În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Elyakut: Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazariyê
Kurdistan

Elyakut: Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazariyê

Birayê Alî Haydar Elyakut ê ku 32 sal in di girtîgehê de ye, Hasan Elyakut got, "Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazarê, ev yek derexlaqî ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li girtîgehan binpêkirinên mafên girtiyan êdî gihiştiye asta herî jor. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtiyên ku cezayên wan xilas bûyî jî bi hincetên cuda nayên berdan. Rêvebiriyên zîndanan ji girtiyên ku ji 30 salan zêdetir di girtigehê de mane, poşmanî ferz dikin. Li Tirkiyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ku ji bo berdana sedan girtiyan bûye asteng, xwe wek dadwer û dozger dibîne û carek din girtiyan ceza dike. Lijneya Îdarî û Çavdêriyê di bin navê “rewşa baş” de derheqê girtiyan de nirxandinên keyfî dike û girtiyên ku divê werin berdan, naberdin û wan wek dîl digirin.

Li girtigehên Tirkiyê yêk ji van dîlan jî Alî Haydar Elyakut e. Elyakut ku ev 32 sal e di girtîgehê de ye, niha li Girtîgeha Karabûkê tê girtin û tevî ku cezayê wî xilas bûye jî heya niha 3 caran înfaza wî hatiye paşvexistin.

 

Birayê Alî Haydar Elyakut, Hasan Elyakut ji ANF’ê re axivî û got: “Birayê min Alî Haydar Elyakut ji sala 1993’an vir ve di girtîgehê de ye û heya niha ji bo gelek girtîgehan hat sirgûn kirin. Birayê min û girtiyên din ên li gel, tevî ku cezayê wan xilas bûyî jî bi armanca şikandina îradeya wan, her carê tahliyeya wan tê taloqkirin. Pirsgirêka bingehîn a birayê min û hevalên wî ew e ku serdozger û midûrê Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê, ji girtiyên 30 salan re ‘poşman bûnê ferz’ dikin. Bi ferzkirina ‘poşmaniyê’ gef li girtiyên sîyasî tê xwarin. Ev rewş ne tenê li Girtigeha Karabûkê, li tevahîya girtigehên Tirkiyeyê tê jiyankirin.

LIJNEYA ÎDARÎ Û ÇAVDERIYÊ WEKÎ DADGEHAN BIRYARAN DIGIRIN

Elyakut da zanîn ku Lijneya Îdarî û Çavdêriyê wekî “dadgehên paralel” tevdigerin û wiha dom kir:“Ev lijne xwe di vê çarçovê de dibîne û girtiyan carek din ceza dike. Lijneya Îdarî û Çavdêriyê hem xwe dike cihê dozger, hem xwe dike cihê dadger û her wiha xwe dike cihê Wezareta Dadê û biryaran dide. Di nava pergala faşîst de dixwazin girtiyan bê îrade bikin û poşmaniyê li wan ferz bikin.”

HERÎ ZÊDE MALBAT JI PÊVAJOYÊ BANDOR DIBIN

Elyakut anî ziman ku herî zêde malbat ji taloqkirina berdana girtiyên sîyasî bandor dibin û wiha got: “Bi taybet dayik û bav herî zêde ji vê piroseyê bandor dibin û ev yek di aliyê hestî de şikestinek mezin di wan de çêdike. Li gel vê xemgîniyê hêrsek jî ava dibe. Bi taybet sirgûnkirina girtiyan ku ji bo zindanên derveyî Kurdistanê tên şandin, ji bo malbatên wan dibe eşkenceyek mezin. Bi rastî jî girtîgeh neynika welatekê ye. Ger ku em bandora pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin, bibînin divê em li girtîgehan binêrin. Di vê pêvajoyê de girtiyên nexweş kirina mijara bazariyê, bêexleqiya herî mezin e. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê girtiyên nexweş bê şert û merc demildest werin berdan. Li gel vê yêkê divê girtiyên ku cezayê wan xilas bûyî bên berdan da ku sedan malbatên girtiyan, ji vê pêvajoyê bawer bikin û xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”

EGER AŞTÎ TÊ XWESTIN, TIŞTÊN PÊWÎST HENE

Elyakut anî ziman ku dewlet li hemberî helwesta zelal a Rêber Apo ji xeynî gotinan ti gav neavêtiye û ev tişt got: “Li hemberî argumanên bingehîn ên îradeyê ku vê pêvajoyê da destpêkirin, tu gav nehat avêtin. Dewlet ji dil nêz nabe. Ji 27 Sibatê heya niha lêkolînên rêya giştî dide nîşandan ku sê daxwazên bingehîn yên gel hene.

*Başkirina şert û mercên xebatê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî.

*Demildest berdana girtiyên nexweş.

*Demildest berdana girtiyên sîyasî yên 30 sal in girtî ne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Şaredarên Semsûr û Edeneyê hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sozdar Hecî: Divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bi nasnameya xwe bijîn

Endama Fermedariya Giştî ya QSD û YPJ’ê şehîdên şoreşê bi bîr anîn û ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê Ûkrayna: Bi sedan êrîşên balafirên bêmirov

Rûsyayê ragihand ku tevahiya şevê herî kêm bi 152 balafirên bêmirov êrîş bir ser Ûkraynayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Tundiya li dijî jinê zêde dibe: Divê em nasnameya zilamtiyê biguherînin

Psîkolog Ruken Esen destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê ne pirsgirêkeke takekesî lê belê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?