Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya “Rûniştina F” a 760’î, li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglû ya Stenbolê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Celal Yildirim ê di Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Rihayê de hat sekinandin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Celal Yildirim bê berdan” hat vekirin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Dermankirin maf e nayê astengkirin” û “Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de endamê endamê ÎHD’Ê Taylan Bekîn metna daxuyaniyê xwend.
Bekîn destnîşan kir ku di 2’yê Cotmehê de li girtîgehê kriz li dilê Yildirim xistiye û bal kişand ser nexweşînên wî yên din.
Bekîn banga berdana Yildirim û hemû girtiyên nexweş kir.
ENQERE
Însiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Burhan Adsiz ê ji sedî 95 astengdar e. Însiyatîfê diyar kir ku tevî Burhan Adsiz ji sedî 95 astengdar e jî, Saziya Tiba Edlî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimînê’ daye.
Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 632an a çalakiya xwe de li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan” hate vekirin. Girseyê diruşmên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” berz kirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê neweş Burhan Adsiz ku tevî rapora ji sedî 95 astengdar e jî nayê berdan û di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de ragirtî ye. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê ÎHDê yê Şaxa Enqereyê Omer Faruk Yazmaci ve hat xwendin.
Omer Faruk Yazmaci bi lêv kir ku girtiyê nexweş Burhan Adsiz 46 salî ye û nexweşiyên wî yên giran ên weke Hepatît B, Hepatît D, nexweşiya sirozê ya gurçika reş û ji ber ku gurçika reş naxebite di zikê wî de av kom dibe û nexweşiyên wî yên weke fitiqa piştê û gelek nexweşiyên wî hene. Omer Faruk Yazmaci diyar kir ku Nexweşxaneya Zanîngehê rapora ji sedî 95 astengdar e daye Burhan Adsiz û wiha qal kir: “Nexweşxaneyê jî bi raporê diyar kir ku ew nikarê pêdiviyên xwe bi tena serê xwe dabîn bike. Di van demên dawî de nexweşiyên wî jî giran bûne û divê demildest bi awayekî rêk û pêk tedawiya wî bê kirin. Lê tedawiya wî bi awayekî rêk û pêk nayê kirin û nêzî sal û nîvekî ye ku bi tena serê xwe di hucreya yek kesî de ragirtiye. Saziya Tiba Edlî tevî rapora ji sedî 95 astengdar e jî di nirxandina meha hezîranê de rapora ku dikare di girtîgehê de bimîne daye. Daxwaza me ew e ku Burhan Adsiz demildest bê berdan û tedawiya wî li derve bi rêk û pêk bê kirin.”
ÎZMÎR
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li pêşiya SumerBank a kevn a Konakê, hatin cem hev. Li çalakiyê pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne, nebe hevparê sûc” hat vekirin. Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê girseyê ji layê Rêvebera Şaxa ÎHDa Îzmîrê Vetha Aydin ve hat xwendin. ÎHDê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Neytûllah Bayram ê li Girtîgeha Tîpa F a Jimar 2 a Kandira Kocaeliyê tê ragirtin.
Vetha Aydin diyar kir ku Neytûllah Bayram, 28 sal in li girtîgehê ye, bi salane tê sirgûnkirin, ji ber sirgûnkirinê dermankirina wî nayê temamkirin û wiha got: “Di sala 2015an de berê sewqî Osmaniyeyê, paşê jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Jimar 2 a Kandirayê hat kirin. Ji ber vê yekê dermankirina wî nîvco ma. Tevî ku 11 sal bi ser de derbas bûne jî dermankirina wî ya dev û diranan nehatiye temamkirin. Lê piştî demeke dirêj bi hinceta ku di hestiyê şewiya wî heliyaye hat ragihandin ku tedawiya împlantê nayê kirin. Tevî vê yekê planeke alternatîf a dermankirinê nehat kirin. Neytûllah Bayram îro nikare xwarinê bicû. Nikare xwarinên hişk bixwe, xwarina wî bi awayekî cidî sînordar dibe û ji ber vê yekê bi domdarî kîloyan dide.”
Di dawiya axaftina xwe de Vetha Aydin diyar kir ku ji bo dermankirina wî were temamkirin û sûdê ji piştgiriya malbata xwe bigire divê daxwaza sewqkirina girtîgeha Amedê yan jî girtîgeheke nêzî malê bê qebûlkirin û wiha got: “Dayik û bavê wî yên temen mezin in, bi salan e nikarin serdana wî bikin. Ev rewş ji bo girtiyekî ku nexweşî û pirsgirêkên xwarinê hene giran e, bêparmana ji piştgiriya civakî rewşê girantir dike. Divê înfaza Neytûllah Bayram bê taloqkirin û di cih de bê berdan. Divê ji aliyê saziyeke tenduristiyê ya ku ji pisporên cerahiya dev, diran û şewiyê û gastroenterolojiyê pêk tê ve nirxandineke giştî bê kirin. Divê rê neyê dan ku dayîna kîloyan berdewam bike.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyî, bi dawî bû.

