Pirtûka nû ya Rêber Apo ya bi navê “Têkilî û Nakokiya Olan a bi Şaristanî û Civaka Dewletparêz re” bi Farsî hate weşandin.
Berhema ji 602 rûpelî ku di çarçoveya lêkolîneke fikrî ya berfireh de hate amadekirin, têkiliyên dîrokî, bandora li hev û nakokiyên navbera saziyên olî, sîstemên civakî û şaristaniyên dewletparêz dinirxîne.
Rêber Apo di vî karê xwe de mîrateya mîtolojîk û çandî ya Rojhilata Navîn şîrove dike û rexneyan li metodolojiyên serwer dike.
Di berhemê de her wiha veguherîna wê avaniyê tê nîqaşkirin ku bi navê “rejîma heqîqetê” tê pênasekirin û ji bo çareseriya pirsgirêkên rojane li ser bingeha demokratîk û exlaqî nêzîkatiyên nû datîne holê.
Navenda Weşanê ya Azadiyê ji bo xwendevan, lêkolîner û kesên li qada sosyolojiya olî kar dikin karibin bi hêsanî berhemê bi dest bixin, pirtûk di formata PDF de amade kir û bêpere weşand.
Pirtûk li ser malpera înternetê ya fermî ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi formata PDF’ê dikare bêrpere bê peydakirin.

