Duşem, 23 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji doktor kiryara li dijî mirovahiyê: Ji Evîn Zapsu re got ‘Biçe, li benda mirinê bisekine’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Tedbîra herî bi bandor xurtkirina pêvajoyê bi rêya siyaseta azad û hiqûqa demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kordu: Şer bi destê mêr û dewletê, aştî jî bi destê jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Awdananê Hazim Haşîmî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Rojhilatî daxwaza wekheviya qanûnî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi rêxistinbûn û xweparastinê dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser daxwaza keça xwe beriya 22 salan tevlî nava têkoşîna aştiyê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şukran Demir: Li dijî şer û tundiyê gotinek me heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Oduncu: Di avakirina aştiyê de divê gotin û îradeya jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgîz Mihemedî banga parastina jinan li dijî gefên sîber kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Bila Melîke Goksu ya ku 3 caran berdana wê hat astengkirin serbest bê berdan’
Rojane

‘Bila Melîke Goksu ya ku 3 caran berdana wê hat astengkirin serbest bê berdan’

Platforma Saziyên Demokratîk a Enqereyê, bang kir ku di serî de Melîke Goksu ya ku sê caran berdana wê hatiye astengkirin, hemû girtiyên nexweş û siyasî bên berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Platforma saziyên Demokratîk a Enqereyê ve li dijî astengkirina berdana girtiyên siyasî ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê û rewşa girtiyên nexweş hatibû destpêkirin, di roja 7’emîna çalakiya nobetê ya li ber Wezareta Edaletê de hat dayîn banga berdana Hevşaredara berê ya Qereyaziyê Melîke Goksu ya ku sê caran berdana wê hatibû astengkirin û dawîanîna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hate kirin. Malbata Melîke Goksu, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li ser navê Platforma Saziyên Demokratik a Enqerê ji aliye Fatma Surucu ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî astengkirinên berdana girtiyên siyasî di nobetê de ne” hat vekirin û gelek caran dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Fatma Surucu, da zanîn ku ev şeş hefte ne ew qala wê yekê dikin ku jinên cezayên xwe temam kirine û mafê wan ê berdana bi şert çêbûye, ji ber lijneyeke îdarî di girtîgehê de tên girtin û got: “Lê Wezareta Edaletê şeş hefte ne bêdengiyê hildibijêre. Lê bila bê zanîn ku ev bêdengî, şirîkatiya li vê bêhiqûqiyê ye. Îro em ji bo Hevşaredara berê ya Qereyaziyê Melîke Goksu ku bi dengên gel hatiye hilbijartin lê girtiye li vir in. Diviyabû Melîke Goksu ya ku di 17’ê Îlona 2019’an de ket girtîgehê, di 24’ê Hezîrana 2025’an de bigihîşta azadiya xwe. Ji wê rojê ve nêzîkî 17 meh derbas bûn û Lijneya Îdare û Çavdêriyê sê caran berdana wê asteng kir. Niha di meha Sibatê de li benda wê yekê ye ku ji bo cara çaremîn derkeve pêşberî Lijneyê. Her wiha dîroka berdana wê ya bêheq 23’ê Tîrmeha 2027’an e. Yanî tişta ku Lijne dike eşkere ye: Ji bo Melîke Goksu mafê berdana bi şert ê ku qanûn dide tune hesibandin û heta roja dawî ya cezayê wê di girtîgehê de hiştin. Navê vê yekê ne înfaz e, cezayekî nû ye ku bêyî biryara dadgehê hatiye dayîn.”

Fatma Surucu, anî ziman ku şêwazê nivîsandina biryarên lijneyê rastiya pêkanînê radixe ber çavan û diyar kir ku Melîke Goksu ligel girtiyeke din a jin a polîtîk ku heman rojê derketiye pêşberî Lijneyê hatiye nirxandin û wiha pê de çû: “Di Lijneyê de pirsên cuda ji her duyan hatin kirin, her duyan bersivên cuda dan. Lê biryarên derbarê her du jinan de derketin, peyv bi peyv heman tişt bûn. Hevokên wekî ‘karê personelê zehmet dike’, ‘plana başkirinê qebûl nake’, ‘motîvasyona wê ya pêşketin û guhertinê tune ye’, bêyî ku li kesayetiyê bê nihêrtin, ji heman qalibî hatin derxistin û di her du biryaran de hatin bicîkirin. Nirxandinek di ortê de tune ye. Girtiyê/a ku derdikeve pêşberî Lijneyê û çi dibêje qet nayê guhdarkirin. Biryar berî ku derî vebibe hatiye nivîsandin. Ev hevokên hazir rastiyê jî berovajî dikin. Di biryarê de hatiye nivîsandin ku Melîke Goksu serî li bernameyan neda ye û wan red kiriye. Lê belê Melîke Goksu ji bo ku bi psîkologê saziyê û yekîneya perwerdehiyê re hevdîtinê bike gelek caran serlêdana nivîskî kir û qet bersiv negirt. Serlêdanên ku saziyê bêbersiv hiştin, niha wekî astengiya li pêşberî berdanê tên danîn. Di biryarê de her wiha hatiye nivîsandin ku ji personelê re zehmetî derxistiye. Lê belê di tevahiya înfaza wê de derbarê vê yekê de yek muameleyek jî tune ye. Bûyereke ku qet neqewimiye, wekî hinceta astengkirina azadiya girtiyeke jin a polîtîk tê nîşandan. Melîke Goksu derbarê hemû endamên Lijneyê yên ku binê van biryarên berevajî rastiyê îmze kirine de gilî kir.”

Fatma Surucu, da zanîn ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê sûc dikin û got ku ev lijneyên ku cezayên xwe li ser cezayên ku dadgehan dane zêde dikin, girtiyan cara duyemîn didarizînin û li poşmanî û teslîmiyetê digerin, ne nûnerên hiqûqê ne, lê nûnerên keyfîyetê ne û wiha axivî: “Ne tesaduf e ku ev pêkanîn jinan dikin hedef. Îradeya wan jinan ku bi salan e li girtîgehan dev ji nasname û têkoşîna xwe ya polîtîk bernedane, vê carê bi rêya astengkirina berdana wan tê xwestin bê şikandin. Tiştên ku hatine serê Melîke Goksu ya ku ji ber bi îradeya gel hatibû hilbijartin pêşî ji wezîfeyê hat girtin û paşê ji azadiya xwe bêpar ma rewşa herî zelal ê vê polîtîkayê ye. Lê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tenê bi astengkirina berdanê sînordar nînin. Hefteya borî me girtiyê nexweş ê giran Tuncer Saglam winda kir. Rewşa tenduristiyê ya Newroz Bozkurt a nexweşê losemiyê ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê girtin giran bû û rakirin nexweşxaneyê. Ji Evîn Zapsuya ku li Girtîgeha Bunyanê ya Qeyseriyê tê girtin re jî teşxîsa penceşêra qonaxa çaremîn hat danîn. Li aliyekî berdan bi biryarên keyfî tên astengkirin, li aliyê din jî girtiyên nexweş ên giran têkoşîna gihîştina dermankirinê û mafê jiyanê didin. Divê berî ku mirinên nû çêbibin dawî li vê tabloyê bê anîn.”

Fatma Surucu, destnîşan kir ku di serdemeke ku qala aştî û demokratîkbûnê tê kirin de, mirin, binpêkirina mafê dermankirinê û astengiyên keyfî yên berdanê li girtîgehan didomin û divê samîmiyeta pêvajoyê bê nîqaşkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aştî pêşî li ber deriyê girtîgehan tê ceribandin. Banga me ji bo Wezareta Edaletê, hemû saziyên peywendîdar û raya giştî ev e, ‘Divê biryarên ku berdana Melîke Goksu asteng dikin tavilê bên rakirin, Melîke Goksu bêyî ku rojekê jî bê rawestandin bê berdan. Divê derbarê endamên Lijneyê yên ku binê biryarên berovajî rastiyê îmze kirine de lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin. Divê dawî li polîtîkaya cezakirina duyemîn a ku bi destê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tê meşandin bê anîn. Divê gihîştina girtiyên nexweş ên giran a dermankirinê bê ewlekirin û di serî de Newroz Bozkurt û Evîn Zapsu, înfazên girtiyên nexweş bên taloqkirin û bên berdan. Heta ku Melîke Goksu û hemû girtiyên polîtîk ên berdana wan hatiye astengkirin bigihîjin azadiya xwe, em ê her Duşemê li vir bin. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ne dadgeh in. Azadiya Melîke Goksu. Azadiya girtiyên nexweş. Azadiya girtiyên siyasî.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îranê binpêkirina mafan a li hemberî jinan didome
Nûçeya Pişt re Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên giran ên li Helebê didomin

Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku ji hêla dewleta Tirk ve tên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê li gelek bajaran bang hate kirin

Beriya mîtînga "Bi Rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk ve" ku wê roja Yekşemê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Qamişloyê li ser sînor li benda gelê Bakur e

Komek ji şêniyên Qamişloyê ji bo pêşwazîkirina gelê Bakurê Kurdistanê li ser sînor li hev…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji doktor kiryara li dijî mirovahiyê: Ji Evîn Zapsu re got ‘Biçe, li benda mirinê bisekine’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Tedbîra herî bi bandor xurtkirina pêvajoyê bi rêya siyaseta azad û hiqûqa demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayten Kordu: Şer bi destê mêr û dewletê, aştî jî bi destê jinê ava dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?