Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Êrîşa li ser çand û zimanê Kurd: Em xwedî li zimanê xwe derdikevin
Kurdistan

Êrîşa li ser çand û zimanê Kurd: Em xwedî li zimanê xwe derdikevin

Xebatkarê MED-DER'ê Mehmet Asena anî ziman ku serdegirtina li MED-DEER û Payîz Pirtûkê parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e û destnîşan kir ku li gel zext û binçavkirinê jî ew ê ji bo zimanê Kurd li ber xwe bidin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya li Amedê de polîsan avêtin ser Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) û pirtûkxaneya Payîz Pirtûkê. Bi biryara Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya 4’emîn a li Amedê gleek pirtûk, kovar, rojname û materyalên dîjîtal ên li komele û pirtûkxaneyê hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de li taxa Bagcilar a navçeya rezanê jî serdegirtin li Kooperatîfa Perwerdeya Huner û Ziman a Ankayê hate kirin. Hate ragihandin ku di serdegirtinê de hard dîskên kompûterên li kooperatîfê hatin desteserkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de hevserokên MED-DER’ê jî di nav de 23 kes hatin binçavkirin.

Xebatkarê MED-DER’ê Mehmet Asena zextên li ser saziyên Kurdan ji ANF’ê re nirxand û got, “Ev binçavkirin û serdegirtin êrîşeke topyekûn a li dijî Kurdî ye. Ev rewş rewşeke nû nîne. Êrîşên li ser Kurdî rojên dawî hîn giran bûn. Bi taybetî bi zêdebûna karên ji bo Kurdî re êrîş jî roj bi roj zêede bûn. Gelê Kurd jî nîşan da ku ziman xeta wan a sor e. Ji nivîsên bi Kurdî yên li ser rê heta bi çand, govend û stranên Kurdî li hemberî van êrîşan bûn berxwedaneke topyekûn. Ji ber ku çand û zimanê Kurd di bin êrîşeke topyekûn de ne.”

‘EV ÊRÎŞ ENCAMA NÊZÎKATIYEKE DIJMINANE YA LI HEMBERÎ ZIMAN E’

Asena bi dewamî got, “Ev êrîş dewama polîtîkayên şerê taybet e. Kîjan sazî li qada ziman kar bike, hîn bêhtir bi ser wê saziyê ve diçin. Weke MED-DER bi taybetî payîzê bi serlêdanên ji bo ziman û baldariya gel a ji bo zimanê xwe, bû sedem ku êrîşên bi vî rengî destpê bikin. Ev rewş nîşaneya dijminatiya wan a li gel û zimanê Kurd e. Em bi vî rengî dinirxînin. Li hemberî van êrîşan em serî natewînin. Di nava berxwedaneke topyekûn de em ê ziman û çanda xwe biparêzin. Ev konsepta êrîşê êrîşeke ji rêzê nîne. Dema ku mirov li yên binçavkirî dinihêrin dibînin ku hevalên me yên di zimanê Kurd de li pêş bûn hatin binçavkirin. Ji ber vê jî dibêjim, li hemberî vî zimanî helwesteke dijminane û tasfiyekirinê tê nîşandan.”

‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’

Mehmet Asena destnîşan kir ku li gel hemû êrîşên li ser Kurdî wê dest ji têkoşînê bernedin û got, “Bi êrîşên li ser zimanê Kurdî hewl didin vê têkoşînê asteng bikin, lê belê şaş dikin. Ev gel wê têkoşîna ji bo zimanê xwe dewam bike. Ji vê derê bang li gelê me dikim; xwedî li zimanê xwe derkevin. Bila her kes zimanê xwe hîn bibe, bide hînkirin. Ev ziman wê tine nebe. Bi hezaran sal in ev ziman, ev gel li ser piyan maye; lewma ev ziman û gel neçar e ku îro jî li ser piyan bimîne. Divê em wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin. Li hemberî van êrîşan divê em li her qadê bi Kurdî biaxivin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêlîn Umît: Divê em biryara Konseya Ewropayê ti carî qebûl nekin
Nûçeya Pişt re Yên ku bi destê PDK’ê şehîd bûn -I: Şehîd Gernas
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Zêdeyî 75 kesên ku li Enqereyê hatin binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin

Beriya civîna NATO’yê li Enqereyê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin û ji kesên hatinê binçavkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ti carî Sûriyeyeke bê mafê jinê qebûl nakin’

Ferîha Mihemed Masûm Omer û Mûne Yûsif diyar kirin ku ew ti car Sûriyeyek bê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojava gel diherike qadên Newrozê

Li Dêrik, Girkê Legê û qadên derdor bi hezaran kes herikîn şahiyên Newrozê. Şahiya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?