Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Serhedo hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 55’an de ye: Gundiyên Tatanê nobetê dewr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê: Divê li hember Kerbelayên îro helwesta Huseynî bê raberkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zîlan sembola fedaîtî û meşa ber bi azadiyê ve ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta edaletê ya Şirnexê di hefteya 4’emîn de ye: Daxwaza aştiyê ne sûc e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di bin siya ziyanên qeyûm de pêvajoya şaredarvaniya demokratîk
Rojane

Di bin siya ziyanên qeyûm de pêvajoya şaredarvaniya demokratîk

Mûstafa Avci diyar kir ku weke rêveberiyên xwecihî li gel jiholêrakirina ziyana qeyûman a li şaredariyan kiriye, ew hewl didin xizmeteke berfireh, pir alî û pir zimanî bidin civakê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Li bajarên Kurdan ji ber polîtîkaya qeyûm a du serdemên beriya niha, ziyanên civakî û avanî yên cidî li şaredariyan bûn.

Lê belê niha pêvajoyeke nû heye. Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi banga Rêber Apo destpê kir, vîzyoneke avakirina demokratîk a ji xwecihî dide pêşiya xwe. Di vê çarçoveyê de Endamê Desteya Navendî ya Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê Mûstafa Avci li ser rola siyaseta xwecihî û şaredariyan ji ANF’ê re axivî.

Di destpêkê de qala ziyanên ku qeyûman li şaredariyan kir û got, “Bêguman qeyûm beriya her tiştî desteserkirina îradeya gel a bi zordariyê ye. Li  nava civakê weke darbeya siyasî tê pênasekirin. Bi esasî darbe jî betalkirina demokrasiyê ye. Li her zemîn û dema ku bi cih tê anîn, di nava civakê de dibe sedema şikestineke cidî ya îradeyê, bêbawerî û bêhêvîtiyê. Lê belê gelê Kurd ê welatparêz her rewşeke bi vî rengî timî ji xwe re kiriye hinceta têkoşînê. Di dema qeyûman de gel hîn bêhtir xwedî li nirxên xwe derdikeve û dest bi têkoşîneke hîn rêxistinbûyî dike.

Di hilbijartinên xwecihî yên piştî demên yekemîn û duyemîn ên qeyûm, partiya me rêjeya dengê xwe her carê zêde kir.

Li gel ziyanên psîkolojîk û sosyolojîk a qeyûman, her wiha li qada ekolojîk û aboriyê jî ziyanên mezin dike. Di her projeya xwe de li ser rê û rêbazên bidestxistina rantê ya ji bo alîgirên xwe disekine. Bajar veguherandine cihekî ji betonê, qadên şînkahî di bin pîvanên cîhanê de ne. Xweza bi her awayî hatiye talankirin; lê belê ne xema wan e.

Ji aliyê aborî ve jî şaredariyan dixin binê deynan û bi vî rengî hewl didin dest û milê me girê bidin ku em nikaribin xizmetê bikin. Mînak; bi taybetî li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, dema ku qeyûm di pêvajoya destpêkê de dest danî ser şaredariyê deynê şaredariyê tine bû, qaseya wê zêde bû. Lê belê qeyûmê destpêkê sala 2019’an qaseya şaredariyê bi deynê ji 1 milyar û 100 milyon lîreyî radestî me kir; qeyûmê duyemîn jî di hilbijartinên 2024’an de qaseya şaredariyê bi 8 milyar lîreyî bi deyn radestî me kir. Di berdêla vê yekê de karek ji bo gel, ji bo bajêr, ji bo civakê nekir.

Her wiha şaredarî weke cihekî ji derfetên kar bi kar anî. Şaredarî bi zarokên alîgirên xwe tijî kirine.

Qeyûm ji ber ku ji karê xwe berpirsyar nayên dîtin, heta ji wan tê bi rehetî tevdigerin. Welê lê hatiye ku piraniya şaredariyên me hatineya xwe hema bibêje bi temamî dide mûçeyê personelên şaredariyê. Pere ji bo xizmetê namîne.

Gelê me ku di dema rejîma qeyûm de ji xizmetê bêpar hate hiştin an jî cihêkarî lê hate kirin, bi mafdarî li benda xizmeta me ye, dixwaze dawî li mexdûriyeta wan bê anîn. Ji ber ku bi derfetên heyî ev yek pêkan nîne, carna em û gel tên hemberî hev.

Yek ji qadên ku yekser bûn hedefa qeyûman ew qadên xizmetê bûn ku di dema me de ji bo jin, ciwan, zarokan û mirovên dezavantaj hatin avakirin. Saziyên navborî ya têne xerakirin, ya girtin ya jî li derveyî armanca xwe têne xebitandin. Bi heman rengî êriş li ser şaredarvaniya pir zimanî û karên li qada çandê jî tê kirin.

Lewma rejîma qeyûm ji her alî ve rejîma talanê ye, zilm e, desteserkirina îradeyê ye, tarîkirinan paşeroja bajar û bajarvaniyan e.”

Mûstafa Avci di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bi vî rengî qala rola şaredariyan a li ser avakirina civakê kir: “Demokrasî ji qada xwecihî destpê dike. Heta ku gund û bajar demokratîk nebe, li ser civakê çiqas sazî û rêveberî bêne avakirin jî bi tena serê xwe nikarin demokrasiyê ava bikin.

‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ ku bi banga 27’ê Sibatê re destpê kir, ji bo têkoşîna rêxistinî, demokrasî û aştiyê derfetên mezin pêşkêş kiriye.

Beriya 27’ê Sibatê bi rêk û pêk her du hefteyan carekê qeyûm tayînî şaredariyên me dihatin kirin. Bi pêvajoyê re tayînkirina qeyûman hate rawestandin.

Lewma di vê atmosfera guherî de siyaseta xwecihî, rêveberiya xwecihî -di serî de şaredarî- wê berpirsyariya xwe bi cih bîne, divê bi cih bîne. Şaredariyên me ku weke alternatîfa li şaredariya klasîk bi feraseta şaredariya demokratîk, ekolojîk, tevlîkar, şefaf û azadiya jinê tevdigerin, ji bo avakirina civaka demokratîk ji xwe bi berpirsyarî rabûne. Bi pêvajoyê re hewl didin rol û mîsyona xwe hîn bêhtir bilîzin.

Weke organên bingehîn ên rêveberiyên xwecihî ji tevgera şaredariya demokratîk heta bi komunên gund û taxan, ji kooperatîfan heta bi rêxistiniyên civaka sivîl ên berfireh, ji mafên mirovan heta bi mafên zarok û heywanan, ji azadiya jinê heta bi rêxistiniya ekolojîk, heta bi rêxistiniya pêşeng a ciwanan, afirandina rêxistiniya civaka demokratîk a berfireh ji bo pêvajoyê nebe nabe.

Di vê çarçoveyê de hewl tê dayin ku civak bi rengekî xurt tevlî rêveberiyên xwecihî bê kirin. Di wergirtina biryarê, plansaziyê, bicihanînê û kontrolkirinê de hewl tê dayin ku hemû dînamîkên rêxistinbûyî-bêrêxistin ên civakê tevlî pêvajoyê bêne kirin. Ji bo vê jî menakîzmayên rêxistinî yên pêwîst têne avakirin û xebitandin. Bêguman rêjeya serketinê ya vî karî wê nîşan bide ku jiyana civaka demokratîk vediguhere çandê yan na.”

Mûstafa Avci di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku yek ji karên ku divê herî zêde ew li ser bisekinin karê çand û ziman e û got, “Mirovên xweedî li ziman, çand û xwezaya xwe dernekevin ji mirovbûnê derdikevin. Em ku bi feraseta şaredarvaniya azad, wekhev û ekolojîk tevdigerin, divê ji vî alî ve xwedî projeyên cidî bin. Projeyên me hene û wê dewam bikin.

Bi feraseta şaredariya pir zimanî li gorî nifûsê xizmet bi zimanê dayikê yê gelê xwecihî tê dayin. Ji bo vê jî li şaredariyan kursên ziman têne vekirin; hewl tê dayin ku zimanê xwecihî hînî personelan bê kirin. Tabelayên cih û nîşandana rêgehê bi pir zimanî têne amadekirin û daliqandin. Kreşên ji gelek zimanan têne vekirin. Bi saziyên ziman karê hevkar ê xizmetê têne birêxistinkirin. Parvekirinên medya dîjîtal bi pir zimanî têne kirin; broşur, pankartên kolanan, bîlboard bi gelek zimanan têne amadekirin.

Bêguman eger tu dixwaze xwedî li zimanekî derkeve divê ew ziman bibe zimanê bazarê. Ji bo vê jî dem bi dem bi dikandaran re diyalog tê kirin, nîqaş têne kirin. Ji aliyê çandî ve jî bi saziyên çandê re karekî koordîneyî û hevpar tê kirin. Di çarçoveya derfetan de kompleksên çandî têne avakirin û têne xebitandin. Saziyên çandî yên ku berê hatibûn avakirin lê belê ji aliyê rejîma qeyûm ve li derveyî armanca xwe dihatin bikaranîn, jinûve têne sererastkirin ku xizmetê ji gel re bikin.

Ji bo festîval, konser, şanoyan veqetandina budçeyê jî di nav de bi her awayî derfet têne afirandin. Hemû hewldanên ku hevsengiya xwezayî xera bikin, têne astengkirin. Bêguman hin karsaz hewl didin bi rêya rêveberiya navendî vî karî bikin. Lê belê hewl tê dayin ku înîsiyatîfek ji qada xwecihî bê afirandin û pêşî li ziyana li ser ekolojiyê, xweza, taybetmendiyên dîrokî û nirxên xwecihî bê girtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 5’Ê KANÛNA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Bayramoglû: Hevdîtinên yekser ên bi Ocalan re dikare pêvajoyeke aştiyê ya dîrokî bide destpêkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YNK’ê piştgirî da biryara PKK’ê

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre behsa biryarên ku PKK'ê di Kongreya xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Reklamê beşa yekemîn a ‘Vejîna Kurd’ hat weşandin

Danasîna beşa yekemîn a ‘Vejîna Kurd’ ku rêzefîlmeke li ser dîroka PKK’ê hatiye amadekirin, hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi têkoşîn û wêjeya xwe komkujiya Ermenî neda jibîrkirin: Zabel Yesayan

Zabel Yesayan rastiya civaka xwe ya Ermen a ku komkujî û qirkirin lê hate kirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê: Divê li hember Kerbelayên îro helwesta Huseynî bê raberkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?