Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Encamnameya Konferansa Jinan a DBP’ê hate eşkerekirin
Jin

Encamnameya Konferansa Jinan a DBP’ê hate eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Jinan a 3'yemîn a DBP'ê hate eşkerekirin ku bi dirûşma 'Bi jin a rêxistinbûyî û azad em civaka azad ava dikin' hatibû lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a ku bi şîara “Em bi jinên rêxistinkirî û azad civaka azad ava dikin” lidar xist, eşkere kir. Hat destnîşankirin ku rojeva sereke ya konferansê organîzekirin û xebatên Meclîsa Jinan a DBP’ê, akademiya jinan û xebatên perwerdeyê yên DBP’ê, nîqaşên kûr ên li ser xeta çalakî û berxwedanê ya Meclîsa Jinan a DBP’ê û armancên bingehîn bû.

Encamname wiha ye:

“Bi şîara ‘Em bi jin a rêxistinbûyî û azad civaka azad ava dikin’ bi hêz, xwebawerî û moraleke mezin a ku me ji têkoşîna jinê ya birêxistinkirî wergirtiye, me di 13’ê Kanûna 2024’an de li Amedê 3’yemîn Konferansa Jinan pêk anîn.

Rojevên sereke yên konferansa me, rêxistin û rêvebirina Meclîsa Jinan a DBP’ê, Akademiya Jinan a DBP’ê û Xebatên Perwerdehiyê, pêwîstiyên xeta çalakî û berxwedanê ya Meclîsa Jinan a DBP’ê bû. Li ser van mijaran nîqaşên kûr hatin kirin. Di vî warî de hedef hatin diyarkirin.

Em konferansa xwe diyarî sê jinên endamên Meclîsa Jinê ya Zenûbiye dikin ku li Minbicê piştî pêkhatina şoreşa Rojava ya ku di dîroka têkoşînê de wek Şoreşa jinê tê binavkirin, hatin qetilkirin, dikin. Her wiha em diyarî hemû jinên ku mîrateya têkoşîna jinê veguherandine destkeftiyên têkoşîna civakî û jiyana xwe ji dest dane, diyarî jinên şoreşger ên ku li zindan û sirgunê ne, dikin.. Dîsa em jinên Rojava yên ku li dijî modernîteya kapîtalîst bi perspektîfa neteweya demokratîk şoreşa jinê pêk anîne silav dikin û em soz didin ku em ê têkoşîna xwe li her qadê bi biryardarî bidomînin.

Me konferansa xwe ya 3’yemîn di serdemeke dîrokî de pêk anî. Di vê serdemê de hişmendiya mêr a serdest, netew-dewletê ji nû ve ava dike, di encama vê yekê de şer pêk tên û dibe sedema wêraniyê. Haya me jinan ji vê pêvajoya dîrokî heye, motivasyona me ya sereke xurtkirina tifaqa jinan û pêşxistina eniya li dijî şer, di warê siyasî, aborî, çandî û hemû qadên jiyanê de qebûlkirina hebûna jinê ya bi awayekî wekhev, bibîrxistina berpirsiyariya civakê ya parastina jinê ye.

Sedema şerê ku li Rojhilata Navîn pêk tê berhema zîhniyeta mêr e, navenda vî şerî Kurdistan e, hedefa vî şerî jî bêguman jin û destkeftiyên jinan e.  Şer, bi afirandina qadên dagirkirinê yên nû yên şîdeta dewleta mêr, xeyalên avakirina sînorên nû yên netew dewletan dibe sedema wêraniyeke mezin a civak û gelan, jin, gel û baweriyên cuda bi qirkirinê re rû bi rû dihêle.

Şer li aliyekî her kesî bê ewle dihêle û dibe sedema hilweşandina tevahiya malbata mirovahiyê, li aliyê din jî tifaqa herî xurt a jinan ku ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn, ji Amerîkaya Latîn heta Hindistanê bi Jin, Jiyan û Azadî belav dibe, bi şîara “Jina azad, civaka azad” bi pêşengiya mûxalefeta jinên Kurd veguherî hêviya jiyana hevpar a hemû civak û gelan.

Kurdistan û Rojhilata Navîn di bin dorpeça şerekî dijwar de ne. Ev şerê ku di bin kontrola netew-dewletan de û bi hevkariya sermayeya cîhanî didome, bi destê hêzên paramîlîter ên cîhadî-selefî ku jin, gel, bawerî û çandên cuda weke dijmin dibînin, tê meşandin. Vê carê jî hedefa hêzên paramîlîter; Modela Rojava bû ku hovîtiya DAIŞ’ê û hêzên herêmê yên emperyal têk bir û li dijî wan bi şoreşa jinê, meclîsên jinê, akademiya jinan û bi avakirina hêzên xweparastinê li dijî civaka serdesta mêr têkoşiyan û veguherandina civakê bû hedefa wan a bingehîn. Ev hêzên ku olê wek amûrekî bi kar tînin, bi hişmendiya serdest a mêr a yekperest, zeyandperest û mîlîtarîst hewl didin rejîmeke ku destkeftiyên jinan ji holê rabike, ava bikin. Bi dorpêçkirina hemû jiyana jinan dixwazin ku jin “meqbûlî û koletiyê qebûl bikin, jinên ku li dijî vê yekê derdikevin bi qetlîam û destdirêjiyê ve tehdit dikin bi vî awayî hewl didin ku li ser bedena jinê hemû jiyana civakê dorpêç bikin.

Di konferansa me de; li ser pêwîstiyên xeta çalakî û têkoşînê ya DBP’ê, nîqaşên kûr hatin kirin û hate diyarkirin ku çareserî bi paradîgmaya azadiya jinê, bi perspektîfa neteweya demokratîk pêkan e. Ji bo pêkhatina vê perspektîfê pêdivî heye ku perwerdehiya bîrdoziyê li hereman belav bibe, bi awayê akademiyên jinan, li herêman bê navber berdewam bike û di demên diyarkirî de dubare bibe.

Di konferansa me de rêbazên têkoşînê yên ku destkeftiyên têkoşîna jinê vediguherînin destkeftiyên siyaseta demokratîk hatin nîqaşkirin û hate destnîşankirin ku xizanî, koçberî, fuhûş, tiryak û sîxurî, bi taybetî li Kurdistanê veguheriye rêbaza şerê taybet ku li ser jin û ciwanan pêk tê û ev yek berbiçav e. Hate bibîrxistin qeyûmên ku sîstema me ya hevserokatiyê ya ku ji heremê ber bi civakê ve, sîstemeke demokratîk ava dike, destketiyên jinan, zimanê dayikê, bîr û nirxên çandî dike hedef, di heman demê de amûreke şerê taybet e. Çareseriya vê jî bi avakirina civakeke birêxistinkirî, exlaqî pêkan e û ji bo vê jî di çarçoveya seferberiya rêxistinî de hevdîtîna ciwanan, civîn, atolye, panel û çalakî hatin lidarxistin, armanca van çalakiyan xurtkirin û mezinkirina xweparastina jinan e.

Me di konferansa xwe de bal kişand ser girîngiya bibîranîna jinên Kurd ên ku ji berê heta niha li her parçeyekî Kurdistanê pêşengên berxwedana li dijî zilmê bûne, tevlêbûna platformên hevpar û mekanîzmayên bi bandor ên ku mîrateya wan li cîhanê belav kirine û di dawiyê de avakirina Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk ji xwe re kirine armanc.

Di konferansa me de; Bi bîranîna jinên Kurd ên ku ji berê heta niha li her parçeyekî Kurdistanê bûne pêşengên berxwedanê yên li dijî zilmê, tevlêbûna mekanîzmayên ku mîrateya wan a ku li cîhanê belav bûye û di dawiyê de tevlêbûna mekanîzmayên bi platformên hevpar ên ku armanca wan avakirina Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk e, a ku di bîranînê de bal hat kişandin ser girîngiya tevlêbûna di platformên hevpar û mekanîzmayên bi bandor ên ku gerdûnî bikin.

Yek ji mijarên din ên sereke yên ku di konferansa me de hatin nîqaşkirin jî ew bû ku Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd û aştiya Rojhilata Navîn bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan pêkan e.

Berdewamiya şert û mercên şer û pevçûnên ku bi pergala tecrîda Îmraliyê kûrtir dibe herî zêde bandorê li jinan dike. Li ser van şert û mercan desthilatdariya siyasî li Tirkiye û Kurdistanê polîtîkayên cudakar û zayendperest ên li ser jinan kûr dike, têkoşîna wekhevî û azadiyê ditepisîne, destkeftiyên jinan desteser dike.

Birêz Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî berfireh dinirxîne û li dijî vê pergala ku Rojhilata Navîn veguherandiye erdnîgariya qirkirina jinê, qirkirina xwezayê, qirkirina ziman û çandî, qirkirina etnîkî û mezhebî, derfetên modela jiyana azad û wekhev a gelan, bi çareseriya Neteweya Demokratîk re derxist pêş. Zîhniyeta ku di sedsala 21’ê de êrîşî mafê statuya Kurdan dike, êrîşî statûya wekhev û azad a jinê jî dike.

Divê neyê jibîrkirin ku; rol û azadiya Birêz Ocalan tekane rêya derketina ji şerê li Rojhilata Navîn û temînata aştî û azadiya jinê ye.

Ji bo vê jî Meclîsa Jinan a DBP’ê; bi hemû hevkarên jin re ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên meş, sempozyûm, daxuyanî, nobeda edaletê, çalakiyên xwendinê wê li dar bixin. Di van çalakiyan de bi awayekî aktîf cih bigirin, bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ji gund heta bajaran, ji kolanan heta qadan çalakî û civîn wê bên lidarxistin.

Jiyana azad a wekhev bi têkoşîna jinê  pêkan e, bêguman sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinan û sala 2025’an wê bibe sala azadiyê, îdiaya me ya jiyana azad a bi têkoşîna jinê re temînata civaka azad e.

Wek encam; delegasyona me ya konferansê çarçoweya têkoşîna me ya demê diyar kir;

• Ji bo Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd û Azadiya Birêz Ocalan ku temînata aştiya Rojhilata Navîn e, pêkanîna çalakî û civînan;

• Li dijî Qirkirina Jinan li her derê  birêxistinkirina xweparastinê,

• Biryar hat dayîn  ku  bi akademiyên jinan, têkoşîna jinê  di Siyaseta Demokratîk de bê mezinkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tûncer Bakirhan: Şaredariyên me divê destpêkê li astengdaran bifikirin
Nûçeya Pişt re Banga ji Kobanê: Werin em rûmeta mirovahiyê li Kobanê biparêzin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Li gorî dînê Îslamê axa me ji wan re heram e’

Mamosteyê dînî Mujde anî ziman ku Tirkiye bûye sedema valakirina gelek gundên sînorî û wisa…

Ji aliyê Stêrk TV

Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî bi malbatên xwe re hevdîtin kirin

Girtiyên siyasî Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî yên ku ev demeke dirêje qedexeya hevdîtina bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Goreke komî li Helebê hate dîtin

Li başûrê Helebê goreke komî hate dîtin ku tê de 57 cenaze hebûn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade ne: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?