Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Divê Abdurrahman Gemîcîoglû tavilê bê berdan’
Rojane

‘Divê Abdurrahman Gemîcîoglû tavilê bê berdan’

Rêxistinên girseyî yên demokratîk, xwestin girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ku di beşa venêrîna awarte de destkelemçekirî tê derman kirin, tavilê bê berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Cezayê 8 sal û 9 mehan ê girtîgehê yê Abdurrahman Gemîcîoglû ê 67 salî ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin. Gemîcîoglû, di 3’yê Cotmehê de hate girtin û şandin Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê. Gemîcîoglû nexweşê penceşêra rûviya stûr e û her wiha nexweşiyên wî yên weke prostat û dil hene. Gemîcîoglû ji roja hatiye girtin heta niha hema hema her roj sewqî nexweşxaneyê tê kirin.

Rewşa Gemîcîoglû di şeva 25’ê Cotmehê de giran bû û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. Tedawiya Gemîcîoglû ya li beşa lênihêrîna awarte ev 6 roj didomin. 17 rêxistinên civaka sivîl ên li bajar ji bo berdana Gemîcîoglû daxuyaniyeke hevpar dan.

Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Mehtap Işik di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Abdurrahman Gemîcîoglû di kategoriya girtiyên nexweşiya wan giran de ye. Ji ber ku li girtîgehê mercên tedawîkirinê tune ne, li beşa lênihêrîna awarte tê ragirtin. Ev yek binpêkirina mafên mirov û tenduristiyê ne. Divê girtiyên nexweş ên di vê rewşê de li derve bên tedawîkirin. Di vê çarçoveyê de em banga hestiyariyê li her kesî dikin. Ji bo Gemîcîoglû li derve û di mercên bi tendurist de tedawî bibe werin deng bidin me.”

Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Salih Coşkun, jî wiha got: “Ji ber nexweşiyên giran divê tavilê were berdan. Nexweşê rûviya stûr e û gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene. Ji ber nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bimîne. Mercên girtîgehê dikin ku nexweşiyên wî girantir bibin. Banga me ji bo hemû sazî û dezgehên têkildar e; ji bo Wezareta Dadê û serdozgeriyên komarê ye; bila girtî Gemîcîoglû ji ber nexweşiyên xwe yên giran were berdan û înfaza wî were taloqkirin. Em naxwazin cenazeyê Gemîcîoglû û girtiyên din ên nexweş ji girtîgehê derkevin.” 

Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, jî diyar kir ku dozgerî nahêle ew bi Abdurrahman Gemîcîoglû re hevdîtinê bikin û wiha pê de çû: “Gemîcîoglû tenê yek ji sedan girtiyên nexweş e ku li girtîgehê terkî mirinê hatiye kirin. Gemîcîoglû li hemberî nexweşiyên giran li ber xwe dide. Dema hatî girtin sewqî nexweşxaneyê hate kirin lê ji ber mercên nexweşxaneyê rê nedidan, ji neçarî di dawiya hefteyê de vedigere girtîgehê. Weke saziyan me ev pêvajo şopand û me dît ku binpêkirinên pir cidî hene. Di halê hazir de heta niha tu pêşketin tune ne. Divê tavilê cezayê Gemîcîoglû bê taloqkirin. Nikare bi tena serê xwe li wir bijî. Heta lênihêrîna wî ya li cem malbatê jî zehmet e. Divê ev pêvajo bilez pêş bikeve. Di navbera nexweşxane û girtîgehê de tê û diçe.”

DI HEWIRDOREK ÊŞKENCÊ DE TÊ RAGIRTIN

Yavîç, da zanîn ku Gemîcîoglû bi destkelemçekirî li nexweşxaneyê tê ragirtin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev rewş li Tirkiyeyê êdî veguheriye trajediyekê. Di salên dawî de bi sedan girtiyên nexweş van pêvajoyan dijîn. Gelek girtiyên nexweş di şert û mercên nebitendurist ên girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Xebata têkildarî girtiyên nexweş nehat domandin. Ji bo li girtîgehan êdî bûyerên mirinê çênebin, em ê pêvajoyê bişopînin. Divê beriya her kesî Wezareta Dadê û desthilatdarî ji bo pêşîlêgirtina ‘Mafê jiyanê’ tedbîrên pêwîst bigirin. Banga me ji bo hemû saziyan ew e ku ji bo taloqkirina înfaza Gemîcîoglû bihestiyar tevbigerin.” 

Saziyên metn îmze kirin ev in: “TUHAY-DER, MEBYA-DER, TJA, Şaxa ÎHD’a Wanê, Şaxa OHD’ê, Nûnertiya THÎV’ê, Odeya Bijîşkan a Colemêrg-Wanê, Şaxa Wanê ya Platformên Şaxan a KESK’ê, Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, DÎSK Emeklî-Sen, Kûrdîgeh, Aryen Huner, Komeleya Medya û Hiqûqê, Komeleya Jinan a Starê, TMMOB û DÎSK Genel-Îş.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan hat kirin
Nûçeya Pişt re Li Stenbolê dema binçavkirina nêzî 20 kesan hate dirêjkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pirtûka ‘Jiyana min timî şer bû (Bergê 2.): Salên li zindanê’ bi Spanî hate weşandin

Pirtûka yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Jinê û ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz a…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên DAÎŞ’ê 8 leşkerên Şamê ‘înfaz’ kirin

Hat ragihandin ku li Dêrazorê çeteyên DAÎŞ’ê kemîn danî ber leşkerên Şamê û piştre 8…

Ji aliyê Stêrk TV

Di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de 11 kes hatin girtin

Serdozgeriya Stenbolê derbarê HDK’ê de lêpirsîn dabû destpêkirin û di çaroveya lêpirsînê de 11 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Serbest hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?