În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mamoste Şemal li Kifriyê bi merasîmeki girseyî hata bibîranîn, serdana gora wî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di hevdîtina Heyeta Îmraliyê-Davûtoglû de peyama li ser ‘mutabaqata siyasî û lihevkirina civakî’
Rojane

Di hevdîtina Heyeta Îmraliyê-Davûtoglû de peyama li ser ‘mutabaqata siyasî û lihevkirina civakî’

Di hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû de hate destnîşankirin ku ji bo pêvajoyê lihevkirina civakî û mutabaqata siyasî gelekî girîng e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re li navenda giştî ya partiyê hevdîtinek lidar xistin.

 

SANCAR: DIVÊ EM QEBÛL BIKIN KU ÊDÎ DI QONAXEKE NÛ DE NE

Piştî civînê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar hate lidarxistin. Di civînê de Mîthat Sancar anî ziman ku ew di qonaxeke nû de ne û got, “Me hevdîtineke girîng kir. Armanca me hem agahdarkirin bû hem jî şêwirmendî bû. Hesasiyet û girîngiya pêvajoyê li pêş çavan e. Di vê mijarê de tecrûbeyên Birêz Davûtoglû û heyetê berfireh e. Di vê serdanê de li ser qonaxa heyî û karê ji niha û pê ve em axivîn. Divê em qebûl bikin ku em di qonaxeke nû de ne. Têkildarî hevdîtina ku me 2’ê Kanûnê li Îmraliyê kir, me agahdarî kir. Her wiha têkildarî serdanên partiyên siyasî yên me beriya niha kir, me agahî da. Hevdîtinên me wê ji niha û pê ve dewam bikin.”

PÊWÎSTÎ Û HESASIYETÊN QONAXA NÛ

Sancar destnîşan kir ku hesasiyet û pêwîstiyên qonaxa nû gelekî zêde û girîng in, mijara esasî ya qonaxa nû jî zemîna hiqûqî ye, sererastkirinên qanûnî ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

“Em rast dibînin ku sererastkirinên qanûnî di bin sernavê ‘Hiqûqa Aştiyê’ de vebêjin. Qanûna aştiyê bi rengekî giştî hiqûqa aştiyê ye. Mijdara ku niha di rojeva me de ye ev e. Têkildarî vê rojevê me hem li nêrînên Birêz Serokê Giştî û heyeta wî guhdarî kir, hem jî di mijara amadekariyan de nirxandinên xwe parve kir. Mutabaqata siyasî di van pêvajoyan de yek ji şertên girîng ên rêveçûna çêker e. Dikarim bibêjim ku şertê herî girîng e. Lê belê mutabaqata siyasî di heman demê de divê xwe bispêre mutabaqata civakî jî û mutabaqata civakî mezin bike. Di vê pêvajoyê de ku wê bandoreke mezin li aştiay kurd, Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya hevsengiyên navneteweyî bike, mutabaqata siyasî û lihevkirina civakî di asta jiyanî de girîng e. Rêya pêkanîna vê jî şêwirmendiya bi hev re ye, agahdarkirina raya giştî ye, meşandina bi rengekî şefaf e. Bi van serdanên xwe em dixwazin vê bikin. Birêz Davûtoglû ji destpêka pêvajoyê ve hem weke Partiya Gelecek hem jî weke Koma Yenî Yolê tevkariyên cidî dike. Nirxandinên girîng dikin. Hişyarî û rexneyên xwe tînin ziman. Ev gelekî hêja ne. Ne tenê piştgirî, her wiha daxuyaniyên di asta hişyarî û rexnekirinê de jî gelekî hêja ne.”

PERVÎN BÛLDAN: EM Ê RÊBAZA WERGIRTINA REXNE Û PÊŞNIYARAN BI BALDARÎ BIMEŞÎNIN

Pervîn Bûldan di civîna çapemeniyê de axivî, anî ziman ku ew ê hewl bidin rêbazên wergirtina rexne û pêşniyaran bi baldarî bimeşînin û got, “Dixwazim destnîşan bikim ku hevdîtineke gelekî berhemdar bû. Bêguman sûdwergirtina ji tecrûbeyên berê yên Birêz Davûtoglû girîng e. Hevdîtineke gelekî hêja bû. Me qonaxa heyî pê re parve kir. Ji bo qonaxa duyemîn jî tevkarî û piştgiriya wî xwest. Mebest ji qonaxa duyemîn bêguman zemîna qanûnî ye. Weke ku me beriya niha got, em qala zemîna aştiyê, zemîna qanûnên aştiyê dikin. Ji ber vê yekê piştgiriya ku ew bidin gelekî girîng e. Bêguman serdanên me wê dewam bikin. Weke ku Mîthat Xoce jî got, em serdana partiyên siyasî hemûyan dikin ên ku koma xwe hene û di dawiya serdanê de jî em plan dikin ku bi Serokkomar re hevdîtinê bikin. Piştre jî bêguman wê serdana me ya li Giravê çêbibe. Di serdana Îmraliyê de ku mehê carekê tê kirin, em ê qonaxa heyî pê re parve bikin. Dixwazim bibêjim ku ev girîng in. Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve jî wê şêwirmendiyên me, diyaloga me dewam bikin. Em ê rêbaza wergirtina rexneyan û pêşniyaran, her wiha nîqaşa bi hev re bi baldarî bimeşînin. Ez careke din spasiya xwe ji Birêz Serok û heyeta wî re dikim.”

DAVÛTOGLÛ: JI BO ALIYÊ HEVSENGIYÊN ROJHILATA NAVÎN VE ZARÛRÎ YE

Davûtoglû jî piştî ku spasiya heyetê kir, anî ziman ku ew di qonaxeke krîtîk de ne û got, “Bi rastî jî em di qonaxeke krîtîk de ne. Meha derbasbûyî li Bakurê Iraqê bûm, min hewl da atmosfera wê derê hîn bibim. Di vê qonaxa krîtîk de wezîfe dikeve ser milê me hemûyan. Divê em pêvajoya li ser sê lingan bi baldarî, hesas û plankirî bimeşînin. Yek jê qonaxa li nava Tirkiyeyê ye. Komîsyona li meclîsa me ava bû, wezîfeya xwe di asteke mezin de bi cih anî. Wezîfeya dikeve ser milê Serokê Meclîsê û rayedarên komîsyonê yên pêwendîdar ew e ku piştî rapor ji partiyan wergirt rapora xwe di dema herî kurt de amade bikin û pêşkêşî raya giştî bikin. Ev gelekî girîng e. Piştre jî têkildarî pêvajoya qanûnî, têkildarî zemîna hiqûqî çi pêwîst be divê di dema herî kurt de bê kirin. Dibe ku hin mijar bi baldarî hatin meşandin, lê belê bi dîtina min ev pêvajo gelekî hêdî dimeşe. Ji bo pêşî li provokasyonên gengaz bê girtin, ji aliyê hevsengiyên Rojhilata Navîn ve zarûrî ye ku pêvajo di demeke kurt de temam bibe.”

Davûtoglû diyar kir ku mutabaqata siyasî û çandî divê lig el hev bimeşe, eger mutabaqata siyasî neyê bicihanîn, hingî bicihanîna mutabaqata civakî jî wê zehmet be û destnîşan kir ku di vê mijarê de wan nêrînên xwe bi rengekî samîmî parve kir û wê tevkariya xwe ya erênî jî dewam bikin.

‘SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ DIVÊ BI LEZ BÊNE KIRIN’

Davûtoglû destnîşan kir ku li nava Tirkiyeyê divê sererastkirinên qanûnî bi lez bêne kirin û got, “Li Bakurê Iraqê pêvajoya bêçekbûnê divê bi lez bê meşandin û tavilê biqede. Tirkiye divê piştgiriyê bide karekî lihevkirina neteweyî ya li Sûriyeyê ku Tirk, Tirkmen, Ereb, Kurd, Durzî, Sûnî, Elewî her kesî hembêz bike û aştiya navxweyî li Sûriyeyê misoger bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê di 20’ê Kanûnê de ye
Nûçeya Pişt re Girtiyê siyasî yê Kurd li Îranê dest bi greva birçîbûnê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îlham Ehmed: Em dixwazin rejîm gavên nû biavêje

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Reqayê merasîma bîranîna şehîdan

Li Reqayê ji bo bîranîna şehîd Egîd (Mahsum Korkmaz), şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê merasîmek…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Di êrîşê de Sadûn Mîrza Elî şehîd bû

Rêveberiya Xweser a Şengalê, ragihand ku di êrîşa dewleta tirk a dagirker a ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?