Rojda Odabaşi ya ku di şeva 23’yê Tebaxê de ji aliyê cîranê xwe yê qata jêrîn Mazlûm Çelebî ve bi tifingê hate gulebarankirin û bi giranî birîndar bibû, têkoşîna xwe ya edaletê didomîne. Mezlûm Çelebî yê ku di roja bûyerê de hatibû girtin, piştî 58 rojan hat berdan. Derbarê Mazlûm Çelebî de bi sûcên “birîndarkirina bi qesdî” û “zirarê dayîna mal” îdianame hate amadekirin.
Rojda Odabaşi bertek nîşanî biryara berdanê da û diyar kir ku ew piştî êrîşê hîn jî bi pirsgirêkên tenduristiyê û fikarên ewlehiya can re dijî. Rojda Odabaşi, bi bîr xist ku ew li mala xwe rastî êrîşeke çekdarî hatiye û pirsî: “Ji bo ku ew were cezakirin, ma qey diviya ez miribama?” Rojda Odabaşi, da zanîn ku biryara berdanê tirsên wê zêde kiriye û pirsî ku ew ê çawa li malê, li kolanê û di jiyana xwe ya rojane de xwe ewle hîs bike.
Parêzerê dosyayê Arîf Altûnkalem, diyar kir ku di êrîşê de nêzîkî 100 perçeyên guleyê li herdu lingên muwekîla wî ketine û 16 gule li malê hatine reşandin. Altûnkalem, da zanîn ku di dosyayê de hêmanên ku nîşan didin qesda kuştinê heye û destnîşan kir ku biryara berdanê ya di nava 58 rojan de li dijî hiqûqê û dosyayê ye û diyar kir ku wan îtirazî biryarê kiriye.
Rojda Odabaşi banga li rayedaran kir ku ji bo ewlehiya canê wê pêwîst e tedbîrên parastinê tavilê bên girtin, sedemên hiqûqî yên biryara berdanê bên ronîkirin û pêvajoya îtirazê bi bandor bê meşandin. Rojda Odabaşi, anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomîne.
Rûniştina ewil a dozê dê di 8’ê Nîsana 2027’an de li Dadgeha Cezayê Asliye ya 2’yemîn a Amedê bê dîtin.

