Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Em merheleyeke nû ya têkoşina ji bo zimanê Kurdî didin destpêkirin’
Kurdistan

‘Em merheleyeke nû ya têkoşina ji bo zimanê Kurdî didin destpêkirin’

Li Amedê bernameya çalakiyên ku ji bo Cejna Zimanê Kurdî bên lidarxistin, hat eşkerekirin. Di daxuyaniyê de îşaret bi banga Rêber Apo hat kirin û wiha hat gotin, “Em merheleyeke nû ya têkoşina ji bo zimanê Kurdî didin destpêkirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

 Li Amedê saziyên zimanê kurdî, partiyên siyasî û rêxistinên demokratik dê bernameya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Koşûyolûyê bi daxuyaniyekê eşkere kirin. Di daxuyaniyê de ku bi dirûşmeya “Statuya Kurdi Perwerdehiya bi Kurdî” hat dayîn, bernme hat eşkerekirin. 

Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût metna Kirmanckî û Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar jî metna Kurmancî xwend. 

Metna deklarasyonê bi vî rengî ye:

“Neteweya Kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye. Zimanê Kurdî jî nirxekî herî bingehîn û jêneger ê neteweya Kurd û hemû mirovahiyê ye.

Sed mixabin bi sedan sal in ji ber tunehesibandina neteweya Kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku wek gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê kurdî jî ji holê bê rakirin. Lê di encama têkoşîna neteweya Kurd de ev hewldan têk çûn. Em dibînin ku li şûna wê, pêkanînên li dijî zimanê Kurdî hatin nûjenkirin; zimanê Kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin; bi rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û pişaftina li ser zimanê Kurdî bi awayên cuda berdewam dikin, bi serwerkirina zimanê Tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derê ku Kurd lê dijîn hê armanc û daxwaz ew e ku Kurd bên pişaftin û zimanê Kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe. Ev yek sûcekî mirovahiyê ye.

Bêguman em Kurd bi tu awayî destûr nadin ku ev yek pêk bê. Jiyaneke bê Kurdî ji bo me Kurdan wek laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e. Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname, giyan û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye, mifteya azadiya me ya ji her milî ve ye. Zimanê Kurdî xeta me ya herî sor û li jor e.

‘YÊN XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERNAKEVIN NIKARIN, XWEDÎ LI MIROVAHIYÊ DERKEVIN’

Rêzdar Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku ‘Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwistiyeke mirovbûnê ye. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Yên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Yên ku zimanê xwe nezanin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin.Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdehiya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, nikarî tiştekî hilberînî; wisa li te tê wek ku mejiyê te miriye. Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Ji ber ku ziman û çanda me hatine qedexekirin ev 50 sal in me têkoşîneke mezin meşand. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.’

PIŞTGIRIYA JI BO 27’Ê SIBATÊ

 Banga rêzdar Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê Kurdî jî xurt kirin. Em jî heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne û dibêjin mafên neteweya Kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî, ne mijara bazarê ne û divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê da ku civaka azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin. Bêguman ji bo ku ev yek pêk bê, divê rêzdar Abdullah Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civateke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin. Di serî de zimanê Kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya kurd û statuya Kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Em baş dizanin ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan, tecrîda li ser hemû nirxên neteweya Kurd û bi taybetî tecrîda li ser zimanê Kurdî rasterast têkildarî hev in.

‘MERHELEYEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ JI BO ZIMANÊ KURDÎ DIDIN DESTPÊKIRIN’

Ji bo pêkhatina vê jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî ji her demê zêdetir bilindtir û berfirehtir bikin. Bi vê armancê em wek hemû saziyên zimanê Kurdî, partî, dezgeh, qad, pêkhate û derdorên cuda yên Kurd û demokratik bi dirûşma ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî’ merheleyeke nû ya têkoşina ji bo zimanê Kurdî didin destpêkirin.

ÇALAKIYÊN KU BÊN LIDARXISTIN

Li ser bingeha van rastiyan; em ê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di navbera 4’ê Gulanê heta 1ê Hezîranê, li hemû derên Kurdistanê û Tirkiyeyê; têkoşîn, xebat, bername û çalakiyên cur bi cur li nava civakê li dar bixin. Li hemû navçe, gund, tax, kolan û malan, li nav ciwan, zarok, zanîngeh, esnaf û hemû qadên din belav bikin. Meş, daxuyaniyên girseyî, xebatên belavok, pankart û bîlbordên bi kurdî, civînên zimanê Kurdî yên li nava gel û hemû saziyan, form, kursiyên gel, konên zimanê Kurdî, hînkirina alfebeya Kurdî, bernameyên helbestxwendin, çîrokbêjî û dengbêjiyê, şano, pêşengehên pirtûkên bi kurdî, panel, sempozyum, komxebat, konferans, şahî, konser, gotûbêj, bang û gazî, xebatên cur bi cur ên li ser qada dijîtal, bernameyên li bin banê rêveberiyên xwecihî/şaredariyan, bernameyên li Meclîsê, xebatên dîplomatîk û hwd. plansaziyeke têr û tijî amade kiriye.

Bi taybetî, em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî, rakirina hemû astengiyên zagonî û jiyanî yên li pêşiya kurdî, serbestî û azadiya kurdî ya li her derê civak û jiyanê, vegerandina hemû navên cih û tiştên kurdî yên ku kirine Tirkî li her derê belav bikin, dîsa em ê li hemû derên Kurdistanê û li hemû derên ku kurd lê dijîn, hişmendiya sazkirin, rêxistinkirin û hîndekariya zimanê Kurdî belav bikin.B i vê armanc, bîr û baweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û mirovahîperwer; bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû Kurdên li her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin: Werin em hemû Kurd li dor zimanê Kurdî, yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê Kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê Kurdî li her qadên civakî û jiyanî bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke Kurdî, bikin kurdîgehek.

Bi van hest û ramanan, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji niha ve, di serî de kedkar, parêzvan û têkoşerên zimanê kurdî, li me hemû Kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be!

Bijî Zimanê Kurdî!

Her Dem Kurdî Her Der Kurdî!Kurdî Yekîtî Azadî!

Ji Bo Kurdî Her Dem Li Her Derê Têkoşîn û Xebat!”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Amed, Îzmîr û Stenbolê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ hatin lidarxistin
Nûçeya Pişt re Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DAKB: Jin Jiyan Azadî veguherî meşaleyeke azadiyê

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) bi wesîleya salvegera 3’yan a qetilkirina jina ciwan a…

Ji aliyê Stêrk TV

Karasû: Em ê armanc û hesreta Emîne Erciyes pêk bînin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû şehîd Emîne Erciyes bi bîr anî û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mexmûrê şehîdên YPJ’ê hatin bîranîn

Li Mexmûrê fermandara YPJ'ê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik ên li Rojava di êrîşên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?