În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Êrişên li Helebê sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê ye’
Rojane

‘Êrişên li Helebê sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê ye’

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ragihandin ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sûcê li dijî mirovahiyê ne û bang li civaka navneteweyî û Tirkiyeyê kirin ku bi berpirsyarî rabin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan tekildarî êrişên hikumeta veguhêz a Şamê yên li dijî êrişên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li navenda xwe ya giştî daxuyanî dan. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Serokwekîlên DEM Partî Gulîstan Kiliçkoçyigit, Sezaî Temelî, Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan û parlamenterên DEM Partî jî li eywana daxuyanî hat dayin amade bûn.

Di daxuyaniyê de ewilê Tulay Hatîmogullari axivî. Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew bi koma parlamenterên xwe re li ser geşedanên dawî û êrişên ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê civiyanê. Tulay Hatîmogullari anî ziman ku êrişên ser taxên Helebê li dijî mirovahiyê ne û wiha got: “Hikumeta Şamê bi awayekî şenber diyar kir ku ew li gor hevpeymanê tevnagerin. Bi sembolên DAIŞ’ê êrişî taxên Kurdan dikin. Xwîna Kurdan ji xwe re helal dibînin. Berxwedareke Kurd li ser avahiyeke de tê avetin. Yên ku vê dikin koma hovan e. Di tu bawerî û birdozyan de ew nayê qebûl kirin.”

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê hemû kes li dijî êrişên ser taxan, dengê xwe bilind bikin û wiha axivî: “Ew berxwedan ne tenê ya 2 taxan e. Di heman demê de diyarkera pêşeroja Sûriyeyê ye. Divê qada navneteweyî bêdeng nemînê. Bêdengî hevkariya vî sûcî ye. Em bang li qada navneteweyî dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin. Van êrişan demildest bidin rawestandin. Êrişên HTŞ’ê û çeteyan li dijî mirovî ne. Bi armanca Helebê bê Kurd bihêlin. Li dijî vê yekê ne tenê Kurd lê divê hemû kes li dijî vê dengê bilind bike. Bi dijminatiya Kurd nikarin tiştek bi destbixînin. Weke DEM Partî em ji bo Suriye pergaleke wekhev û azad dixwazin û mîsogeriya mafên Kurdan dixwazin. Heke Kurd ne di ewlehiyê de bin li Sûriyê aramî pêk nayê. Heta hemû gel û bawerî azad nebin li Sûriyê aramî pêk nayê.”

Tulay Hatîmogullari gotinên Wezîrê Parastinê jî rexne kir û wiha got: “Dest ji wan gotinên xwe yên ku xwe berpirsyar nabînin berdin. Desthilat û dewlet divê agir gur nêkin û rêya dîaloge vêkin. Em agirbesta niha berdewam dike girîng dibinin û dixwazin ew agirbest berdewam bike. Em bang li hemû kesên berpirs dikin ku berpirsyariya xwe pêk bînin. Divê çareseriyeke mayindê pêk were. Em ê jî ji bo çareseriyeke mayindê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Em ê hem li Tirkiye û hem jî li Sûriyê ji bo aştiyeke mayindê têkoşîna xwe bidomînin.”

Tuncer Bakirhan jî ji malbatên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şîfa xwest. Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku li taxên Helebê ne tenê êriş komkujiyek pêk tê û ev tişt anîn ziman: “Hedefgirtina zarok û jinan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Rejîm hemû hevpeymanan binpêdikin û êriş dikin. Em jî li vir dibêjin destê xwe li ser jinên Kurd vêkişînin. Dilê gelê Kurd ji bo Şêxmeqsûd diaveje. Em berxwedarên li wir silav dikin. Gelê Kurd ne bi tenê ne. Em bang li kesên şer gur dikin dikin ku rêya dîaloge vêkin. Gotinên Hakan Fîdan şer û qirîzan kur dike. Em dipirsin; Tu dîplomatê an leşker e? Ev gotin bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dike.”

Tuncer Bakirhan diyar kir aloziya li Helebê li dijî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve dest pê kiriyê darbe ye û ev tişt gotin: “Heke li Helebê şer û kriz kûr bibe li vir jî çareserî nabe. Ji bo wê ew darbeya li dijî pêvajoyê ye. Çareserî diyar e. Divê QSD û Tirkiye û li ser masayeke rûnin û pirsgirêkan bi rêya dîalog çareser bikin. Tu kes nikarê Kurdan ji Helebê koçber bikin. Kurd sed salin li Helebê bûn û dê hertim jî li Helebê bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Asayîşê şehadeta fermandar Ziyad Heleb û Azad Heleb ragihand
Nûçeya Pişt re Peymangeha Teknîkê ya Helebce berxwedana Rojava silav kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Civîna Komîsyonê: Divê derfetên nûneriya siyasî û mafên kolektîf hebin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna komîsyona Meclisê de axivî û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên HBDH’ê li Gebzeyê çalakî kirin

Milîsên Helmet Gabar (Diyar Xerîb) ên HBDH'ê ragihandin ku li Gebzeyê li depoya febrîqeyekê çalakiya…

Ji aliyê Stêrk TV

CHP wê şandeyekê bişîne Colemêrgê: AKP’ê peyam negirt

Berdevkê CHP'ê Denîz Yucel tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê weke desteserkirina îradeyê nirxand û got…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?