Destdirêjiya li Pakrewangeha Şêxmeqsûd hatiye kirin, ji aliyê Meclisên Malbatên Şehîdan ve hate şermezarkirin.
Li bajarê Qamişloyê daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan hate xwendin. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Meclisê Rozan Sarîk û bi zimanê erebî ji aliyê endamê Meclisê Ehmed Hemo ve hate xwendin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê jî daxuyanî li Pakrewangeha Şehîd Dijwar da û ji aliyê rêvebera Meclisê Cîhan Xelîl ve hate xwendin.
Li bajarê Girke Legê daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajaroka Rimêlan bi zimanê erebî û kurdî ji aliyê endamên Meclisê Dîlber Abdullah û Beşîr Elî ve hate xwendin.
Li bajarê Çilaxayê daxuyanî ji aliyê endamên meclisê Kerîma El Ehmed û Ahîn Şiwêş ve hate xwendin.
Her wiha li Amûdê daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan hate dayîn, endamên Kongra Star, endamên saziyên sivîl û malbatên Şehîdan tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê endama Kongra Star Ceylan Yûsif ve hate xwendin.
Li bajarê Tirbespiyê jî daxuyanî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan hate dayîn. Endama Meclisê Hesîna Silêman û Berxwedan Temo bi zimanê kurdî û erebî xwendin.
Li bajarê Dêrikê jî Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya navenda xwe daxuyanî da. Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê endamê Meclisê Mehmûd Resûl ve hate xwendin.
Herî dawî li bajarê Dirbêsiyê Meclisa Malbata Şehîdan daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endamên Meclisê Cînan Mihemed û Îbrahîm Hisên bi kurdî û erebî hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Mezinahî û rûmeta civaka me li ser xwîna şehîdan hatiye avakirin. Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan, êrîşa reş û qirêj a ku beriya du rojan li ser Şehîdgeha taxa Şêxmeqsûd a Helebê çêbûyî û bi taybetî li ser gora Şehîd Şervan Heleb hatî kirin, bi tundî şermezar dikin.
Ev kiryar bi ti awayî nayê qebûlkirin! Êrîşkirina li ser gor û wêneyên şehîdan, ne tenê êrîşeke li ser avahiyekê ye, lê êrîşeke rasterast e li ser pîroziyên me û rûmeta vî gelî. Tişta ku dilê me bêtir diêşîne ew e ku ev êrîş ne ya yekem e; berê jî li Şehîdgeha Şehîdan a li Şeddadê û li çendîn bajarên din heman kiryarên gemar li dijî wêne û gorên şehîdên me hatibûn kirin.
Dubarebûna van kiryaran nîşan dide ku di parastina van cihên pîroz de xemsarî heye. Ji ber vê yekê, em bang li sazî û berpirsiyarên dosyaya (entegrasyonê) dikin ku berpirsiyariya xwe hilgirin û tixûbekî deynin ber van kiryaran. Divê bi lezgînî lêpirsîneke zelal bê vekirin, berpirsên van êrîşan bêne dîtin û bi awayekî eşkere û li ber çavên raya giştî bêne darizandin da ku bibin dersek ji bo her kesê ku dest dirêjî nirxên şehîdan dike.
Em ji hemû gelê xwe re radigihînin ku gor û bîranînên şehîdan pîroziyên me yên herî mezin in û em ê heta dawiyê xwedî li keda wan derkevin.”

