În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Erkan Baş: Em ê rêhevaltiya têkoşîna azadiya gelê Kurd bikin
Rojane

Erkan Baş: Em ê rêhevaltiya têkoşîna azadiya gelê Kurd bikin

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş daxuyaniya PKK’ê nirxand û got: ‘’Weke heya roja îroyîn bila ji niha û pê ve jî gumanên tu kesî nebin ku wê sosyalîst piştgiriyê bidin têkoşîna maf û azadiya gelê Kurd.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê li gel raya giştî hatin parvekirin. Di nava biryaran de biryarên weke bidawîkirina têkoşîna çekdarî û fesxkirinê jî cih girtin ku ev biryar di nava raya giştî a Tirkiyeyê û cîhanê de bûn sedema nîqaşên dijwar.

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş têkildarî daxuyaniya PKK’ê banga wê ya ji sosyalîstan re ji ANF’ê re axivî.
 
LI GEL BIRYARÊ ARGÛMANÊN KU DI ÊRÎŞÊN FAŞÎSTE DE DIHATIN BIKARANÎN JI HOLÊ RABÛN

Erkan Baş di destpêka axaftina xwe de diyar kir li gel vê biryarê argûmanên ku bi salan e desthilatdarî weke hinceta êrîşan bi kar tîne, ji holê rabûn û got: ‘’Em hemû geşedan û pêngavên têkildarî bêdengbûna çekan û dabînkirina aşitiyê gelekî erênî û girîng dibînin. Ji bo me ya girîng pêkhatina aşitiya ya li sernserê herêmê ye. Li gel biryarên hatine ragihandin argûmanên ku desthilatdarî bi salan e weke hinceta hemû kiryarên nedemokratîk, zextkar û faşîzan bi kar tîne bi awayekî fermî ji holê rabûn ku ev yek jî bi tena serê xwe geşedaneke gelekî girîng e.’’

EM Ê LI DIJÎ HEMÛ ARGÛMANÊN KU GELÊ KURD HEDEF DIGIRIN BISEKININ

Baş piŞtre destnîşan kir ku ew bûyerê weke meseleyeke bazar û danûstandinê nabînin û diyar kir ku divê hêviya aşitiyê were misogerkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Di vê qonaxê de em vê meseleyê weke ‘bazar’ û ‘danûstandinekê’’ pênase nakin û dixwazim diyar bikim ku ji bo misogerkirina hêviya aşitiyê divê hemû beşên civakê û aktorên siyasî erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Çawa ku nabe bazara aşitiyê were kirin di heman demê de demokrasî, azadî û mafên mirovan jî ne mijarên danûstandinê ne. Weke me hemû caran piştgiriya aşitiyê kiriye, em îro jî piştgiriyê didin aşitiyê û li hemberî emperyalîst, faşîst û destilatdariya patronan disekinin. Ji bo welatekî aşitiyê û ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê  divê hemû gel bi hev re têbikoşin. Ji bo bidawîbûna şer û pevçûnên li herêmê,  pûçkirina planên hêzên emperyalîst û hevkarên wan û têkbirina hemû kiryarên entîdemokratîk ên li dijî gelê Kurd divê em zêdetir li ber xwe bidin.’’

EM Ê RÊHEVALTIYA TÊKOŞÎNA AZADIYA GELÊ KURD BIKIN

Baş di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ew ê piştgiriyê bidin têkoşîna azadiya gelê Kurd û got: ‘’Em bi bangê dest pê bikin; bi min ez dikarim li ser navê hemû tevgerên şoreşger ên li Tirkiyeyê bersivekê bidim. Gotinên Denîz Gezmîş û hevalên wî yên herî dawiyê bi qasî manîfestoyekê weke pisûlayekê jî ne.  Dîroka welatê me, bi mînakên parastina yekîtî û xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk a di têkoşîna şoreş û sosyalîzmê de tije ye. Weke heya roja îroyîn bila ji niha û pê ve jî gumanên tu kesî nebin ku wê sosyalîst piştgiriyê bidin têkoşîna maf û azadiya gelê Kurd.’’

JI BO HER KESÎ TEKANE RÊYA EDALETÊ SOSYALÎZM E

Baş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser sosyalîzma ku di daxuyaniya PKK’ê de cih digire û ev yek anîn ziman: ‘’Em dikarin têgeha têkildarî sosyalîzmê a di daxuyaniyê de cih digire ji du aliyan ve binirxînin. Ya yekem wateya ku sosyalîzm tekane rê ye ku li vî welatî û Rojhilata Navîn aramiya mayînde û rastîn pêk bîne û ji bo her kesî azadî û edaletê dabîn bike. Ya duyem jî beyana îradeyê ya li hemberî pergala emperyalîst û kapîtalîst e.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê IPC: Gelê Xezayê bi rîskek mezin a xelayê re rû bi rû ne
Nûçeya Pişt re Bahçelî: Aştî û biratî bi ser dikeve
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Trump vê carê wê ji sedî 100 bacê ji fîlman bistîne

Serokê DYE’yê Donald Trump daxuyand ku ew ê ji fîlmên ku li derveyî DYE’yê hatine…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî AÎDS’ê tedawiyeke jenerîk a gelekî erzan hate pêşxistin

Di Konferansa Navneteweyî ya AÎDS’ê ya li Munihê de lêkolînvan texmîna xwe parvekirin û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Di 3 salên dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 2 hezar û 910 kes hatin darvekirin

Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmud Emîrî Muqedem ragihand ku di sê salîn dawî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?