziman, mirov, çîrok û mît ên cuda hene.
Ziman ewqasî girîng e ku bi têkiliyên nayê dîtin me bi hev ve girê dide. Ez mirovek im ku bi Tirkî diaxivim, lê bellê rewşa mirovek ku zimanê xwe yê dayikê Kurdî ye, ji xwe nakokiyeke mezin e. Gotinên destpêkê, xewnên me, xeyalên me, eşqa me, rehê van hemûyan di nava zimanê me yê dayikê de ye, bi wan gotin, nasname û zimanê dayikê ava dibe. Piştre jî hûn dibin hunermendek ku bi wî zimanî hildiberîne. Gelo ji vê xwezayîtir tiştek heye? Piştre jî berhemên we têne sansurkirin. Ev yek weke birîna şaxên darekê ye. Weke hewldana astengkirina berhemdariya wê darê ye. Rastiyeke bi vî rengî dilşewat e.
Niha, eger ev pêvajo bi erênî bi pêş ve biçe, gelo wê şaxekî din li wê darê şîn bibe? Wê bandoreke welê bike ku careke din berheman biafirîne û hunera vê erdnîgariyê dewlemend bike? Mezinbûna şaxekî demekê bixwaze jî ez dixwazim bi vî fikrî bi hêvî bim.
Bi dîtina min, hilberîna bi hev re wê gelek tiştan li hunermendên Tirk jî zêde bike.”
‘AZADÎ WÊ BIBE BERHEMA AŞTIYÊ’
Lîstikvan Merve Asya Ozgur got, beriya bê vê derê li ser fikiriye bê kare li ser aştiyê çi bibêje û got, “Aştî tê çi wateyê? Mirovek çima aştiyê dixwaze? Aştî gelo tenê aştî ye? Li ser van fikirîm. Ya rast mirov nikare aştiyê ji azadiyê cuda bifikirin. Ew mercê wê yê destpêkê ye. Aştî ‘tiştek e’ û piştî ew hat, wê azadî jî bibe encam û berhema wê. Em ji bo vê hewl didin. Em dixwazin bi azadiyê re jiyana me hîn hêsan be.”
Li ser bidestxistina azadiyê jî Merve Asya Ozgur got, “Mirov kengî azad dibe? Balkêş e, mercekî din ê azadiyê jî têkoşîn e. Encamek e ku pêşkêşî te nayê kirin, lê tu bi têkoşînê bi dest dixe.
Beriya aştiyê, di navbera aştiyê û rêya ber bi azadiyê ve rêyek zehmet a têkoşînê heye. Bêyî vê rêyê aştî jî nabe, azadî jî nabe.”

