Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çukurova TUHAY-DER: ‘Azadiya girtiyên jin nabe bê taloqkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Eger hiqûqa normal bi cih bê anîn wê Abdullah Ocalan azad bibe’
Rojane

‘Eger hiqûqa normal bi cih bê anîn wê Abdullah Ocalan azad bibe’

Parlamenterê hiqûqnas ê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku û Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Ercan Yilmaz destnîşan kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û ji bbo çareseriya pirsgirêka Kurd divê gavên pêwîst bêne avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Parlamenterê DEM Partiyê yê hiqûqnas Omer Farûk Hulaku û Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz destnîşan kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, karibe sûdê ji mafê hêviyê werbigire û li gorî hiqûqa normal karibe azad bibe.

‘TECRÎD DEWAM DIKE’

Omer Farûk Hulaku anî ziman ku hevdîtinên bi Rêber Apo re hatin kirin ji ber pêşniyarên girîng ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê gelekî girîng in, lê belê ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî û mayinde bi encam bibe divê azadî û mafên bingehîn bêne misogerkirin, hiqûq bi rengekî wekhev û bêalî bi cih bê anîn û got, “Beriya her tiştî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) darizandina wekhev a her kesî û mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re ewle dikin; lê belê ya ku li Îmraliyê tê kirin nîşan dide ku ev mafên bingehîn têne binpêkirin. Astengkirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re li dijî berpirsyariyên hiqû    qa navxweyî û navneteweyî ye.”

‘MAFÊ HÊVIYÊ DIVÊ TAVILÊ BI CIH BÊ ANÎN’

Farûk Hulaku diyar kir ku mafê hêviyê yê Rêber Apo divê tavilê bi cih bê anîn û bi dewamî got, “Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) destnîşan dike ku kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn divê rewşa wan ji nû ve bê nirxandin û xwedî mafê hêviya azadiyê ne. Ji ber vê yekê naskirina ‘mafê hêviyê’ yê Birêz Ocalan hem pêwîstiyeke hiqûqî ye, hem jî gaveke gelekî girîng e ku tevkariyê li pêvajoya çareseriyê bike. Eger em bên ser meseleya rakirina astengiyên hiqûqî yên li pêşiya azadiya fîzîkî, ev rewş ji tecrûbeyên berê eşkere ye ku dikare tevkariyê li pêvajoya çareseriyê bike. Di demên bihurî de tevlîbûna Birêz Ocalan a bi rengekî çalak li pêvajoyên aştiyê û diyalogê, bandoreke erênî li pêvajoyê kir. Ji bo ev yek karibe pêk were, divê prosedurên hiqûqî bi rengekî wekhev bê pêkanîn. Rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd wê bibe gaveke girîng. Ev mesele di heman demê de meseleya aştiya civakî û demokrasiyê ye. Kiryarên li dijî Birêz Ocalan ji aliyê hurmeta li hiqûqê û ahengiya bi pîvanên navneteweyî re ji bo Tirkiyeyê testek e. Di vê nuqteyê de bicihanîna pîvana serweriya hiqûqê, parastina azadî û mafên bingehîn wê gavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bêne avêtin xurt bike û ji bo aştiya civakî zemîneke girîng amade bike.”

‘SERERASTKIRINA QANÛNÎ DIVÊ TAVILÊ BÊ KIRIN’

Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD’ê Ercan Yilmaz jî mijara mafê hêviyê nirxand û bi bîr xist ku mafê hêviyê salên dûr û dirêj e di rojeva parêzvanên mafên mirovan de ye. Yilmaz ragihand ku DMME’yê li ser mafê hêviyê têkildarî Tirkiyeyê çar caran biryara binpêkirinê da û destnîşan kir ku biryara destpêkê di sala 2014’an de têkildarî Rêber Apo hate dayin. Yilmaz bi bîr xist ku piştre têkildarî Kaytan, Gurban û Boltan heman biryar hate dayin û got, “Li gel salên di ser re derbas bûne jî Tirkiyeyê sererastkirina qanûnî ya li gorî van biryaran nekiriye.

Yilmaz her wiha bi bîr xist ku tecrîda li Îmraiyê 26 sal li pey xwe hiştiye û got, “Li gelek welatên Ewropayê înfaza cezayekî ewqasî dirêj nehatiye dîtin. Lê belê Birêz Ocalan di nava vê demê de bi tecrîd û îzolasyoneke cidî re rû bi rû ma. Demeke gelekî dirêj têkilî nekarî pê re bê danîn, hevdîtina bi parêzeran û malbatê re hate astengkirin. Ji bilî hevdîitna dema nêz nayê zanîn ku ev tecrîd bi temamî wê bê rakirin an na. Lewma divê li bîra Tirkiyeyê bê xistin ku berpirsyariya xwe ye ku biryarên DMME’yê bi cih bîne. Divê biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û biryarên pêşniyarê yên CPT li ber çavan bigire ku ev yek berpirsyariya Tirkiyeyê ya di peymanên navneteweyî de ye. Di çarçoveya berpirsyarên hiqûqa navneteweyî yên Tirkiyeyê de divê mafê hêviyê bi sererastkirinên qanûnî bê naskirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Kobanê heta Tişrînê
Nûçeya Pişt re ‘Em ê destketiyên jinan biparêzin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyekî din nehate berdan û hate qetilkirin

Girtî Abdulkadîr Kûday ku li gel nexweşiya giran jî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa R…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê cenazeyê şehîdekî hat veşartin, sê şehîd jî hatin bîranîn

Şêniyên Kantona Firatê cenazeyê Şehîd Egîd Kobanê bi merasîmeke biheybet li goristana Şehîd Dicle ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Beriya Newrozê serdana Şehîdgeha Mihemed Karasungur hat kirin

Li Binarê Qendîlê bi sedan kes beriya Newrozê serdana Şehîdgeha Mihemed Karasungur kirin û bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fransayê xebatkarên giştî wê di 17’ê Mijdarê de greveke mezin li dar bixin 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?