Di nava 52 salan a têkoşîna azadiyê ya Kurd de bi hezaran kes şehîd bûn. Kesên ku di nava têkoşînê de li ser esasê felsefe û ramanê yê Rêber Apo cih girtin, ji bo azadiya gelê Kurd bedelên mezin dan. Di qonaxeke ku li tevahiya Kurdistanê şehîd tên bîranîn de, hevrêyên wan ê têkoşînê li çiyayan bîranîn û hestên xwe parve dikin.
Gerîlaya YJA Starê Nûdem Farqîn û gerîlayê HPG’ê Şiyar Destan Amara, cihê şehîdên azadiyê yên Kurdistanê yê di nava têkoşînê de û xwedîderketina gel a di bîranînan de nirxandin.
‘EM BI SAYA HEVRÊYÊN ŞEHÎD GIHÎŞTIN VÊ ROJÊ’
Gerîlaya YJA Starê Nûdem Farqîn şehîdên azadiyê bibîr anîn û da zanîn ku Rêber Apo ji bo tolhildana şehîdan û rizgarkirina gelê Kurd ji qirkirin û asîmîlasyonê tevgerek avakiriye. Nûdem Farqîn, bal kişand ser rola mezin a şehîdan a di mezinbûna têkoşîna azadiyê de û wiha got: “Şehîdê me yê ewil hevrê Hakî Karer bû. Bîranîna wî bû mîrateya têkoşîna me ya ku em 52 sal in dimeşînin. Em bi saya hevrêyên xwe yên şehîd gihîştin vê rojê. Wan Kurdistaneke azad û civakeke azad dixwest. Bi fedakariyên mezin têkoşiyan û di vê oxirê de jiyana xwe feda kirin.
Em dizanin ku ji bo gihandina azadiyê divê bedelên giran werin dayîn. Têkoşîna şehîdên me bû bingeha aştiyê û azadiya gelê me. Em ê jî mîrateya wan teslîm bigirin û têkoşîna xwe xurtir bidomînin.”
‘ŞEHÎDÊN ME DÎROKA ME NE’
Nûdem Farqîn diyar kir ku xwedîderketina gel a li şehîdan ew ji kûr ve bandor kirine û bal kişand ser helwesta dayikên şehîdan bi taybetî.
Nûdem Farqîn ev tişt gotin: “Dema ku nasnameyên hevrêyên me yên şehîd hatin eşkerekirin, gelê me xwedîderketineke mezin nîşan da. Vê yekê derxist holê ku şehîdên me bîranîn û dîroka me ne. Helwesta dayikên me jî, hêza bilindkirina têkoşînê da me. Êdî em ne tenê zarokê dayikekê ne; hemû dayikên Kurdistanê dayikên me ne.”
‘YÊN KU ME LI SER PIYAN DIGIRIN Û HÊZÊ DIDIN ME, ŞEHÎDÊN ME NE’
Gerîlayê HPG’ê Şiyar Destan Amara jî anî ziman ku ew ê xwedî li bîranînên şehîdan derkevin û helwesta gel û dayikan a di bîranînan de nirxand. Şiyar Destan Amara wiha got: “Em şehîdên xwe bi hurmetî bi bîr tînin û soza xwe ya xurtkirina têkoşînê û xwedîderketina li bîranînên wan nû dikin. Yên ku em li ser piyan digirin û hêzê didin me, şehîdên me ne. Gelê me, piştî ragihandina nasnameyên şehîdan bi serbilindiyekî mezin xwedî li wan derket in. Em saya keda Rêber Apo û bihezaran şehîdên xwe û bi fedakariya wan gihîştin vê rojê. Heke îro em xwe nas dikin ev yek bi saya ked, fedekarî û qehremaniya wan e.”
‘ŞEHÎDÊN ME SIBEROJA ME RONÎ KIRIN’
Şiyar Destan Amara, da zanîn ku şehîdan di nava têkoşîna nasname û azadiyê ya gelê Kurd de roleke dîrokî lîstine û wiha domand: “Di demên ku em di bin xetereya qirkirinê de bûn û me hebûna xwe ji bîr kiribû de, şehîdên me hebûna gelê me parastin û pêşengî ji ji nû ve vejîna wê re kirin. Wan, ji bo azadiya gelên bindest têkoşiyan û bûn pireke ku digihîne azadiyê.
Têkoşîna ku li ser esasê felsefe û ramanên Rêber Apo hat meşandin, di gelê Kurd de hişmendiyeke mezin çêkir. Em şehîdên xwe bi hurmetî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê li ser rêya wan têkoşîna xwe xurtir bikin. Em hêza xwe ji Rêber Apo û ji şehîdên xwe digirin.”

