Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk hatin protestokirin
Rojava

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk hatin protestokirin

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li Tebqa, Reqa û Eyn Îsayê hat protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

28’ê vê Tebaxê li bajarê Qamişloyê mayinek ku di erebeyekê de hatibû bicihkirin, teqiya. Di encamê de dayika Xalîde Mihemed Şerîf û kurê wê Hejar Silêman şehîd bûn. Di 29’ê Tebaxê de jî balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker bajarê Amûdê bombebaran kiribû, di encama bombebaranê de welatiyê bi navê Hanî Xelef El Xelef şehîd bû û 2 welatiyên din birîndar bûn.

REQA

Bi armanca şermezarkirina êrîşan, Meclisa Jinan a rêxistina PYD’ê ya kantona Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên meclisên jinan ên Partiya Avakirin û Pêşxistin, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê, Partiya Demokrat a Kurd –Sûriyeyê, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Meclisa Idlib El Xedra li ber avahiya PYD’ê ya li bajarê Reqayê hat xwendin.

Berdevaka Meclisa Jinan a PYD’ê Fatima Xelîl daxuyanî xwend.

Fatimayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hewl dide xeyalên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne. Li ser vê yekê di serî de gelê Kurd tevahî gelê Sûriyeyê bi balafirên bê mirov dike armanc da ku îradeya wan û têkoşîna wan ji bo demokrasiyê têk bibe.”

Fatima got dê têkoşîna çareseriya siyasî ya aştiyane ya demokratîk bidomînin. Bang li Konseya Ewlehiyê ya NY’yê jî kir ku hemberî dewleta Tirk a dagirker biryarên giran bidin.

TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê jî bi heman armancê daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Şehîdan a bajarê Tebqayê bi amadebûna malbatên şehîdan, Dayikên Aştiyê û endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya hat dayîn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Hind El Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: “Dewleta Tirk a faşîst bi mentiqê qirkirinê şerê gelê me dike, hewl dide îradeya û têkoşîna wê ya li dijî terorê û têkoşîna avakirina civakeke ewle têk bibe.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê herêmê ku ji bo parastina welat û destkeftiyên wê canê xwe feda kirine û hate gotin dê şopdarên rêya şehîdan bin.

EYN ÎSA

Şêniyên bajarê Eyn Îsayê û koçberên ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî li dijî êrişên dagirkeriyê meşek li dar xist. Şênî ji Çerxerêya Polîsên Leşkerî ber bi Çerxerêya Şehîd Cûdî ve meşiyan. Di meşê de pankartên “Bi îradeya jina azad em dawî li siyasetên qirkirin û dagirkeriyê bînin” hatin vekirin û wêneyên şehîd Xalîde Şerîf, rojnamevanên şehîd Hêro Behadîn û Gulistan Tara hatin hildan.

Beşdaran dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd” û “Bijî QSD” berz kirin. Meşvan li Çerxerêya Şehîd Cûdî sekinin. Li vir rêvebera Kongra Star Ruqeya Mihemed axivî. Rûqeya êrîşên dewleta Tirk ên li dijî jinên têkoşer şermezar kir û soza şopandina xeta şehîdan da.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re şehîd” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, çalakî
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şehîd Tekîn Goyî ji aliyê hezaran kesî ve hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fermandarê Asayîşê: Koma ewil a 400 kesî roja Duşemê vedigere Efrînê

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl ragihand ku Koma yekem a koçberên Efrînê dê…

Ji aliyê Stêrk TV

WHO: Li Xezeyê 2 milyon kes bi mirina ji ber birçîbûnê re rû bi rû ne

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus di daxuyaniyekê de bal kişand…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji DMME’yê biryara binpêkirinê ya têkildarî pirtûkên Rêber Apo

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di serlêdana têkildarî nedayina pirtûkên Rêber Apo û hin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?