Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya ‘Şiyar Be’ di 6’ê Tîrmehê de li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezan a Amedê pêngava “Rabin” dabû destpêkirin. Saziyên Çand û Hunerê ku pêkhateyên Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be ne bi dirûşma “Em ê bi reng û dengê hunera xwe li hemberî tiryakê têbikoşin û jiyaneke nû ava bikin” li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek endam û rêveberên sazî û dezgehên çand û hunerê di nava de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de li ser navê kedkarên çand û hunerê şanoger Elvan Koçer metna daxuyaniyê ya bi serenavê “Em li dijî tiryakê jiyanê diparêzin!” ku bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî bû xwend.
Elvan Koçer, qala rewşa ciwanan ê ketine nava tîryakê de kir û wiha got: “Rewş xerab e ! Hişbir ketiye nav hemû kolanên me. Kuçeyên me fetisîne. Ciwanên me têne mane. Çeteyên şerê taybet hespên xwe di nav taxên me de dibezînin. Hişbir, fuhûş, bahîs wek vîrûsek ketiye nav civakê ! Roj bi roj, kêlî bi kêlî belav dibe.”
Elvan Koçer, daneyên lêkolînan parve kir û wiha axivî: “Encamên lêkolînan dibêje temenê bikaranînê ketiye heta 9 salî. Zarokên me yên 9 salî êdî bi kar tînin. Ev ji bo civakekê divê neyê qebûlkirin. Em wek hunermendên Amedê qebûl nakin. Ji wan zarokan lêborîna xwe dixwazin.”
Elvan Koçer, bang li hemû sazî û rêveberiyên herêmê kir û wiha got: “Ciwanan li kolanên vala, tenêtiyê û bêhêvîtiyê nehêlin. Hejmara navendên çand û hunerê, tesîsên werzişê û cihên taybet ji bo ciwanan zêde bikin. Taxan ne tenê bi asfaltê, lê bi çand, huner, piştevanî û jiyanê xurt bikin. Ji ber ku xebata herî mezin a ji bo siberojê parastina ciwanan e parastina civakê ye.”
Elvan Koçer, banga li dewletê jî kir û axaftina xwe wiha domand: “Hişbirê wek amûrek şerê taybet bikar neynin. Ev rêbaz dê li we vegere. Berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Pêşî li van çete û torên hişbirê bigrin. Em di nûçeyan de dibînin di nav van tiştên qirêj de ji emnîyet heya leşkeran gelek kes derdikevin. Cezayên wan bidin.
Em sînemager, şanoger, muzîkjen, govendger û wênesazên dilsozên vî welatî, em hunermendên vî welatî, em ê bi hunera xwe, li kuçe û kolanên Kurdistanê, li gund û bajarên Kurdistanê rê nedin fihûş û tiryakê. Em ê bi hunerê jiyaneke nû ava bikin.”

