Tundiya li dibistanên Mereş û Rihayê yên ku jiyan û perwerdehiyê hedef digirin, careke din rola pîşesaziya rêzefîlmên televîzyonê û naveroka medyayê ya di rewakirina tundiyê de dîsa bû mijara nîqaşê. Her roj li ser ekranan têkiliyên mafyayê, çekdarî û pêşkêşkirina hêza hovane wekî ‘rêya çareseriyê’ tê pêşkêşkirin û ev yek di nava ciwan de belav dibe. Ev trajedî ne tenê bi naveroka li ser ekranê ve sînordar in; krîza aborî ya kûr, bêhêvîtiya pêşerojê û hwd. bingeha xurtkirina vê pêvajoyê ne.
Derhêner Orhan Înce û Veysi Altay bi bîr xistin ku ji ber vê sedemê rêzefîlm û fîlmên TV bi tena serê ne ne berpirsiyarên vê yekê ne.
‘NABE MIROV BIBÊJE TENÊ JI BER WAN DIQEWIME’
Derhêner û senarîst Orhan Înce kişand ser piralîbûna mijarê û got, “Ev tişt di serî de ji rewşên ku ji hêla malbat, perwerde, civak, şert û mercên aborî, psîkolojiya takekesî, jîngehên dîjîtal û jîngehê ve teşe girtine derdikevin holê. Lê bi taybetî ev rêzefîlmên ku bi salan e bûne sedema rizandina civakê, di nava zarok û ciwanan de nêzîkîtayên bi vî rengî derdixin holê. Ne tenê wan beralî qetilkirina hev dike. Ew di heman demê de dibe sedema gelek tevgerên neyînî. Ji vê yekê fîlm an rêzefîlm bandorker in, lê nabe ku mirov bibêje tenê ji ber wan diqewimin.”
TUNDÎ NE TESADUFÎ YE…
Derhêner Veysi Altay ku tundiya asta komkujiyê ya li dibistanên Mereş û Rihayê ne wekî cudahiyên takekesî lê wekî nîşanek ji avaniyek sazûmanî dibîne û koka civakî ya pratîka tundiyê li Tirkiyeyê bi van gotinan analîz kir: “Komkujiyên ku li dibistanên Mereş û Rihayê qewimîn, nabe ku mirov wan wekî wekî jirêderketina takekesî an ‘dînbûna ji nişka ve” werin ravekirin. Ev bûyer berhema rasterast a pratîka tundiyê ya ku li Tirkiyeyê her ku diçe sazûmanî dibe ne. Tundî li Tirkiyeyê ne tesadufî ye; berevajî vê ew rêbazek sîstematîk û mekanîzmayek kontrolkirî ye. Bûyerên dawî nîşaneya vê yekê ne.”
‘HER ROJ TUNDIYA LI SER JINAN ASAYÎ DIKIN’
Altay anî ziman ku medya û berhemên televîzyonê tundî kirine parçeyeke xwezayî ya jiyana rojane û ciwan bi vî zimanî teşe digirin û wiha berdewam kir: “Îro li Tirkiyeyê, tundî ne tenê li kolanan tê dîtin, her roj di medyayê, pergala perwerdehiyê, saziyên dewletê, ziman û pratîkê de bi awayekî sîstematîk zêde dibe. Bernameyên televîzyonê, rêzefîlm û hwd. her roj tundiya li dijî jinan, heqaret û zimanê gefê asayî dikin û bûye parçeyek ‘xwezayî’ ya têkiliyên civakî. Belavbûna tundiya li dijî jinan, mixabin ji bo xurtkirina binesaziya îdeolojîk a vê pergalê tê bikaranîn. Li vir medya hêza xwe ji dewletê digire û vediguhere mekanîzmayek ku têkiliyên hêz û tundiyê yên heyî ji nû ve hildiberîne. Tundiyê wekî rêbaza çareseriyê pêşkêşkirin, di civakê de û nemaze di nav ciwanan de fikra ku yên xwedî hêz mafdar in derdixe holê. Dema ku ciwan di nav van vegotinan de mezin dibin, ew çareseriyê ne di diyalogê de, di zilm û bikaranîna hêzê de dibînin.”

