Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Emîrên DAÎŞ’ê li Enqereyê civiyan!
Rojane

Emîrên DAÎŞ’ê li Enqereyê civiyan!

Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke taybet hate bidestxistin, dewleta Tirk li Enqereyê civînek bi emîrên DAÎŞ’ê re çêkiriye ku piraniya wan Iraqî ne! Di civînê de biryara êrişbirina ser çolistana Sûriyeyê (Reqa, Dêrazor û Hesekê) hatiye girtin!

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a dagirker ku bi weke piştevanê sereke yê DAÎŞ’ê tê zanîn û bi dehan car jî bi belge hatiye piştrastkirin, hîn jî hewl dide gelek pîlanên xwe yên dijî gelê Kurd û gelên herêmê, bi rêya DAÎŞ’ê pêk bîne. Ji ber vê xwedî dike, perwerde dike, bi çek dike û di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar tîne. 

Piştî hilweşîna rejîma Baas’ê ya Sûriyeyê û hatine ser desthilatê ya komek din çekdarî ya weke HTŞ’ê dewleta Tirk jî bi çeteyên xwe yên bi navê, ‘Artêşa Millî ya Sûriyeyê’ êrişê herêma Firatê û bi giştî jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Ev êrişên çeteyên SMO’yê ya bi desteka hewayî ya dewleta Tirk a dijî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozax û gundewarên herêmê dewam dike. 

Parelelê van êrişan hate zanîn ku pîlaneke xeternak a dewleta Tirk heye careke din DAÎŞ’ê zindî bike û li dijî QSD’ê bixe tevgerê. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyeke taybet hatiye bidestxistin, di dawiya sala 2024’an de civîneke krîtîk a DAÎŞ’ê li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê çêbûye û piraniya DAÎŞ’î yên tevlî civînê bûne jî yên Iraqê ne û xelkê Telafera Mûsilê ne. 

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, civîn di 23.12.2024’an de li  Enqereyê li mala berpirsekî DAÎŞ’ê yê bi navê Elî Serhan Silêman El-Mişko, ji aliyê berpirsê Meclîsa Leşkerî yê DAÎŞ’ê yê Tirkiyeyê Sebah Mihemed Elî El-Hemo ve hatiye çêkirin. Piraniya çeteyên beşdar bûne xelkê Telaferê ne û di navê de emîrê DAÎŞ’ê yê Mûsil, Enbar û Selehedînê jî hebûne. 

Heman çavkaniya ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê wê were eşkerekirin jî têkildarî nasnameya çeteyên beşdarê civînê bûne jî van agahiyan da: ‘Emîr û berpirsê DAÎŞ’ê yê Enqereyê Talat Yunis Mihemed El-Şero, Ebdulhekîm Şêxo Ebdulezîz El-Şêxo, Îmad Xalid Welît Welît El-Izdo El-Rawî, Ebdulxenî Hesen Mihemed El-Silo, Raid Îsmaîl Ebas El-Nasir El-Heyalê beşdar bûne. Ev DAÎŞ’î piranî xelkê Telaferê ya Mûsilê ne. Di civînê de emîrên DAÎŞ’ê yê ji Mûsil, Enbar û Selehedînê berpirsin jî hebûye.’

Li gorî heman çavkaniyê armanca ji vê civînê êrişbirina ser herêmên dibin kontrola hêzên QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bûye. Hate gotin, di civînê de ji çeteyan hatiye xwestin derbasî çolistana Sûriyeyê bibin hatiye kirin. Mebest ji çolistana Sûriyeyê jî Reqa, Dêrazor û Hesekê bûye. 

Di vê civînê de hatiye gotin, divê li van herêman li dijî hêzên QSD’ê bikevin tevgerê da ku dest deynin ser hemû bîrên petrolê yên li herêmê û di destê QSD’ê de ne. Îstîxbarata Tirk jî garantî daye çeteyên DAÎŞ’ê dema ew di bejahî de êriş bikin, ew jî ji hewa ve alîkarî bidin wan û bi vî şêwazî êrişê Hesekê, Dêrazor û Reqayê bikin.

Berpirsê Meclîsa Leşkerî ya DAÎŞ’ê Sebah Mihemed Elî El-Hemo ji beşdarên civînê xwestiye her emîrek 10 çeteyên girêdayî xwe bişîne Sûriyeyê û meaşê wan jî mehane 800 dolarê Amerîkî ji aliyê dewleta Tirk ve were dayîn, pêwîstiyên malbatên wan jî ji aliyê dewleta Tirk ve werin pêşwazîkirin. Bi taybet alîkarî ji bo malbatên DAÎŞ’î yên li Tirkiyeyê were kirin. Hate zanîn berpirsên çeteyên DAÎŞ’ê yên wekî Qasim Selîm Mihemed El-Heneş û Newzed Mihemed Elî-El Şeleş xwe pêşniyar kirine. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ev demeke dirêj e dewleta Tirk a dagirker hewl dide zîndanên çeteyên DAÎŞ’ê tê de tên girtin û dibin kontrola QSD’ê de ne teslîmê HTŞ’ê werin kirin. Di rewşeke berovajî de gefa bi xwe mûdexele bike û bixe bin kontrola xwe de li hêzên navneteweyî û Rêveberiya Xweser dixwe. Berê jî hewldaneke dewleta Tirk li dijî girtîgeha Xwêran a Hesekê çêbûbû! 

Balkêşe çeteyên tevlî civînê bûne piranî Iraqî ne û ji Mûsilê ne. Di pîlanê de Hesekê ku heye û cîranê Şengalê ye, ev jî xeteriya careke din vegera DAÎŞ’ê li Şengalê çêdike, di serî de Êzidî metirsî ji bo hemû gelên herêmê çêdike! Balkêşe mehek piştî vê civîna li Enqereyê hate lidarixstin, li ser daxwaza hinek fraksyonên Sûne yên nêzî dewleta Tirkin, parlementoya Iraqê proje yasaya Efûya Giştî erê kir. Tê zanîn bi sedan DAÎŞ’î di zîndanên Iraqê de ne û ew jî ber efûyê dikevin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sûcê şer: Dewleta Tirk bombe li stasyona avê ya li Kobanê barand
Nûçeya Pişt re Di meha Çileyê de 18 rojnamevan hatin binçavkirin, 9 hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk a dagirker li Silêmaniyê welatparêzek qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Silêmaniyê Abdulkadîr Sabrî Toprak yê ji Bakurê Kurdistanê qetil…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Demokratîk ragihand ku êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîşeke eşkere ya…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Rêber Apo ji bo azadiya jinê şoreşa vejînê ye’

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen diyar kir ku pêwîste…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?