Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dilzar Dîlok: Divê zimanê bi jehr bê terikandin
Kurdistan

Dilzar Dîlok: Divê zimanê bi jehr bê terikandin

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok bikaranîn zimanê înkarê rexne kir û diyar kir ku divê siyaset bi rengekî hevgirtî bê meşandin. Dîlok destnîşan kir ku desthilatdarî û medya divê zimanê bi jehr biterikînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Çile 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok têkildarî rojevê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku pêngava ji bo azadiya Rêber Apo salek li pey xwe hişt, qonaxên girîng derbas kir û ev yek nîşanî tevahiya cîhanê da. Dilzar Dîlok têkildarî hewldanên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re destpêkirin got, “Bêguman gotina ‘pêvajoyê’ gotineke bi sêhr nîne ku dema hate bilêvkirin êriş nesekinîn. Dewleta Tirk li gel hewldana ji bo destpêkirina pêvajoyê xwest hin tabûyan ji aliyê xwe ve bişikîne û bi pêş ve biçe, her wiha li gel hewldanên xwe yên ji bo eafirandina rojevek li gorî vê nêta xwe, li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê komkujî dewam dikir, êrîşên li ser qadên sivîlan dewam kir, hewldanên xwe yên ji bo bê av, bê elektrîkhiştina gel dewam kir. Lewma di karaterê êrîşan de rewşa tund hîn jî dewam dike.

Gotina, ‘Bila Rêbertî li Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) biaxive û li ser vê bingehê qanûna mafê hêviyê bi cih bê anîn’, ji zimanê baskê herî neteweperest ê li Tirkiyeyê bilêvkirina vê gotinê û ragihandina vê ji TBMM’ê balkêş bû. Ji xwe piştî pêvajoya têkbirinê û êrîşên bi vê yekê re rû dan, helwesteke wekî din wê li ber çavan bihata girtin an na, ew nediyar e. Ji ber dijminatî û bêcidiyeta salên derbasbûyî, îro diviyabû gelekî cidî bûna. Tabûya herî mezin a Tirkikyeyê mijara parçebûnê ye. Tirsa parçebûnê siyaseta hundir û derve, sîstem û sazîbûnê diyar dike. Tabûya duyemîn jî PKK’yî û Rêber Apo ye, ku ji wan ditirse ku tabûya yekemîn pêk bînin. Ji ber vê yekê bi destpêkirina rojeva li ser Rêber Apo çapemeniya faşîst a qirker -li gel paçverûetiya xwe ya heyî û nêzîkbûna xwe ya li desthilatdariyê- tecrîda li ser Rêbertî hinekî sist kir. Beriya salekê rojnamevanekî ku qala heman mijarê dikir dihate girtin, îro heman mijar li saziyên çapemeniyê hemûyan tê nîqaşkirin. Li gel diyarkirina van mijaran bêguman divê mejiyê wan ê ku Kurdan, jinan, bindestan, kedakran û mirovên ji baweriyên cuda dijmin dibîne, ji nedîtî ve neyê.

Nav lê bê kirin an jî neyê kirin, her pêvajoyeke gengaz ku Rêberê me tê de xwedî rola bingehîn be, pêvajoyeke demokrasiyê, jiyana li ser bingeha demokratîk a bi hev re ya gelan e. Ev yek pêvajoyên ji têkoşîna herî xurt e. Divê mirov hesas û hay ji xwe hebe, wêrek be, bi tecrûbeyên dîrokî gavê biavêjin û wateyê bide pêvajoyên ji bo azadiya Rêberê me û gelê me.”

Dilzar Dîlok ji aliyê dîmen û rewşa desthilatdariyê ya di vê pêvajoyê de got, “Dîmenekî parçebûyî didin û hewl didin sewqî nîqaşên sûnî bikin, bi navê dewletê mînakeke têrker a berpirsyariyê nayê nîşandan. Pêvajoyên bi vî rengî ew pêvajo ne ku berpirsyarî derdikeve asta herî bilind. Dema ku mirov tenê ji vî alî ve lê binihêrin jî dibînin ku berpirsyarî û cidiyeteke têrker nayê nîşandan. Bêguman bandora vê yekê heye. Zimanê ku Bahçelî di axaftina xwe de bi kar anî, zimanê rêveçûnê diyar kir, her wiha hîn bêhtir bi paş ve bir. Zimanê înkarê yê ku di destpêkê hate afirandin bi rastî jî nayê fêhmkirin. Tu hem bangê dike, dibêje ‘were em çareser bikin’ hem jî zimanekî înkarê bi kar tîne. Zimanê siyasetê divê hevgirtî be. Dojaza xwe dibe ku kêm be, gav hêdî bêne avêtin, lê belê zimanekî hevgirtî şert e. Vê rewşê civata çapemeniya alîgirê wan jî bi jehr kir. Ji xwe ji ber ku ew li gorî gotinên desthilatdariyê tevdigerin, dest bi bikaranîna wan gotinan kirin. Divê desthilatdarî dest ji vî zimanê qirêj, zimanê bi jehr berde.

Di nava vê pêvajoya ku qala wê têkirin de gotina herî zêde hate bihîstin mijara ‘Destberdana ji çekan a PKK’ê’ bû. Li gel vê yekê gotinên ‘bidawîbûna terorê’ hatin bilêvkirin. Ji ber ku nizanin pêvajo wê çawa bi pêş ve biçe û biqede, ji ber şikestinên pêvajoyên beriya niha, akademîsyen, rojnamevan û nivîskarên li dora desthilatdariyê kom bûne, di sekna xwe ya nêzî desthilatdariyê de dewam dikin. Li aliyê din hin bazirganên şer jî hene ku dema mijar dibe Rêbertî newêrin derkevin pêşberî ekranan. Heta vê demê hin jê her roj derdikevin ekranê û ders didan; lê belê ji niha ve ji holê rabûn. Em dibînin ku hemû referansên akademîk ên desthilatdariyê li pêşberî heqîqetê heliyane.”

Li ser karakterê polîtîkaya hundirîn û derve ya vê pêvajoyê jî Dilzar Dîlok got, “Şerê qirkirinê yê li Kurdistanê berê Kurdan da wê yekê ku hebûna xwe biparêze, nasnameya xwe ava bike; li gel şerê qirkirinê têkoşînê bimeşîne, dawiya dawî jî dest bi şer kirin. Hincetên şer ên Kurdan hene, kêm nîne, gelekî zêde ne. Ev hincet ji holê ranebûne. Rakirina van hincetan ji Kurdan bêhtir hêviya gelên Tirkiyeyê ye. Gelên Tirkiyeyê di vî şerê ku nav lê nehatiye kirin de, li Bakur, Başûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava, bi têrkerî nizanin ku ji aliyê aborî, mirovî û exlaqî ve çi winda kiriye. Bi navê dijminatiya li Kurdan Tirkiye tevlî şerê çeteyan bû û fatûreya vê yekê ya li Tirkiyeyê bû hilweşîna mezin a exlaqî.”

Dilzar Dîlok got, “Tespîtên siyasî yên ku Rêberê me beriya 25 salan kir, ji aliyê Tirkiyeyê ve nû hate fêhmkirin, bi bûyerên li Sûriyeyê re hate fêhmkirin. Gava ku hatiye avêtin xwedî sedemên deve ye, xwedî encamên hundirîn e. Ji MHP’ê heta bi AKP’ê di serî de Tifaqa Cûmhûr muxalefet jî di nav de hemû hêzên siyasî yên Tirkiyeyî dema ku bi rengekî rast nêzî vê pêvajoyê bûn wê bi ser bikevin.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok got, “Hêvî tê wateya wêrekiya berxwedana li pêşberî zehmetiyan. Û hêvî her tim heye. Yek ji gotinên herî bedew ên Rêberê me ev e, ‘Hêvî ji serketinê hîn bêhtir hêja ye’. Pêvajoya ku bi hevdîtinên bi Rêberê me re destpê kir, bêguman gelekî girîng e ku veguhere pêvajoyeke aştiyê û çareseriyê. Lê belê pêvajoyeke bi vî rengî destpê bike yan jî destpê neke, wê têkoşîna me dewam bike. Berxwedana Rêberê me ya li Îmraliyê û biryardariya xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka herî giran a cîhanê, ku bi vî rengî ye; ji bo me hêviya herî mezin e, di heman demê de destnîşankirina wezîfeya demê ye. Têkoşîna me wê di nava her şert û mercî de li ser bingeha demokrasî û azadiyê dewam bike. Û ev têkoşîn wê li ser bingeha pêkanîna jiyan, karkirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê me bi biryardarî heta serketinê dewam bike. Têkoşîna me wê li ser bingeha bidestxistina mafên civakî yên gelê me û mafê xwerêveberî û xweparastinê wê dewam bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Şahîn: Êrîşên dewleta Tirk divê bêne rawestandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

20 ciwanên Êzidî tevlî nava refên YBŞ’ê bûn

20 ciwanên Êzidî beşdarî nava refên YBŞ'ê bûn û perwerdeya xwe bi merasîmekê bi dawî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 16’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

FEDA û DAKB: Gaxan banga li aştiyê ye

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) bi wesîleya Gaxanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Berxwedana 14’ê Tîrmehê agirê têkoşîna bi rûmet gur kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?